Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Di cîhanê de cihê ku alozî û şer lê heye, zarok dibin qurbanî û bi aloziya Sûriyê re jî rewşa jiyana zarokan zehmet bû û neçarî karkirinê bûn ku bi xwe re gelek bandorên neynî li ser jiyana wan dike.

Netewên Yekbûyî roja 12’ê Pûşberê wekî roja têkoşîna li dijî karkirna zarokan destnîşan kiriye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sedema şerê navxweyî li Sûrîyê bi hezaran zarokên kar ker hene, herwiha karkirina zarokan pirsgirêkeke mirovî ya girîng e ku pêdivî bi balkişandin û çareseriyê heye. Zarok bingeha pêşerojê ne, ji ber vê yekê divê ew werin parastin, perwerdekirin û dûrî cihên kar û barê giran bên mezin kirin, ku bi awayekî neynî bandorê li ser mezinbûna wan a fîzîkî, derûnî û civakî dike. Divê mafên wan di jiyaneke bi ewle û aram di hawîrdoreke xwezayî û mafên wan yên lîstk û perwerdê were parastin.

Karkirina zarokan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirsgirêkek civakî ye, ku bi sedema şer û nearamiyê rewşeke dijwar ya mirovî hate jiyan kirin, vê yekê hişt ku gelek malbat neçar bimînin ku zarokên xwe bişînin ser kar, da ku debara xwe bikin, li şûna ku bilîzin û tenduristiya laşî û mezinbûna normal bijîn herwiha pêbarbûna ji derfetên perwerdeyê, ku ev yek bandorên psîkolojîk, laşî û civakî li ser wan dike.

Zarok di warê karkirinê de

Rewşa aborî ya dijwar û hejarî ji sedemên herî sereke ne ku zarok kar bikin. Di hin malbatan de, zarok berpirsiyarê dabînkirina pêdiviyên malbatê û debara xwe ye. Ev yek dihêle ku gelek zarok neçar bimînin ku kar bikin û ji derfetên perwerdê bêparin. Karê zarokan pir cûda ye, dîtina zarokan ku li kolanan digerin û destmal an biskuwîtan difiroşin herwiha ji bo pere an xwarinê bi karên cûrbecûr ên din re mijûl dibin, li kolanên bajarên herêmê bûye dîmenek naskirî.

Bandora karkirina zarokan li ser tenduristiya wan a fîzîkî, derûnî û civakî

Karkirina zarokan diyardeyek dijwar û wêranker e, ku bandorên neyînî li ser jiyana wan dihêle, ji bilî ku wan ji hin mafên wan ên bingehîn bêpar dike, ew gelek xeteriyên fizîkî û derûnî çêdike di nav de tacîz û îstismara cinsî herwiha şert û mercên xebatên dijwar dikarin wan bi nexweşiyên pîşeyî, birîndarî û xetereyan re rû bi rû bihêlin, ku bandorê li mezinbûna wan a normal bike.

Zarokên ku kardikin êşê ji fikar, depresiyon û nebûna têkiliyên civakî bikişînin, herwiha ew ji mafê xwe yê perwerde, lîstin û jîngehek ewle û aram bêpar dimînin, ev dibe sedema belavbûna adet û diyardeyên neyînî di nav zarokan de, wekî cixarekêşandin û îstismara madeyên hişber, û tercîha wan a qezenckirina pereyan li ser zanîn û perwerdeyê.

Derbarê vê mijarê de berdevka Rêxistina Stêrk ya Şopandin û Parastina Mafên Zarokan Cûliya Xelo destnîşan kir ku li bajarên ku şer lê rû dide gelek bandor lê dibe û gelek pirsgirêkan bi xwe re tîne weke koçberî, hejarî û yên herî ku dibin qurbaniyên hemû bûyerên di cîhanê de  diqewimin zarokin û karkirina wan e.

Çûliya Xelo wiha anî ziman: “Ev diyarde li tevahiya cîhanê heye, di nava van salên şer de li Sûriyê zarok di hemû waran de hatin bikaranîn, bi taybet di warê pêşesaziyê ku ev kar zêdeyî hêza wan ya fîzîkî ye, di bazara sebzeyan yên mezin weke Bazara Hal ku qûteyên giran hildgrin, bandorê li bedena wan dike, herwiha bikaranîna zarokan di bazirganiya madeyên hişbirê.”

Çûliya Xelo tekez kir ku weke rêxistinên têkildarî reşwa zarokan li hember vê diyardeyê bi hemû awayan di ber çavan re tê derbaskirin û wiha got: “Wekî komxebata zarokan meclisek hate hazirkirin ji bo nivîsandina qanûna zarokan li ser asta herêma cizîrê, nêzî sal û nîvekê li ser hate xebatkirin, di hundirê vê qanûnê de karkirina zarokan hate nîqaş kirin, wekî ceza an xeramet û hwd..”

Cûliya Xelo diyar kir ku pirsgirêka herî mezin ku zarok û malbat vê yekê qebûl dikin, di riya perwerdeyan hewldana hişyariya civak û malbatan tê kirin. Herwiha ji hêla TEV-DEM’ê dibistan şopandin heye, li cihê pîşesaziyê şopandinê dike zarokên bi temen biçûk bibînin nîqaşê bi malbatên wan re dikin an karekî ji bo malbatê peyda dikin da ku zarok neyê karkirin an jî pirojeyeke sivik ji van zarokan re vedikin weke karê destan ku bibe weke jêhatiyekê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.