Sûriyê di sala 1946’an de serxwebûna xwe bi dest xist. Sûriyê civakeke piralî bû ku ji parçebûnên neteweyî, olî, mezhebî, eşîretî û bajarî ve rastî astengîyan dihat. Herwiha di navbera niştecihên bajar û yên gundewaran de, koçber û niştecihên bajaran û di navbera bajarên mezin, bi taybetî Şam û Helebê de, rastî dubendîyan hat. Ev cihêrengî û piralî di navbera salên 1949 û 1970’î de bû sedema 20 derbeyan (inqilab) û hewldana lêdanan li ser bingehên mezhebî û herêmî.
Piştî serdema serxwebûnê derketina kirîza nasnameya niştîmanî
Di serdema piştî serxwebûnê de kirîza nasnameya niştimanî derket holê; ku aliyên li ser desthilatê nikarîbûn nasnameyeke niştimanî ya berfereh pêk bînin ku pêkhateyên cûda yên Sûriyê di nava wê nasnameyê de bibin yek. Mirov dikare bibêje ku qeyrana nasnameyê beriya serxwebûnê derketiye. Wek mînak, berî hatina Fransiyan di sala 1920’an de, xelkê Sûriyê padîşahek ji Hicazê daxwaz kirin, da ku wan birêve bibe û beşekî din ji xelkên Sûriyê jî şahê Erebistana Siûdî Ebdulezîz Al Siûd vexwendin ku bibe şahê Sûriyê.
Di serdema demokratîk a sînordar de ya ku di navbera 1954’an de û yekîtiya bi Misrê re di sala 1958’an de dirêj kir, berî wê di qonaxa derbeyê (Inqilab) de, aliyên lîberal ên bajarî rolek sereke di rêvebirina rewşa siyasî de li welat lîstin. Lê wê yekê di civaka Sûrî de cih negirtin û di bingeha çînî de ya ji çînên din ên li gundan, derdora bajaran û ji kêmîneyan cûda, sînordar ma.
Jixwe ev çîn çavkaniya zengînkirina artêşê bûn ku bi vî rengî ev cûdakirin ji milê dîrokî ve nîşanek sereke di qada siyasî ya Sûriyê de ma, heya wê demê leşkerên ji gundewaran, wekî cîhadîst, qada siyasî ji nû ve desteser dikin. Di heman demê de aliyên bajarî yên Sûnî di vê rewşê de bêbandor in û daxwaza vegerandina ezmûna demokratîk ya salên 50 dikin.
Paşguhkirina nasnameyên pêkhateyên civaka Sûriyê
Yek ji sedemên sereke yên qeyranên wê serdemê û yên di pey wê re jî, ew bû ku îdyolojiyên serdest ên wê serdemê (wek neteweya erebî ya Sûrî, cîhana îslamî û navneteweyîya Komonîst) pêkhateyên civaka Sûriyê û nasnameyên wan ên berî niştimanîyê, paşguh kirin. Piştî ku ew îdyolojî yek bi yek li pey hev têk çûn; Ev nasnameyên etnîkî û mezhebî ji binê çînên van îdyolojiyan serî hildan û derketin pêş.
Netew-dewleta navendî nikarîbû nakokiya enîya komunîst û dewletên Rojavayî bihewîne
Netew-dewleta navendî li Sûriyê nikarîbû nakokiya di navbera enîya komunîst û dewletên Rojavayî (Ewropa) de, di nava xwe de bihewîne; lewra Amerîka erka şopandina bandora komunîst li Sûriyê sparte Ebid El-Nasir. Herwiha Dewleta neteweyî ya navendî jî nikarîbû nakokîya berjewendîyan ya di navbera paytexta aborî (Heleb) û paytexta siyasî û bazirganiyê (Şam) de himbêz bike; jixwe ev nakokî di hevrikîya navbera Partiya Gel (ku nûnertiya bijarde û bûrjûwaziya Heleb dike û pêwendî û yekîtiya bi Iraqê re weke berjewendiyeke herî bilind a stratejî dinirxîne. Û Partiya Niştîmanî jî têkiliya bi Misir û Siûdîyê re weke berjewendiyeke stratîjîk û bilind dinirxîne) diyar bû. Ev nakokî bû sedema hevrikîyeke herêmî ya tund di navbera Iraq, Misir û Siûdîyê de ku netewe-dewleta navendî nikarîbû wê hevrikîyê dorpêç bike. Paşê ev nakokî di sala 1958’an de bi yekîtiya bi Misirê re bi encam bû, êdî di sala 1961’an de jî ji Misrê cûda bû.
