Rojnameya Ronahî

Lihevkirina Soçî valaderxistina Tehranê bû

Ezîz KOYLUOGLU

Civîna a li Tehranê wek berdewamiya civîna Astana di 7’ê îlonê de pêkhat. Di encama civînê de hat xuya kirin ku him Rûs, him Îran, him jî Tirk li ser gelek mijaran lihevkirine. Lê di mijara Idlibê de nakokî hene. Ev nakokî weke ku di navbera Rûs û Tirkan de bû hat xuya kirin. Piştî civîna Tehranê bi deh rojan dewletên Tirk û Rûs li Soçî dîsa hatin cem hev. Balkêş bû dewleta Tirk û Rûs di demek pirr kin de di asta Serokê dewletan de pêwistî dîtin bên cem hev. Bi taybet Îran ji bo vê civînê nehat vexwendin. Him Rûsan him Tirkan xwestin civîna di 17’ê mehê de li Soçî pêkhat wek berdewamiya civîna 7’ê mehê de li Tehran pêkhatibû nîşan bidin. Lê rastî ne wiha ye. Civîna Soçî ya di navbera Erdogan û Pûtîn di wateyekê de vala derxistina civîna Tehran bû. Di wateyek din de wek berdewamiya hemleya Rûsan ya Îran ji dosya ya Sûriyê derxistinê bû.
Li ser vala derxistina civîna Tehran ji aliyê Rûs û Tirkan ve Îran wek helwest daxuyakirin ku ew ê beşdarî êrîşek li ser Idlibê nebe. Piştî vê daxuyaniya Îranê êrîşên rejîma Sûriyê li ser Idlibê bi temamî rawestiyan. Di heman demê de êrîşên Îsraîlê li ser Latkiyê û Hema wek mesajek cidî ji bo Îranê bû. Di esas de ev êrîşa ku wek plansaziyek hevbeş li ser Îranê bû jî, bi xistina balafira Rûs hinek mijar guhert. Lê wek hemleyek hemwext ya Tirk, Rûs û Îsraîlê ya li ser Îranê bû. Îran jî li hemberî wan êrîşan bi xistina balafira Rûs bersiv da. Çima ez îdayek bi vî rengî dikim, dibe ku gelek kes bêjin ev spekulasyonek mezine. Lê di şertên normal de ne pêkane ku pergala parastina hewayî ya Sûriyê biçe balafirek Rûs. Lewra ev sîstem balafirên Rûs wek dost dibîne û naçe wan. Lê îspat bû ku balafira Rûs ji aliyê pergela parastina ya rejîma Sûriyê ve hatiye xistin. Xuya ye ku derveyî sîstema parastina hewayî ya rejîma Sûriyê, sîstema parastina hewayî ya Îranê li heremê bicih kiriye, di dema êrîşên Îsraîlê de ketiye meriyetê.
Îranê bi vê xwest ku peymana di navbera Îsraîl û Rûsya ku li ser Sûriyê pêkhatiye bi rengekî têxe nîqaşê û lihevkirina Îsraîl, Rûs û DYA’yê li ser hebûna Îranê ya Sûriyê xerab bike. Lê Rûs ne ji bo ku Emerîka yan jî Îsraîl jê dixwaze li dijî hebûna Îranê ya li Sûriyê ketiye nava tevgerê. Di bingeh de ji bo berjewendiyên xwe yê demdirêj hebûna Îranê li Sûriyê wek metirsiyekî sereke dibîne. Niha pêwîstiya Rûsyayê ji bo şerê li bejahiyê bi Îranê hebe jî lê ji niha ve ji bo tasfiyekirina Îranê li Sûriyê ketiye nava tevgerê.
Diyar dibe ku Îran, piştî civîna Tehranê bi deh rojan li Soçî kombûna Pûtîn û Erdogan wek derbeyek li dijî xwe dibîne. Bi taybet di vê civînê de li ser Idlibê lihevkirina wan ya hebûna çeteyên El Qaîde û DAIŞ di bin parastina dewleta Tirk ya dagirker de, wek derbeyek li stratejiya xwe ya li Sûriyê xwend. Niha diyar dibe ku êdî dewletên Tirk û Rûs hewcedariyê bi civînên ku Îran jî di navde be nabînîn.
Bê rol kirina Îran di nava Sûriyê de, wê bi demê re têkeve rojevê. Lê Îran jî çawa ji bo vala derxistina lihevkirina Îsraîl û Rûs li ser Sûriyê ket nava tevgerê, wê ji bo lihevkirina dewleta Tirk ya dagirker û Rûsan jî bêdeng nemîne. Her çend Îran bi daxuyaniyek diyar kur ku ew beşdarî êrîşa li ser Idlibê nabe jî, lê ji bo vala derxistina lihevkirina Rûs û Tirk wê hewldanên xwe zêde bike.
Him di îtîfaqa Astana him jî di ittîfaqa rejîma Sûriyê, Rûs û Îran de nakokî kûrbûn. Wê di rojên pêş de ev nakokî hê kûrtir bibin. Yan jî li ser êrîşa Idlibê rejîma Sûriyê, Rûs û Îran wê lihevbikin. Ev jî wê bi dewleta Tirk re nakokiyan kûrtir bike. Hêzên demokratîk jî dikarin baştir ji wan nakokiyan sûd werbigrin.