Sunday, June 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kerkûk

27/09/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Kerkûk
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk SAKIK

 Di sala 2003‘a de, piştî Amerîka hat Iraqê û bi rûxandina rejîma Sedam Huseyîn,  Kurdistan bû herêmeke federe.

Demek şunde di serî de Kerkûk li ser gelek deveran nîqaşan destpêkir.

Piştî demek kurd û netewên din li hev kirin ku meseleya Kerkûkê û wan deverên din ku li derveyî desthilatdariya kurdane – weke Şingal, Xaneqîn, Mexmûr û hîn deverên din – bi rê û rêbazên yasayî were çareserkirin. Ji bo vê yekê jî hin made di destûra Îraqê hatin bicihkirin.

Destpêkê madeya 58‘a ya destûra Îraqê çareserkirina pirsgirêka wan deveran destnîşan dikir, paşê ev made bû madeya 140 ya destûrabingehîn a Îraqê.

Li gora madeya 140, jî ew meseleya wan deverên û bajêrê Kerkûkê, bi sê qonaxan tê çareserkirin.

Ev referandûm, ji aliyê hemû gelên Iraqê ve di zagona bingehî de hat pejirandin.

Lê di serî de Tirkiye hin hêzên dinan nedixwestin kurd li vêder bibin xwedî statu.Tirkan dixwest Turkmenên vê heremê bikarbînin. Li ser vê yekê bi Turkmenan re ketin nav danûsandinan.

Lê Tirkmenên li Iraqê bi tevayî piştgiriya vê siyaseta dewleta tirk nekirin.

Di destpêka Sibata 2007’an de 6 partiyên Tirkmenan diyar kirin ku Kerkûk divê ji aliyê îdarî de bi Herêma Federe ya Kurdistanê re bê girêdan.

Ev prosesa mada 140, divîyabû di dawiya sala 2007’a de bi dawî bihata, lê ji ber hin pirsgirêkên siyasî, yanî lihevnekirina kurd û ereban, bo şeş mehan hate paşvexistin. Lê pîştî şeş mehan dîsa ev yek nehat bicihkirin û cardina hat paşvexistin.Û piştî demek jî hat jibîrkirin.

 ***

Di sala 2014an de piştî kontrolkirina bajarê Mûsilê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve, eskerên artêşa Iraqê ji bajarê Kerkûkê reviyan.

Hêzên Kurd ên ji vê yekê sûd wergirtin ketin nava liv û tevgerê.

Wê demê piraniya wan pêşmergeyên YNK’ê û bi piştgiriya gerîllayên HPG’ê û YJA-STAR’ê li her devera Kerkûkê bicih bûn û dest bi parastina gel kirin. Û li dijî DAÎŞ bi hevre şerkirin.

Ji wê demê ve parastin û ewlekariya Kerkûk derbasî destê peşmergeyan bû.

Li hember talukeyên pêşerojê komek gerîlayên YPGê jî li Kerkûkê ma.

Di nava 3 salên derbasbûyî de, li gel hin pirsgirêkan jî jiyana welatiyên li Kerkûkê heta radeyekê aram bû.

Lê careke din ev rewş bi guhertinê re rû bi rû ma.

Ev yek jî bi pêvajoya referandûma 25’ê Îlonê destpê kir.

Desthilatdariya Iraqê ya ji destpêkê ve li dijî referandûmê derket, gelek caran sinyal da ku ew ê Kerkûk ji desthilatdariya Kurdan xelas bike.

Dewleta Tirk jî, bi sorkirina alîgirên xwe ên Tirkmen destek da siyaseta Bexdayê.

Di rewşeke wiha de, li şûna zêdekirina tedbîrên parastina Kerkûkê, serkirdeyên siyasî ên herêma Başûr derketin pêşberî kamereyan û peyamên parastinê dan.

Di vê çarçoveyê de gelek caran hat gotin, Bi deh hezaran hêzên pêşmerge li Kerkûkê ne.

Pişta xwe dan Emerîkayê gotin; wê Emerîka destûra êrişeke wiha nede.

Di wê pêvajoyê daxuyaniya ku herî zêde bawerî da gelê Başûr, peyamên serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bû.

Herî dawî, di 15ê Cotmehêa 2017an de, li bajarê Dûkanê serkirdeyên PDK û YNK bi tevlîbûna serokomarê Iraqê Fûad Mahsum civiyan.Wek tê zanîn mijara sereke a civînê jî rewşa bajarê Kerkûkê bû.

Piştî civînê li ser navê herdu aliyan Nêçîrvan Barzanî û Mele Bextiyar peyam dan ku ew ê Kerkûkê biparêzin.

Û 16ê Cotmeha 2017… Hêzên Iraqê yên leşkerî û çeteyên heştî Şabî erişî Kerkûkê kirin. Peşmerge bê ku parastin bikin anjî şer bike, bi hemû hêzên xwe ve bajêr terk kirin. Di 12 saaten de çeteyên heştî şabî ketin Kerkûkê.

Li Kerkûkê kurd wek caran bi tenê di nav lêpên dijminan de hatibûn hiştin. Gel bi hêrs û xemgîn bû. Hêvî û bendewariyên wan şikestibûn.

Ew roj du dîmen di çapamenia cîhanê de hatin parvekirin.

Dîmenên vekişandina peşmerge û dîmenên gel û gerîlayên HPG’ê û YJA-STAR’ê

Post Views: 48
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)
NÛÇE

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)

14/06/2025
Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike
CIVAK Û JIYAN

Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike

14/06/2025
‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’

14/06/2025
Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
NÛÇE

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.