Bi Partiya Baasê re sîstema sermayedariya dewleta burokratîk, ewlekarî û leşkerî hat avakirin
Piştî ku Partiya Baasê di 8 Adara 1963’an de desthilatdarî bi dest xist, sîstema sermayedarîya dewleta burokratîk, ewlekarî û leşkerî hat avakirin; jixwe ew sîstem bi rêya hêza artêşê desthilatdarî dikir, efser û siyasetmedarên payebilind ên Baasî bûn burokrasiyeke xwedî serdestîyeke bê sînor ku navendên desthelatê li ser baaskên wê yên siyasî û leşkerî hatin belavkirin. Di encama nakokiya navbera baaskên leşkerî û siyasî de kirîzeke bêaramîya siyasî derket hole. Herwiha ew kirîz wergerî şêweyekî mezhebî û bû destpêka şerê mezhebî li Sûriyê. Di 23’ê Sibata 1966’an de baaskê leşkerî di vê hevrikîyê de bi ser ket û di encama nakokiya di navbera navendên desthelatê yên baaskê leşkerî de, bêaramîya siyasî berdewam kir, di encamê de Hafiz El-Esed li hember Selah Cidîd bi ser ket û lêdana 1970 jî çêbû.
Piştî wê; Sûriyê seranserî 30 salî di aramîyeke siyasî re derbas bû, lê di rastiyê de ew aramî sarbûn û mirinek siyasî bû ku civak ji siyaset û her beşdarbûneke di karûbarên giştî de vala kir. Herwiha di wê demê de desteserkirineke giştî li ser rêxistinên gel û sendîkayên pîşeyî çêbû, jiyana partîtî ya ku heta salên 60’î jî gelekî çalak bû, bi rêbazên teşwîqkirin û tirsandinê, hate têkbirin. Di encamê de rewşa siyasî ya giştî di rûyekî protokolî ku Eniya Niştimanî ya Pêşverû ye (Elcebhe Elweteniye Elteqedumiye) û serokatiya Partiya Baas de hat sînordarkirin. Di encamê de, kurtasî û rastîya qeyrana navendî ew e ku rejîma giştgir (şimûlî) a Partiya Baas di navbera du rewşan de bû; yek ji wan bêaramiya siyasî beriya sala 1970’ê (Sûriyê di heft salên di navbera 1963 û 1970 de rastî çar lêdanyên xwînî yên cihê hat). Ya din jî mirina siyasî ya ku rejîma Hafiz Esed piştî sala 1970 ferz kiribû, nemaze piştî dawîanîna hevrikîya wî bi rêxistina Ixwan muslimîn re ya di 1982’an de, ew rewşa mirinê gihiştiye qadên çandî, sivîl, perwerdeyî û aborî jî.
