Rojnameya Ronahî

Fihêt

Sîpan ŞÎNDA

Pergala civakê pergalekî gelik xurt û stûr e. Civak tiştek welêye, dixwaze her tiştî li gor xwe bide rêk û pêk kirin. Gelo ‘kes’ di nava civakê de heye yan nine? Hege hebe çi qeder heye? Yan ji ‘kes’ di nava civakê de dikare xwe çiqasî li hemberî pêstûriyên civakê li ser piya bigire? Gelo civak ji kesan pêk tê yan ji kes ji civakê pêk tê? Pirs zehfin.
Civakên rojhilata navîn û herweha yên rojhilat ji di nav de, ‘kes’ di nava xwe de ne helandine, “kuştine”. Rêbazên civak kesî di nava pê di helîne, ango qetil dike pirrin. Yek ji van rêbaza ji “fihêt”e. Gelo fihêt çi ye? Rêbazeka pêstûriya civakê ya pê kesan tîne hîza rêgezên xwe, li gor xwe û li gor rêgezên xwe kesan pê rêk û pêk dike! Ev rêbaz bi awayekî gelik hişk di nava civakê de tê bikaranîn. Ji ber kû ‘fihêt’, ji bo civakê rêbazekî gelik xurt e. Fihêt, ango şerm, eyb, ne tenê rêbazeke, ew bi xwe bûye pergaleke. Pergaleka welê ye kû tu li tu derî nabînî, lêbelê li her derî heye! Civak ji, vê alava ‘qetil’ kirina ‘kesî’, çawe mirov zarokan ji biçûkatî dielimîne xwarin û vexwarinê, paqijiyê, qedemgehê û hwd, di heman demê de zarokan hînî şermê ji dikin.
Civak ji biçûkatî dest bi êxsîr kirina kesî dike. Ya rast civak nahêle zarok bibe kes ji. Kesayetiyeka li gor pergala fihêtê, şermê, eybê di nava ‘kesî’ de dide ava kirin. Hîmê kesayetiya wan a bingehîn dibe ‘fihêt’. Piştî demekê kes bi xwe ji êdî dibe piçek yê wê pergalê. Fihêt, ji bo kesan, weke tu lixabekê bêxî di devê hespekî de ye. Nahêle ew ne li gor viyana xwe hizir bike, ne ji li gor dilê xwe bijî. Piştî demekê êdî her tiştê kesî li gor viyana ‘fihêtê’ tê jiyîn. Perdê fihêtê di mejiyê mirovan de ewqasî stûr dibe, weke teht û zinaran lê tê. Fihêt ewqasî mejiyê mirovan dorpêç dike, êdî nikarin bifikirin. Xewn û xiyalên wan pirrê caran ji aliyê fihêtê ve têne astenk kirin, tên qetil kirin. Ew ne li gor xwe xewn û xiyalên xwe dijîn, li gor pîvanên ‘fihêtê’ dijîn. Fihêt, weke perdeyek stûr dikeve li ber mejiyê mirovan, ew li kîjan alî ve fekin tenê perdê fihêtê dibînin. Mixabin mirov ji vê weke tiştekî xwezayî dibînin. Bê pirs û pirsyar, di nava taqên zindana fihêtê de dijîn. Ne tenê dijîn, herweha ew kes ji dibin leşkerê û şervanê fihêtê. Weke baskek yê pergala civakê, fihêtê jî, ji xwe re pergalek ava kiriye.
Dema yek tiştekî ne li gor dilê pergala fihêtê bêje, bike cihde pergal bi berevanên xwe ve dikeve dewrê de. Ji her çar milî ve berevanên pergala fihêtê radidin li ser. Pergal qebûl nake kû tu kes li hemberî wê derbikeve, yan ji tiştek li dijî, ji derveyî pîvanên wê bêje yan ji bike. Hinga hin derketin ji derveyi pîvanên fihêtê, dadgeha wê hazire. Hema cihde wan kesan dikêşin dadgeh û wan didarizînin. Pirsa yekem ango êrîşa yekem li ser wan kesan, ‘ma tu fihêt nakî’ ye. Ev çi ye te kirî? Ma fihêt tere nîne? Piştî vê darizandina giran, mirov bi xwe êdî dixesin. Êdî ew li gor sînorên fihetê xiyalan dikin. Pergal, weke mirov programeka computerê lê bar bike, ew ji programa xwe li kesan bar dike. Êdî mirov bi xwe dibêjin, ‘gelo xelk wê ji min re çi bêjin’. Dema yekî ev gotin got, êdî ew ji dibe leşkerekî pergala fihêtê.