Rojnameya Ronahî

Itîfaqa “berdevkan”

Idrîs HENAN

Vê dawiyê navbera Rûs û Tirko de “lihevkirinek” bi çêja bazareke qirêj li ser çarenûsa gelê Sûriyeyê çêbû. Di wê bazarê de dewleta Rûsyayê careke din li koşka Sûtşî, demxeya xwe li mayîndekirina dagirkeriya dewleta Tirk ji axa Sûriyê re xist. Di encamê de; li ser gelek xalên ku careke din bavaniya dewleta Tirk ji terora cîhanî re tekez dike lihevkirinek çêbû. Tişta hatiye ragihandin wê yekê piştrast dike. Tirkiyê di şexsê serokomarê xwe Tayîb Erdogan de berdevkiya çeteyên Heyet Tehrîr Elşam (El Nusra) dikir. Pûtîn jî bê ku agahiya Şamê jê hebe, di derheqê Sûriyê de biryara firotinê girt û peymana radestkirinê bi Tirkiyê re îmze kir. Tişta balkêş ew e; beriya lidarxistina civîna navbera herdu “berdevkan” de, Îran bi tektîka êdî beşdarî hemleya li dijî Idlibê nabe, vekişiya. Lê di heman rojê de, piştî ku encamên “eşkere” yên bazara herdu “berdevkan” bi raya giştî re hatin parvekirin, Îranê got ku; bi şêwre wê civîn hatiye lidarxistin. Di heman demê de taybet piştî qedandina civînê bi şevekê, rejîma Baas jî got ku; wê itîfaqê “erênî” dibîne. Dibe ku bi herduyan re jî hatibe nîqaşkirin, lê gelo hêza herduyan hebû ku vê itîfaqê red bikin? Dêmekî herdu jî derewan dikin. Bi wan re ji şêwrê zêdetir, ferzkirinek çêbûye.
Li gorî gelek çavdêran ev itîfaqa han dualî ye. Hinek serdema itîfaqa Dayton a Bosna û Sirbiyayê bi bîr tînin. Piştî ku çekên giran ên Bosniyan hatin kişandin, komkujiya Sirbinîtsa rû da. Di encamê de, tevî çavdêriya hêzên gerantor ên Holandî, 8 Hezar kuştî çêbûn. Hinek aliyên dîtir jî dibînin ku; Rûsya dixwest bi Idlibê re aloziya Sûriyê li gorî pîvanên xwe çareser bike. Ango hemleya Idlibê weke şerê fînalê diyar bike. Rûsyayê wê bi vê yekê re gelek çivîk bianîna xwarê. Dê li hemberî bloka Amerîka û NATO serkerftinek leşkerî, dîplomasî û siyasî bûya. Wê bandora vê yekê li hevrikiya herdu aliyan li beşên din ên cîhanê kiriba. Lê herhal bloka dîtir jî di wê ferqê de bû, ku nehêle Rûsya bi piştgiriya endamekî NATO çêja serkeftineke wisa tam bike. Ji ber vê jî alavên xwe yên leşkerî tevî dewletên hevlabend veguhestin deryayê spî û gef li Rûsyayê xwarin. Tevgera cidî a dewletên hevpeyman bandor li taktîkên Rûsyayê kir ku vê itîfaqa han bi Tirkiyê re îmze bike. Bi gotineke din ava rûyê xwe bi kêmanî bi sernavekî mirovî (herêmên kêm çek) demkî be jî, parast. Nameya hişyariya berjewendiyên navneteweyî ji Rûsyayê re dereng nema. Israîlê rojek piştre êrişî navendên rejîmê li Laziqiyê û derdora Tartosê kir. Li wan deran bargehên bingehîn ên Rûsyayê hene. Cara yekê ye ku di êrişên hewayî yên Israîlê de Rûs hedef tên girtin. Name ew e ku; ti nikarî li derveyî îradeya me bi Tirkiyê re tişta dixwazî li Sûriyê û herêmê bikî.
Ji xwe Tirkiyê li ser van gengeşeyan dagirkeriya xwe mezin dike. Çav li rêye gavekî nola ya Iskenderonê li Idlibê jî bavêje? Zaten itîfaqa bi Rûsyayê re wê yekê piştrast dike, tenê referandomek maye bê lidarxistin ku rewatiyê bide dagirkeriya Tirkiyê ji axa Sûriyê re. Lê pirsên esas ew in: Gelo di van şert û mercên îroyên de ta kuderê wê werîs ji Tirkiyê re bê sistkirin? Dê hegemoniya cîhanî destûra filitandineke wisa mîna ya Erdogan ta kîjan radeyê qebûl bike?