Zekî BEDRAN
Sûriye welatekî ku giran birîndar e. Herikîna xwînê jê dewam dike. Welat weke fiîlî buye sê beş. Desthilata Esed li ser pêya ma. Ev yek ji aliyê Esed de dikare weke serkeftinekê bê hesibandin. Lê bi hêza xwe li ser pêya nema. Bi piştgirya Îran, Hîzbûllah û Rûsyayê dikaribû li ser pêya bimîne. Ev rewşa lewaz ya Esed yek ji hemanên serekeye ku aşitiya Sûriyê zehmet dike.Lewazbûna Esed hişt ku tesîra Rûsyayê zêde bibe. Rûsya ji aliyekî de hewl dide ku Esed li ser pêya bigire ji aliyê din ve jî berjewendiyên xwe bi rêxistin dike. Sûriye berdêla giran a dagirkirina Efrînê dide. Rûsyayê ji bo berjewendiyên xwe Efrîn pêşkêşî dewletaTirk ya ku dijmintiya Sûriyê dikir, kir. Ji bo berjewendiyên xwe herêmeke Sûriyê a xeternak ji dagirkeriyê re vekir. Di paqijiya etnîkî û mirina bi hezaran mirovan de hevkariya sûc kir.
Bi dagirkirina Efrînê re Rûsyayê Tirkiye anî rewşa ku kir hevparê Sûriyê. Niha jî li Îdlibê hikûmeta Erdogan weke nûnerê komên çekdar li ser masê rûdinê. Berpirsyarê sereke Rûsyaye ku dihêle Erdogan bi navê rêxistinên mîna El Nusra pazariyan bike. Rûsyayê kir ku Tirkiye ewqas bikeve nava Sûriyê. Rûsyayê bi erêkirina dagirkirina Cerablûsê deriyên Sûriyê li Tirkiyê vekir.
Rûsya di şerê rikeberiya serweriyê ya bi Emerîkayê re dixwaze Sûriyê bi taybet jî Kurdan bi kar bîne. Tu dibêje qey Kurdan Emerîka aniye Sûriyê serî li taktîkên şerên sar yên paşverû û demode bûne dide. Ger li Kobanê li şûna DYA’yê Rûsyayê piştgirî bida Kurdan dibe ku îro DYA li Sûriyê nebuya. Dema ku Kurd di bin êrîşên giran de bûn DYA’yê li dijî DAIŞ’ê biryara şer girt û li Sûriyê ket dewrê. Lewra ji bilî Kurdan hêzeke din û bi bîryar ku li dijî DAIŞ’ê şer bike tune bû. Nakokiyên di navbera rêjîma Esed û DYA jî, ji berê de hebûn. Hêzên rojavayî (Ewropa) digotin wê Esed biçe. Ne alîgirê çareseriyeke bi Esed re bûn. Tevî vê jî Kurdan li dijî rêjîma Esed şer nekir û negotin wê Esed biçe.
Weke ku ev rastî tune ne Rûsya niha Kurdan dike hedef. Tirkiyê weke çêlekan didoşin. Kûrahiya tirs û neyartiya dewleta Tirk ya li Kurdan fêhm kirine. Hewl didin ji vê yekê berjewendiyên mezin bi dest bixin û Tirkiye û DYA’yê hê zêde bînin pêşberî hev. Eşkereye ku qurbanî kirina gelekî bindest ji van têkiliyên berjewendiyan yên çavsorane re wê neyê qebûl kirin. Ti têkiliya vê bi heq, hîqûq û edaletê re tune ye. Tê zanîn ku wijdanê dewletan tune ye. Kurd bi sed salane di bin zextên giran de ne. Ev sed sale jî di nava pencên qirkirinê yên dewleta Tirk de ne. Ji qirkirina gelekî re hevparî kirin û jêre bûyîna zemîn, polîtîkayeke xirab e. Di dunyayê de her tişt berjewendî nîne. Dilpakiyên bingehîn yên mirovî û nirxên weke exlaq jî hene.
Polîtîkaya Rûsyayê ya li Sûriyê, li der hiştina gelan, demokrasî û azadiyê naçe serî. Li Sûriyê li derve hiştina civaka ku berdêlên giran daye û bi bazariyên veşartî aşitî pêk nayê. Lê Sûriyê pêkanîna aşitiyê ne hêsan e. Hêzên mezin yên cîhanê bi rengekî li Sûriyê bi cih bûne û dest lê werdane. Dewleta Tirk ya faşîst beşeke girîng a Sûriyê dagir kiriye. Qîma xwe bi dagirkirinê jî neaniye, rêxistin û bermahiyên weke DAIŞ û El Nûsra jî li dora xwe kom kiriye û bi wan gefa li hemû Sûriye û herêmê dixwe. Hemû cîhan dizane ku ti pirsgirêkeke Tirkiyê ya aşitî û demokrasiyê li Sûriyê tune ye. Tirkiye polîtîkaya xwe ya ku kurdan ji Sûriyê paqij bike jî venaşerê.
Ger bala xwe bidinê li bazariyên li Tehranê de Erdogan got xetereya sereke Îdlib û hêzên çekdar yên li wir nîn in. Got, “xetereya sereke YPG ye, ew komkujî û paqijiya etnîkî dikin.” Ev li xwe mikurhatina qirkirina Kurdan e. Ji bo El Nusra û DAIŞ’ê Erdogan van gotinan nake. Kurdên ku azadiya xwe, yekîtiya Sûriyê, aşitî û demokrasiyê diparêzin weke hedefa sereke nîşan dide. Rûsyaya Pûtîn jî dibe hevparê van qirkeran. Bi van têkiliyên qirêj û polîtîkayan li Sûriyê aşitî û yekîtî pêk nayê.