Dîlan Mulhim\Qamişlo
Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) Evîn Ibrahîm diyar kir ku hazirtî ji bo Kongra 7’emîn a Yekîtiya Ragihandina Azad tê kirin. Herwiha Evîn destnîşan kir ku cudahiya Kongra 7’emîn ji kongra din, ew e ku ev kongre wê di demeke hesas û dîrokî de were lidarxistin.
Kongra 7’emîn a Yekîtiya Ragihandina Azad di 15’ê Pûşbera 2025’an de, li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê were lidarxistin. Wê di nava kongrê de, li ser rewşa siyasî û rêxistinî were nîqaşkirin. Herwiha nîqaş ji bo hilbijartinên hevserokatî û endamên mecilsê werin kirin. Derbarê damezrandina kongireyê de Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) Evîn Ibrahîm ji rojnameya me re axivî.
Ragihandina Azad dengê hemû rojnamevanan e
Evîn Ibrahîm wiha axivî: “ Di sala 2012’an de bi armanca parastina mafê Rojnamevanan Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin. Herwiha ji destpêka Şoreşê ve Ragihandina Azad hate avakirin û kar û xebatên xwe li ser vî bingehî destpêkir. Bêguman dema ku Rojnamevan rastî zehmetî û tûndiyê tên berê xwe didin Yekîtiya Ragihandina Azad. Em jî her bi berdewam weke Yekîtiya Ragihandina Azad hewl didin ku xwedî li hemû Rojnamevanan derkevin. Astengiyên li pêşiya kar û xebatên wan derdikevin ji holê rakin û çareser bikin da ku em karibin bibin dengê hemû rojnamevanan. Astengiyên ku li pêşiya kar û xebatên me derdikevin ew e ku Rêxistinên Navdewletî Yên Parastina Mafên Rojnamevanan bi Yekîtiya Ragihandina Azad re nabin alîkar. Ruxmî ku gelek raporên li ser tundiya rojnamevanan ji bo rêxistinên parastina mafê rojnamevanan re diçin, lê heta roja îro rê li ber tundiya li dijî rojnamevanan nehatiye girtin û gelek rojnamevan gefên kuştinê li wan tên kirin. Ev astengiyên wiha ku li hemberî rojnamevanan derdikevin li gorî zagonên navdewletî yên ku gerek rojnamevan bi aweyekî azad karê xwe bimeşînin, lê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojnamevan negihiştine wê astê ku bi aweyekî azad karê xwe bi rê ve bibin.”
Kongra Yekîtiya Ragihandina Azad wê di 15’ Pûşberê de were lidarxistin
Evîn Ibrahîm anî ziman ku amedekarî ji kongra 7’emîn ya Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) re tê kirin û wiha got: “ Kongra Yekîtiya Ragihandina Azad wê di 15’’ê Pûşberê de, li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê were lidarxistin. Herwiha berî sê salan di sala 2022’an de kongra 6’emîn bi dirûşma “Pêkve ber bi ragihandina hişmend, berpirsiyar û sinc ve” hate lidarxistin. Di navbera kongra 6’emîn û 7’emîn de sê sala derbasbû, lê pêwîst bû du sal tenê di navbera kongra 6 û 7’an de hebin, lê ji ber rewşa herêmê du caran kongra 7’emîn hate derengxistin. Bêguman di navbera sê salan de gelek kar û xebat hatin meşandin. Sê salên têr û tijî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re derbas bûn, herwiha di navbera sê salan de gelek êriş li ser qada çapemeniya Azad hatin kirin. Di nava van sê salan de gelek hevalên me yên rojnamevan şehîd û birîndar bûn. Di heman demê de, gelek rojnamevan gef li wan hatin xwarin. Ji bo xwedî derketina van rojnamevanan bi berdewamî Yekîtiya Ragihandina Azad di nava kar û xebatê de bû.”
Nîqaşên ku di kongrê de werin kirin
Evîn Ibrahîm da zanîn ku ew kongra 7’emîn ya Yekîtiya Ragihandina Azad diyarî giyanê şehîdan dike. Ji ber bi saya wan wê kongr were lidarxistin û wiha pê de çû “Niha Sûrî di nava rewşeke hestiyar de derbas dibe, bi taybet piştî ketina rêjîma Baas û hatine desthilata Şamê, gelek guhertin û veguhertin li tevahiya Sûriyê çêbûn. Herwiha cudahiya kongira 7’emîn ji kongirên din de ew e, ku ev gongire di demeke hesas û dîrokî de tê lidarxistin. Bêguman lidarxistina kongrê bi saya berxwedanî û şehîdên rojnamevan in, di heman demê de bi saya tevahiya şehîdên Rojavayê Kurdistanê ye. Lewma wê di nava kongrê de, rewşa siyasî û rêxstinî were nîqaşkirin. Wê nîqaş ji bo hilbijartina hevserokan û endamên mecilsê werin kirin.”
Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) Evîn Ibrahîm axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bi hêvî ne ku tevahî rojnamevan tevlî kongra Yekîtiya Ragihandina Azad bibin.”