Di salên 1949 û 1954’an de Sûriyê ket qonaxa derbeyên leşkerî de
Partiya Baas di 7 Nîsana 1947’an de ji aliyê Mîşêl Efleq û Selahedîn El-Bîtar, (ku damezrînerên Tevgera Baas a Erebî ne), û Zekî El-Ersûzî, (ku damezrînerê Partiya Baas a Erebî ye), piştî yekbûna her du partîyan, hate damezrandin. Eflek wekî damezrînerê îdeolojiya Baasê tê dîtin û nivîsên wî jî yek ji girîngtirîn jêderên di nav tevgera neteweyî de bûn; jixwe wî gelek ramanên xwe ji Îslamê û nirxên wê girtiye. Li gor wî; Baas tê wateya şiyarbûn an jî rabûnê, ango şiyarbûna Erebên ku ketibûn bin desthilatdariya Osmanî û Ewropayê de. Bîtar, Eflaq û El-Ersûzî li zanîngeha Sorbonê ya Fransayê fêr bûbûn û bi ramanên dewleta-netew ya Ewropayê jî bi bandor bûbûn. Di navbera salên 1949 û 1954’an de Sûriyê ket qonaxa lêdanên leşkerî de. Di wê qonaxê de, di navbera artêşa Sûriyê û partiyên siyasî de, di nav wan de jî Partiya Baas, pêwendiyeke aloz dest pê kir. Di sala 1952’an de her yek ji Eflaq, El-Bîtar û Ekrem El-Hewranî li hev kirin ku Partiya Ekrem El-Hewranî (Partîya Sosyalîst a Erebî) bi Partiya Baas a Erebî re bikin yek û Partiya Baas a Erebî ya Sosyalîst ava bikin.
Bidestxistina kursiyê hilbijartinê ji aliyê Baasê ve
Ji sala 1952’an heta 1970’î de partî di qonaxên dîrokî re derbas bû ku bandorek mezin lê kir. Piştî hilweşandina hikûmeta Edîb Şîşaklî, Partiya Baas kursiyên hilbijartinê bi dest xist (15 kursiyên hilbijartinê). Pêşbirk di navbera wê û Partiya Komûnîst a Sûriyê, Partiya Gel, Partiya Sûrî ya Neteweyî ya Civakî û bi taybetî Partiya Gel a Komarî de bû. Partiya Baas jî mîna partiyên din ên Sûriyê di artêşa Sûriyê de alîgirên wê hebûn ku yê herî diyar efser Ednan Malikî bû ku kuştina wî di sala 1955’an de bû sedema dûrxistina Partiya Sûrî ya Niştimanî ya Civakî ji qada siyasî, ew jî piştî ku partî bi berpirsyariya kuştinê hat tawanbarkirin.
Piştî wê di navbera Şukrî El-Quwatlî û Cemal Ebdul Nasir de yekîtî bi Misrê re çêbû ku Ebdul Nasir ji bo pejirandina yekîtiyê, mercên xwe ferz kir, girîngtirîn merc jî hilweşandina partiyên siyasî li Sûriyê û qedexekirina beşdarbûna artêşê di siyasetê de bû. Ji ber ku Partiya Baas dirûşma “Yek Neteweya Ereb” bilind kir, mercên El-Nasir pejirand ji bo xewna yekîtiya Ereban pêk bîne. Di Sibata 1958’an de yekîtiya di navbera Sûriyê û Misirê de bi navê Komara Erebî ya Yekbûyî hate ragihandin, siyasetmedarên Baasî bi erkên girîng hatin destnîşankirin. Lêbelê, ew buhara di navbera Baasiyan û Cemal Ebdul Nasir de pir dirêj nekir. Ji ber ku komek ji efserên Sûrî yên ku li Misrê dijîn nerazîbûna xwe li hember hukûmeta yekîtiyê û kiryarên wê yên yekdestdariya biryarên girîng û dewleta polîsî xwe tê de berfireh dikir, nîşan dan. (Ev kom heman komîteya leşkerî bû ku di sala 1960’î de hat avakirin ku endamên wê Selah Cidîd û Hafiz El-Esed bûn). Jixwe xewna yekîtiyê di sala 1961’ê de bi derbeyeke din li Sûriyê bidawî hat ku ev partî ket nav krîzeke navxweyî di navbera kesên ku piştgirî didin cûdabûna ji Misrê û yên ku dijberiya wê yekê dikin.
Bi derbeya 1963’an re ku wek Şoreşa 8’ê Adarê tê binavkirin, heman komîteya leşkerî, desthelata sivîl û leşkerî li Sûriyê bi dest xist, ew jî mîna darbeya leşkerî ya li Iraqê ji aliyê Baas û neteweperestan ve li dijî hikûmeta Ebdulkerîm Omer bû.
Navenda Rojava Ya Lêkolînên Stratejîk