Avesta AMARGÎ
Em dema ku şoreşa rojavayê Kurdistanê weke şoreşa jinê pênase dikin, bê guman ne pênaseyeke ji xwe ber derketiye û hatiye bi nav kirine. Di gelek nêrîn û şiroveyan de hate ziman ku Rêber Abdullah Ocelan beriya 20 salan gelê Kurd û jina Kurd, yên ku bi salan bû, di bin serdestî û serweriya netew dewlet de dijî yan bi hişmendiya welatparêzî û felsefa jiyana azad perwerde kiribûn. Rêber Abdullah Ocelan, bi eleqeder bûna xwe jin kire serkêşa vê rastiyê ku îro berhema wê eleqederbûyînê û perwerde kirinê xwe di heqîqeta şoreşê de daye der. Em vê rastiyê di gotina dayîka Cahîde de ya ku dibêje; “Min Rêber APO dît, min dengkirina wî bihîst û êdî min zanî bû çi dem û dewran li pêşiya me ye, min fêm kir em çima ketine vê rêyê û em çi dixwezin. Serok APO, mirov bi bask dikirin. Ji roja ku min ava ji wê kaniyê vexwar û pê de min got; heya ez sax bim û heta em bighînin armanca xwe ezê, ji wê kaniyê avê vexwam û ez hîna jî divexwam.”
Dayîka Cahîde, serpêhatî, bîranîn û hevpeyîvînên di navbera xwe û Rêber Abdullah Ocelan de wisa ji min re tîne ziman; “Di sala 1992’yan de min rojekê, ji hevalekî re got ez dixwezim tevlî partî bibim, ew heval, ji min re got; heval tu tevlî bûye, min got; na ez jî weke we dixwezim ji malê derbikevim. Ew heval, ji min re got; civînek heye em herin tu di wê civînê de, biryara xwe bide, min got; temam. Em roja din cûn civînê, ew civîn Serok çêkir. Serok, di civînê de li ser rastiya jinê, li ser nêzîkatiya me ji azadiyê re û hwd nirxandinên kûr kirin. Serok, nirxandina xwe qedand û dawî de got; ka pirsê we hene bikin? ez pir bi kelecan bûm, heya niha jî ez behs dikim dîsa wisa kelecan dibim. Min destê xwe rakir, serok got; temam, ez rabûm min got; serokê min ez dixwezim tevlî vê şoreşê bibim, Serok got; temam tu tevlî bûye, min got na ez dixwezim herim çiyê, got; çiya çawaye? min got; ez nizanim lê ez jî dixwezim weke van hevalên keç herim çiyê û ji malê qut bibim. Ez wê demê fermî tevlî bûbûm û di nav kar de bûm. Em derdora 25 heval di civînê de bûn. Serok xîtabî hemû hevalan kir û got; binirin ev jineke, lê netîcê zextê peya, zextê civakê û encamê zoriya zarokan, dixweze bireve herê çiyê. Min got; na serokê min, serok got; na min jî heya niha fîşekek neteqandî, min kêrekî biçûk jî negirtî destê xwe, ma ez kêmî gerîla me, na emê li vêderê karê xwe bi hevdûre heya bighîje serî bikin. Çi ji me, hat xwestin emê bikin û em hemû gerîla ne. Em bi vê karê xwe ne kêmî gerîla ne. Ez piştî wê qet neaxivîm, ew gotinên serok di min de lêhûrbûnekî cidî da ava kirin. Ez bi gotinên serok qanî bûm û min ji wê demê û heya niha soz da partiyê ez li kuderê dibim bila bibim, karê ji min werê xwestin ezê bikim û ez heya niha jî dikim. Taybetmendiyek serok ya ji însanan re hebû, serok dest pê kê hemû kesayeta însan ji hev derdixist angu rastiya mirov ji mirov re radixist ber çavan, însan xwe bi xwe re digot; ez çibikim, ezê ji vir û şûnde çawa bijîm. Lê piştî wê serok, bask bi mirovan dixist û ew difirandin.