Rojnameya Ronahî

Berxwedan

Binevş SARYA

Ez bawer dikim di jiyana me hemûyan de, piştî demeke dirêj vegera li bîranînan çêdibe. Jixwe eger bîranîn tinebin wateya jiyanê jî namîne. Carna mirov bîranînên biêş jî tîne bîra xwe. Ez dixwazim behsa çend rojên ji çavdêriya berxwedana serdemê bikim. Dema dewleta dagîrker û çeteyên wê êrîşî warê leheng û xwedawendan kirin, her kesî digot ez dixwazin herim qada berxwedanê, xaka zêrîn biparêzim. Gelek balkêş e ku mirov berê xwe bidin qadên şer û ber bi herêmên di binê agirê devê tifingên zebaniyan ve biçin. Lê ya balkêştir ew e ku, dema gel ref bi ref ji herêma Cizîr û Firatê ber bi herêma Efrînê ve diçû, her kes bi coş û heyecan bû; te digot qey wê biçin dawetê. Berî me, dema gel dixwest derbasî bajêr bibe, li ser rê di destipêka ketina xaka Efrînê de dewleta Tirk bi hawan û obûsan gel tobaran kir. Jixwe armanca wan kuştin û tirsandina gel bû da careke din ti kes derbasî qada berxwedanê nebe.
Lê koma bi navê mertalên zindî û bi pêmana 8ê Adarê wê jinên Bakurê Suriyê û deverên cuda derbasî qada berxwedanê bibûna. 5ê Adara 2018an, li bajarê Qamişlo li qada Şehîd Xebat bi dehhezaran jin kom bûn. Heman rojê karwanê jinan yên ji herêma Cizîr, Libnan, Filistîn, Mexmûr, Başûr û Bakurê Kurdistan hatîn, berê xwe dan Herêma Firatê. Piştî 7 saetan karwanê martalên zindî gihîşt Kantona Kobanê. Dema em gihîştin Kobanê gel em bi coşeke mezin li qada peykerê jina Azad pêşwazî kirin. Jixwe bajar û gundewarên wê, her çend rojan carakê malvaniya karwanan dikirin. Çawa ku tê zanîn xelkê vê herêmê gelek mêvanperwer e. Kî raasta kê dihat, digot bibe mêvanê me. Piştî axaftin û daxuyaniyan, ji gel re hat gotin divê her kes çar û nîvê serê sibê li qada peyekerê jina Azad be. Wê şevê em jî li malekê bûn mêvan û serê sibê zû li cihê hatî gotin amede bûn. Ji wir jî bi beşdariya jinên herêma Firatê bi hezaran jinan me berê xwe da herêma Efirînê. Di rê de her kes bi çoşa serkeftinê dimeşiya.
Roja 6ê Adarê saet 3 em gihîştin gundê Ziyaretan yê destpêka ketina Herêma Efrînê. Ji ber ewlekariyê me nikarî bi hev re derbasî qadê bibin. Dema em derbasî nava gelê herêmê dibûn, her kesî bi coşeke mezin û bi hêviya serkeftinê em pêşwazî dikirin. Xaleke balkêş bû ku ti kes ji ber topan nedireviya. Bi coşeke mezin em ketin kolanên bajêr. Zarokan li ser cadê bi dirûşiman, jinên ciwan jî bi tiliyên xwe yên sembola serkeftinê, em pêşwazî dikirin. Em hefteyekê li qada berxwdanê man û her roj li kolanekê yan jî li destipêka bajêr diman. Di wan 7 rojan de yek kêliyê balafirên şer û keşfê ji asîmanên bajêr kêm nebûn. Serê her çend deqîqeyan bi balafir û topan li nava bajêr didan û xaniyên gel yek bi yek wêran dikirin. Her çend saetan carekê cenazeyên parçebûyî dianiyan nexweşxaneya Avrîn ku herî dawî dewleta tirk ya dagîrker ew jî tobaran kir. Wê demê bûyerên diqewimîn tev balkêş bên. Yek ji bûyerên balkêş ew bû ku gel bê du dilî berê xwe didan qada berxwedanê û bi gelê Efrînêra xwedî li xaka xwe derdiketin.