Sunday, June 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’

14/06/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Rêveberiya Xweser ji ber zirarên hişkesaliyê yên gihîştine cotkaran, bihayê kirîna genim ji bo îsal eşkere kir û ragihand ku her tonek genim bi 420 dolaran ne. Herwiha weke gavek nû ji vê salê jî wê mazot li zeviyên fêkî û zeytûnan jî were belavkirin.

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser di 10’ê Hezîrana 2025‘an de daxuyaniyek di derbarê rewşa çandiniya dabû çapemeniyê. Di vê daxuyaniyê de hat zelal kirin ku gelek tedbîrên ji bo piştgirtiya cotkaran û guhndankirina li zeviyên fêkî, genim, zeytûn û hwd were kirin.

Ji ber şert û mercên dijwar ên keşûhewayê, bi taybetî hişkesalî û kêmbûna baranê, sektora çandiniyê rastî ziyaneke mezin hatiye û hilberîn kêm bûye. Lê belê wek Desteya Çandinî û Aboriyê a Rêveberiya Xweser tekez kir ku ew ê bi hemû derfetên xwe alîkariya gel û cotkaran bikin.

Di derbarê vê mijarê de Cotkarê bi navê Welîd Elî û Hevseroka Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Leyla Saroxan ji Rojnameya me re axivîn.

Cotkarê bi navê Welîd Elî ku ji gundê Girkê Zêraye yê girêdayî bajarê Qamişlo ye diyar kir ku kêmbarîna baranê, îsal pir zerar da cotkaran û wiha got: “ Rewşa çandiniyê ya îsal li gorî salên borî gelekî xerab bû, ji ber ku baraneke baş û pêwîst li çandiniyê nehat barandin. Li kêlek van zehmetiyan jî nirxê semadê pir bilind bû û ne li gorî derfetên çotkaran bû. Zirara herî mezin ê ku dîtin çotkarên ku erdên wan ne xwedî bîr bûn, lê erdên ku bi bîr bûn ji ber ku di dema dawiyê de rêjeyeke baş ji sotemeniyê li wan hat belavkirin berhemeke baş ji erdên wan hat bidestxistin. Herwiha belavkirina mazotê li ser çotkaran li gorî salên bûrî  îsal baştir bû, ev yek jî bi çotkaran re bû alîkar. Îsal saleke zuha bû, ev yek jî girêdana wê bi gelek sedeman heye, ne tenê bi nebarîna baranê ve girêdayî ye. Ji ber zuhabûna erdê ava bîran jî kêm bû.”

‘Berhemên zeviyan kêm bûn’

Elî di nav axaftinê xwe de got ku nirxê genim yê îsal ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye ragihandin li gorî sala bûrî baş bû, lê dîsa jî kêm bû û wiha  pê de çû: “Hêviya me hebû ku genim ji 42 sintan bêtir hatiba kirîn. Berhemên çotkaran îsal bê sûd bû, ji ber ku berhemên zeviyan kêm bû û xerckirine zêde li van berheman hat kirin. ”

Astengî

Welîd Elî wiha dawî li axaftina xwe anî : “Astengiyên ku wê cotkar di dema firotina berhemên xwe yên çandiniyê de jî bibînin, ew e ku erebeyên barkirinê yên veguhestina genim ji bo depoyan, bi nerxekî pir bûhaye ku nirxê wê nêzî 350 dolare. Lê belê hêsaniyek di ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye pêşxistin û em nema zêde li benda valakirina genim di depoyan de dimînin. Di dawiyê de jî ez hêviya serkeftin û çandiniyek baş di demên pêş de, ji tevahî cotkaran re dixwazim.”

‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’

Hevseroka Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Leyla Saroxan diyar kir ku çandiniya îsal di rewşeke zuhayî re derbas bû û wiha got: “Li gorî şopandina me ji zeviyên îsal re ew bû ku çandinî di rewşeke zuhayî re derbas bû. Sal zuhayî bû û baran jî kêm bû, lewra berhemên erdên bejî bi temamî zirar dîtin, berhemên avî jî hem zi’îf bû, hem kêm bû. Texmînên me di vê salê de li gorî şopandinê dibe ku ji 350 heya 400 hezar tonê genim were kirîn.”

Nirxên genimê îsal

Leyla Saroxan bi bîrxist ku wergirtina genim jî bi nirxê 42 sintan ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat eşkerekirin, ev nirx jî ji aliyê hin cotkaran ve têrker nehat dîtin û ji vî nirxî nerazîbûn û wiha pê de çû: “ Li gorî şopandina ji rewşa heyî ya çandiniyê re ev nirx hat derxistin, di heman demê de nirxên kirîna genim li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî nirxên gelek welatên cîhanê pir bilind bû, ji ber ku borsa cîhanî tona genim bi 250 dolarî werdigirin, lê em vê yekê bingeh nagirin, ji ber ku tovên me ne berhemdarin û di heman demê de sal bi sal cûdabûn di rewaş çandiniyê de heye. Amadekariyên me ji bo pêşwazîkirina genim hemû amadene, herwiha wergirtina genim hatiye destpêkirin.”

Bandora kêmbûne berhemên çandiniyê

Leyla Saroxan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Kêmbûna berhemên çandiyê ya îsal bandora xwe ne tenê li çotkaran hebû, lê heman demê de li Rêveberiya Xweser jî hebû. Lê tevî vê yekê jî Rêveberiya Xweser tedabîrên xwe girtin, da ku bi cotkaran re bibin alîkar. Herwiha ji ber ku cotkarên xwedî erdên bejî di îsal de gelek zirar dîtin, biryar hat girtin ku tovên di sala 2026’an de bi nîvê nirx li wan bê belavkirin. Her wiha wê mazot jî ji bo zeviyên me yên pembo, her wiha wek gavek nû wê mazot li darên fêkî û darên zeytûnan jî were belavkirin.”

Piştgiriya rasterast a 70 dolarî:

Hêjayî bibîrxistinê ye desteyê ragihand, ji ber girîngiya stratejîk a çandiniyê ji bo aboriya herêmê, wan rêze tedbîrên awarte girtine, da ku barê li ser milê cotkaran sivik bikin.

Pakêta piştgiriyê:

Rêveberiya Xweser ji bilî diyarkirina bihayê genim, çend biryarên din ên piştgiriyê jî eşkere kirin:

Piştgiriya Mazotê: Ji bo çandina sebzeyên havînê, darên berhemdar, zeytûn û pembû dê piştgiriya sotemeniyê (mazot) bê dayîn. Herwiha tovên genim wê bi nîvê bihayê li wan cotkarên ku îsal ji ber çandiniya bejî zirar dîtine, bên belavkirin. Di heman demê de zibilê xwezayî (semada xwezayî) dê bi nîvê bihayê were peydakirin. Hem jî wê mekanîzmayeke nû Ji bo belavkirina mazotê li ser projeyên çandiniyê were danîn. Navendên lêkolînên çandiniyê jî dê bên pêşxistin da ku cûreyên tovan li gorî avhewa û axa herêmê bên başkirin.

Post Views: 62
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)
NÛÇE

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)

14/06/2025
Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike
CIVAK Û JIYAN

Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike

14/06/2025
‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’

14/06/2025
Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
NÛÇE

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.