Saturday, June 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
in NÛÇE
A A
Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Bi armanca taşwîqkirina nivîskarên kurd di hunera kurteçîrokan de, 10’emîn Mehrîcana Kurteçîrokên Kurdî bi drûşmeya “Rojava Xaka Çîrokên Bexwedêr e” li bajarê Qamişlo hate li dar xistin. 

Yekîtiya Nivîskarên Kurd bi hevkariya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û bi drûşmeya “Rojava Xaka Çîrokên Bexwedêr e”, 10’emîn Mehrîcana Kurteçîrokên Kurdî li parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo hate li dar xistin.

Mehrîcana Kurteçîrokan ji sala 2014’an destpê kiriye, her sal di 13’ê meha Pûşberê tê li dar xistin. Di mehrîcanê de tenê kurteçîrokên kurdî tê pêşkêş kirin, li gorî şert û mercên nivîsa kurteçîrokan.

Îsal jî çîroknivîs bi awayekî balkêş tevlî mehrîcanê bûn, derbarê hûrgûliyên mehrîcanê endamê komîteya amadekar Nûşîn Bêcirmanî ji rojnameya me re axivî.

Nûşîn Bêcirmanî diyar kir ku armanca wan ew e pêşxistina wêje û nivîsandina kurteçîroka kurdî ye, ji ber ku praniya wêjevanên kurd xwe dispêrin nivîsandina gotar û çîrokan herwiha ji ber ku çîrok di nava civakê de herî çalak e.

Nûşîn Bêcrmanî anî ziman ku îsal 20 çîroknivîsên jin û mêr tevlî mehrîcanê bûn, zêdetirî 20 kurteçîrok ji me re hatin, lê li gorî şert û mercên nivîsandina kurteçîrokan tenî 20 hatin hilbijartin herwiha lijneya nirxandina van çîrokan jî hatiye ava kirin û wiha got: “Beşdarvan li ser asta Rojava tevlî mehrîcanê bûne û divê her çîroknivîs kurteçîroka xwe bi xwe bixwîne.”

Roja yekemîn

Di roja yekemîn a mehrîcanê de, bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir, piştre gotina vekirinê bi navê Komîteya Amadekar hate kirin ji hêla Nûşîn Bêcirmanî, di gotina xwe de bal kişand li ser hilbijartina vê rojê weke mehrîcan herwiha astengiyên ku li pêşiya wan hatin derketin weke nivîskar û giringiya kurteçîrokê bi wêjeya kurdî heye

Paşê bi navê Desteya Hevbeş Telal Şêx axivî û wiha anî zimanê: “Çîrok û kurteçîroka kurdî di dîrokê de heya roja îro rola xwe lîst berî ku bi pênûsê bê nivîsandin.”

Telal Şêx spasiya hemû çîroknivîsan kir û tekez kir ku keda wan bi xwe serkeftineke.

Di mehrîcanê de bi navê Desteya Çandê ji hêla Ebdul Mecîd Xelo hate kirin di destpêka axaftina xwe de hêviya serkeftina mehrîcanê kir û wiha got: “Em gelê kurd wêjeya me ji serê 90% wêjeya me devokî maye, rewşa gelê kurd ne ew bû ku wêjeya xwe binvîsînin, lê niha rewş hate guhertin û derfet hate vekirin, gelek sazî mehrîhanan têkildarî wêjeya kurdî li dar dixin herwiha semîner û karê wêjeyî ev yek cihê serbilindahiyê ye. Weke Desteya Çandê erkê me ye ku em piştgiriyê bidin her xebateke çandî ku were li dar xistin û karibin bibin desteke û alîkarî.”

Piştî bidawîbûna axaftinan beşa hunerî destpê kir, hunermend Behaa Şêxo bi stran û awazên tembûra xwe mehrîcan dewlemend kir.

Piştre dest bi xwendina çîrokan hate kirin. Di roja yekemîn de sê çîroknivîs kurteçîrokên xwe xwendin navê wan wiha ne: Lûjîn Ibrahîm, Alan Zekî Ebdllah û Pêşeroj Cewherî.

Hêjayî gotinê ku wê di dawîbûna mehrîcanê de xelat bên belavkirin ji bo kurteçîroka serkeftî herwiha spasname.

Mehrîcan wê ji 13’ê meha Pûşberê destpê bike heta 17’ê heman mehê.

Post Views: 24
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)
NÛÇE

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)

14/06/2025
Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike
CIVAK Û JIYAN

Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike

14/06/2025
‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’

14/06/2025
Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
NÛÇE

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.