Qasim ENGÎN
Carek din ewrên reş li ser Kurdan digerin û carek din gurên har hewldidin werin ser laşê me û welatê me. Hêzên qirker û mêjûkdar xwe nêzî hevdû dikin da ku me bikaribin carek din perçe perçe bikin. Erê, kengî Kurda xwestiyê ku gavek ber bi azadiya xwe ve biavêjin, hêzên ku welatê me dagirkirine xwe nêzî hevdû kirine û dest bi amadekariyên qirêj û derveyî mirovî kirine.
Erê, carek din ewrên tarî li ser welatê me digerin. Hîç pêwîstî nîne ku em dûr biçin, tenê bûyerên ku di van hefteyên dawî de rû dane em bînin ber hev emê bibînin ka, hêzên xwînxwar û qirker çi dixwazin. Lê serî de pêwîste heye em bizanin ku dewleta faşîst a bi navê Komara Dewleta Tirkiye serkeşiya hemû plansaziyên qirêj û hovane dij welatê me û gelê me dike. Êrîş li ser Koy, êrîş li ser Qendîl, êrîş li ser Şengal, êrîş li ser Dêrsîm, êrîş li ser Efrîn hemû armanca xwe yek e, ewe jî tine kirina tevahî deskeftiyên Kurdan e.
Ji bo ku em bikaribin hê rastir û şenbertir rewşê fêm bikin, tenê mijara Idlib nirxandan bes e. Di Idlib de çeteyên dewleta faşîst a tirk hene. Û yên ku xeteriyek herî mezin ji bo Kurdan didin avakirin jî ev hêzane ne. Li Efrînê ev hêzên hov û dij mirovî çawa hatine bi kar anîn, herkesî dît. Dîsa sibêrojê ev hêzane yê li ku dera Kurdistanê dijî kijan hêza Kurd werin bi kar anîn ji ne diyar e. Em baş bizanin ku dewleta tirk êdî xwe bi destê çeteyên ku îro li Idlib de dijîn ser piya digire. Ger çeteyên li Idlib werin tasfiye kirin wê demê palpişta herî pêş a dewleta tirk ya faşîst dişkê. Heta em dikarin bi rehetî bêjin ku ger çeteyên li Idlib werin şikênandin, tevahî kozên ku dewleta tirk li dijî Ewropa heta giştî cîhanê bi kar tîne ji destên wan derdikevin.
Erê, ewqasî tevgerên hovane û dij Kurd ji bona wê ye. Erê berpirsiyariya çeteyan alenî û vekirî girtine ser xwe ji bona wê ye. Ewqas erîşên xwe bi lez kirin jî ji bona wê ye.
Em bizanin ku ger li Idlibê çeteyên DAÎŞ’ê û El Nusra têk biçin ne dûre ku çeteyên li Efrîn jî biçin. Çeteyên li Efrînê biçin ne dûre ku çeteyên li Cerablus û Babê jî biçin. Dema çeteyên li Cerablus û Babê biçin ne dûre ku statûya Federasyona Bakûrê Surî û ya Kurdan li Rojava were misoger kirin. Û dema ku statûya Rojava were misoger kirin ne dûre ku ewqas erîşên li ser Başûrê Welatê me jî bisekinin.
Bêguman ku dema Başûrê welatê me û Rojavayê welatê me ji bo gelê me statû misoger bibe, ne gengaz e ku statûkoparêziya sed sal beriya vê bi Sykes-Pîcot hatibû rûniştandin, li ser pêya jî bimîne.
Bi gotinek din, êdî dem hatiye ku peymana Sykes-Pîcot û statûya Kurdan ya înkar û îmhayê were çirandin.
Em bala xwe bidinê, ji bo ku ev nebe tevahî hêzên xwînxar tên ba hev û plansaziyên qirêj wek ku li Tahranê amade kirin, dikin.
Ger rewş ev be, wê deme ma pêwîstî nîne ku Kurd bibin yek? Ger hebe wê deme pêwîste ku em, gotinên şaîr:
“Xayîn in ewên dibêjin
“Marê şîrînjahr jî heye”
Xayîn in ewên dibêjin
“Bivrê, birê dar jî heye” bînin bîra xwe. Ji bo wê,bêyî virde û wirde, dem dema ref û hevgirtinê ye.