Saturday, June 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ker û Gizer; Dewleta Tirk û çete

21/09/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Him rica  dike him jî gefan dixwe
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed SEYDÎ

Li başûrê Sûriyê dewleta Tirk hesabên pir mezin li ser dikirin. Wê texmîn dikir ku şerekî dem dirêj li wir derbikeve û hêzên koalisyonê û Rûsiya werin beramberî hev. Ew jî wê ji bo wê bibiya zemînek ku dagirkeriya xwe li bakurê Sûriyê qewîm bike, komên çete li gorî xwe eyar bike , artêşeke çeteyan ji hemû koman avabike û li ser navê wan ku qaşo mixalîfete bazariyan bike. Lê beriya ku başûrê Sûriyê bikeve rojevê serokê Emerîka Donald Tramp û serokê Rûsiya Vladîmîr Pûtin li hilsînkiyê hatin gel hev û mijara Derai û derdora wê (başûrê Sûriyê) di nava xalên ku li ser lihevkiribûn. Xalên lihevkirina wan nehatin eşkerekirin. Lê piştî civînê Emerîka destê xwe ji Komên li wir kişan. Rûsiya ev herêm kontrol kir û gelek çeteyên li wir di çarçoveya guhertina demokrafîk û bazariyên di navbera Rûsiya, Tirkiyê û îran ku li astanayan pîlan kiribûn ber bi Efrîn û deverên bakurê Sûriyê ve hatin veguhestandin..
Li Idlibê bi hezaran çete hatine komkirin û yên herî zêde navê wan derketiye jî cibhet el-nusra û koma bi navê huras el-dîn yanî dergevanên olê ne. Ev kom bi piranî li Idlibê dimînin. Li deverên din ên ku dewleta
Tirk dagirkirine jî komên çete yên bi navên cûda hatin bi cihkirin. Rewşa Idlibê pişt ku lihevkirin li ser başûrê Sûriyê pêk hat ket rojevê û heta êdî li ber teqandinê bû û digotin ha îro operasyon destpêdike û ha sibê dest pê dike. Lê ew diyar bû ku wê destpêneke. ji ber di warê navdewletî de mijar baş nepijiya ye. Ew daxuyaniyên ku her roj dihatin dayîn û gefên ku wê çekên kîmyawî werin bikaranîn, Bretaniya, Franca û DYE di bin wê hincetê de qale destwerdanekê dikirin ev yek dida ber çavan. Tevî ku hin caran didan xuyakirin ku li wir terorîst hene û divê herêm were paqijkirin.
Rewş li Idlibê niha bi hevdîtina serokê Rûsiya Pûtin û serokkomarê Tirk r.t. Erdogan rawestiya, û dewleta Tirk dîsa xwe avt bextê Rûsiya û ji bo operasyon neyê destpêkirin tewîz dan û mehek mihlet ji bo qanihkirina çeteyan stand.
Di rastiyê de gelek sedemên Rûsiya dest bi operasyonê neke hene. Yek ew bû ku ger Rûsiya berê xwe daba Idlibê wê êdî li ser çi siyaset bikira. Yanî niha Rûsiya bi riya Tirkiye zextê li NATO dike lê ger berê xwe daba Idlibê wê raste rast bihata beramberî NATO. Ya dûyem jî ihtîmala binketina rêjîmê di vî şerî de hebû ji ber hêjmara çeteyên dewleta Tirk li wir komkiribûn pir zêdebû û heta serçeteyan jî di daxuyaniyên xwe de qale êrişa li ser Helebê dikirin ger ku rêjîm ber xwe bide Idlibê. Ji vê tirsê jî Rêjîmê û Îranê hêzên xwe li rojavayê Helebê komkiribûn. Binketina rêjîmê li Idlibê jî wê lewaztiya Rûsiya derxista holê.
Lê piştî lihevkirina ku di nava Pûtîn û Erdogan de çêbû, ketina Rûsiya û rejîmê ger ku dest bi operasyonê bikin ji bo Idlibê wê hêsantir be û encamên wê jî ji bo wan misogerbin.
Ji ber çeteyên ku çend salin li vir bi cih bûne hazirtiyên xwe yên ji bo şerkirinê kirin û xetên xwe yên şer baş amade kirine. Ê dema ji bo 15 km ev herêm ji destê wan were derxistin û bibe herêmên bê çek xeta wan a ku xwe tê de bi cih kirine ji holê radibe û têkçûna wan çiqas şer bikin jî hêsantire ji operasyona ku niha were destpêkirin.
Erdogan xwe niha pir jîr dide xuyakirin lê siyaseta Rûsiya ehmaqiya wî derdixe holê…

Post Views: 43
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike
CIVAK Û JIYAN

Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike

14/06/2025
‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’

14/06/2025
Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
NÛÇE

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.