Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Di 25’ê Nîsanê de ji raya giştî re hat aşkere kirin, ku li Almanya’yê Zanîngeha Almanî-Kurdî were damezirandin û ew ê di sala 2026’an a perwede dest pê bike.

Di çarçoveya amadekariyên avakirina zanîngehê de şandeya zanîngehê ku ji rektorê zanîngehê Prof. Christoph Scholz e, serokê wê jî Yûnis Bahram e û berpirsa Beşa Teknîkê ya Zanîngehê Çinor Zagros pêk tê bi hev re serdana Başûr kirin. Di 9’ê Pûşberê de şande gihaşt Başûr, di demê pêş de jî wê ev şande serdan û civînan bi zanîngeh û rayedarên herêm re li dar bixe, paşê wê serdana Rojavayê Kurdistanê jî bikin. Derbarê serdana şandeyê ji bo Başûrê Kurdistanê, kar û xebata şandeyê serokê zanîngehê Yûnis Bahram ji rojnameya me re axivî.

Armanc ji serdana Başûrê Kurdistanê

Bahram têkildarî hatina şandeyê wiha got: “Berî du mehan Konferansa Zimanê Kurdî ya ji bo bikaranîna Zîrekiya Çêkirî hat lidarxistin, têde projya zanîngehê hate şîrovekirin. Me di wê konferansê de têkilî bi zanîngehên Başûrê Kurdistanê re kir û hêviya me ew bû ku hevdîtinan bi wan zanîngehan re li Başûr pêk bînin. Niha jî me serdana Başûrê Kurdistanê kiriye, armanc ji vê serdanê ew e ku em bikaribin hevsengî û têkiliyan di navbera me û zanîngehên Başûr de ava bikin. Herwiha em weke zanîngeheke Almanî-Kurdî û zanîngehên Başûrê Kurdsitanê yekrêziyekê di hêla rêbazên perwerdeyî de ava bikin û sûdê ji hev werbigirin. Li aliyekî din armanc ew e ku xwendekarên Başûr bi şêwazê onlaynê tevlî Zanîngeha Almanî-Kurdî binin û ezmûnên xwe jî bi heman şêweyî pêşkêş bikin, paşê em diplomên Almanî bidin wan, hem jî xwendekarên zanîngeha me jî bi riya onlaynê li znîngehên Başûr bixwînin. Di heman demê de em xwendekarên Başûr ji bandora sîstema Bexdayê rizgar bikin.”

Xebata ku wê li Başûr were kirin 

Yûnis Bahram derbarê serdanên ku wê şandeya Zanîngeha Almanî-Kurdî li Başûrê Kurdistanê pêk bînin û wiha domand: “Ev du roj in ku em gihaştine Başûrê Kurdistanê, di rojên pêş de jî wê hin hevdîtinên pêk werin. Di serî de em ê serdana serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bikin û paşê jî em ê hevdîtinekê bi Mesrûr Barzanî re çêbikin. Di heman demê de em ê serdana Bafil û Qubad Telebanî bikin. Ev serdanên me hemû ji bo projeya Zanîngeha Almanî-Kurdî be. Li aliyekî din wezîrê Perwerdeya Bilind dr.Aram wê civînekê li dar bixe, di wê civînê de jî hemû serokê zanîngehên Başûrê Kurdistanê li hev bicivin. Di wê civînê de wê serokên hemû zanîngehên Başûr tevlî wê civînê bibin, tê de jî em ê nerîna xwe bi hev re parve bikin, binyadekê ji bo karekî hevbeş bi cih bikin yan jî sûdê ji hev werbigirin.”

Astengiyên li pêşiya projeyê û asoyên çareseriyê

Serokê zanîngehê Yûnis Bahram girêdayî astengiya ku derdikeve pêşiya avakirina zanîngehê wiha axivî: “Di plana me de pirogrameke madî heye, Zanîngeha Almanî-Kurdî hewcedarî hêzeke aborî ye da ku were avakirin. Astangiya ku derdikeve pêş projeya zanîngehê tenê di warê abûrî de ye. Hetanî ku projeya me bi ser bikeve pêwîst e destke hêla hikumeta Başûrê Kuridstanê ve bê dayîn. Tevî ku em dizanin zexteke mezin a madî li ser herêma Başûrê Kurdistanê ji milê hikumeta Îraqê ve heye, lê eger hikumeta Başûr destekê bidin vê projeyê ew ê cihê kêfxweşiyê be, eger nikaribe bibe alîkar em neçar dibin berê xwe bidin gelê xwe da ku ew destekê bide me.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.