Lîloz Hisên/Qamişlo
Ji bo başkirina binesazî û xizmetguzariya bajêr, bi hevkariya kampaniya Zagros şaredariya Qamişlo di dîroka 3’ê meha Pûşberê de dest bi projeya sererastkirin û ziftkirina kolanên sereke û şaxî yê bajarê kir û heta niha jî dewam dike. Li gorî şaredariya lêçûna vê pirojeye milyonek û 622 hezar dolar e.
Bi armanca başkirina rê û binesazaiya herêmê, şaredariya Qamişlo dest bi pêkanîna projeyeke berfireh ya ziftkirina kolanan kiriye, ji bo hêsankirina tevgera çûn û hatinê, di nava pilanên şaredariya gel ya bajarê Qamişlo da pêşxistina warê xizmetguzarî.
Qonaxa yekemîn di 3’ê Pûşberê de dest pê kir
Endamê Nivîsgeha Lêkolînan ya Şaredariya Qamişlo Hesen Hisên diyar kir ku xebatên ziftkirinê di 3’ê Pûşberê hate destêkirin û wiha got: “Qonaxa yekemîn ji kolana Keramê dest pê kir, piştre bi awayekî raseterast xebatên ziftkirinê li kolana Blûdan hate dewamkirin, beşeke jê bi awayekî serkeftî bi dawî bû, ji ber derbasbûna cejna Qurbanê xebat hate sekinandin û di 10’ê mehê de ji nû ve dîsa dest pê kir. Di nava xebatên qonaxa duyemîn de kolana Hîzamê ya bakur hate ziftrkirin; ji çerxerêya Osman Sebrî heta pira daliqandî bi drêjahiya nêzî 350 metre.”
Hesen Hisên wiha anî ziman: “Di sala 2025’an de li ser vê projeyê bi awayekî fermî hate erê kirin, ji bo pêkanîna pirojeyê wê nêzî 33 hezar û 300 m3 ji madeya ziftê bê bikaranîn, ev piroje li ser çend qonaxan dewam dike.”
‘Ne tenê kolanên sereke, kolanên şaxî di nava projeyê de ne’
Hesen Hisên wiha axivî: “Proje ne tenê li ser kolanên sereke disekine, lê belê kolanên şaxî di nava pilanên
şaredariyê de ne, an jî lêkolînên ku hatin îsbatkirina pêwistiya van kolanan bi ziftkirinê hene.”
Hesen Hisên derbarê kolanên ku bên ziftkirin wiha anî ziman: “Ji kolanên ku dest bi xebatên ziftkirinê kirine ev in: Kolana Hîzama rojava(2 beş), kolana Hemam( hatiye qeşartin di rojên pêş de wê were ziftkirin), kolana Siyahî(aliyê başûr ji çerxerêya Siyahî heta avahiya Burc, hatiye qeşartin û di dema pêş de wê bê ziftkirin. Piştre gav bi gav kolanên niştechbûnên tên ziftkirin.”
Pirsgirêkên li pêşiya projeyê
Hesen Hisên tekez kir ku çend pirsgirêk li pêşiya wan derdikeve û xebatan asteng dike, yek jê lawaziya alîkariya şêniyan bi tîma şaredariyê re, bi taybet girêdayî kablên elktrîkê yên jenertoran ku pir nizim in û wiha got: “ Divê gel alîkar be û berî xebatên ziftkirinê van kablan bilind bikin, ev yek dibe sedema xerabkirin û qutkirirna kablan ji hêla erebeyên kar ve.”
Hesen Hisên wiha gotinên xwe qedand: “Em bang li şêniyan dikin ku alîkariyê ji bo tîmên kar re pêşkêş bikin, di riya bilindkirina kablên elktrîkê berî destpêkirina karê ziftkirinê li kolanan, ji bo nederengmayîna pêkanîna projeyê. Em ji bo xizmeta gel kar û xebat dikin, em ê her pêkanîna projeyê berdewam bikin li gorî lîsteya demê da sererastkirina tevahî kolanên bajar.”






