Rojnameya Ronahî

Xwe ji bîr kirin

Rotînda YETKÎNER

Despêkê her hevalek wek min belkî ji min bêtir bi hstên şoreşgerî, ji bo gelê Kurd an ji bo mirovahî an jî bo hemu van erkên mirov bîne cîh tevlî Tevgera Azadiyên bûn ez bê şuphe bi veya bawerim. Kêm kesayet dibe ku wekê din derfetê jiyanê li pêşya xwe nedî û xwe avêt bextê hêza Azadiyê. Lê dem borî û sal derbasbûn, gelek kesên ku li bêendê bûn wê Şoreş din ava deha an pazde salanda serkeve û wê ji erkên civakî xwe rizgarke û hinek bi kesayeta xwe re bijî. Nebû! Bêlê mixabin dagirkerên Kurdistan hê jî dîn û harin û hê jî daxwaziya tunebûna Kurdan dikin.
Bêl ew dijminin û em dikarin bejin erka wan jî ev, lê me çima armac, daxwaz û erka xwe ji bîrkir? Dema me dest bi hunandina hunerê kir an jî partî got: “tu dikarî ve karê bikî” û em ketin nava xebatê, bendewariya me çibû? Ji bo ku em rojek tenê nav û dengê me hebe û bi tenê em û em bin?
Ewqas stranê ser şehîdanç ser qehremaniyên gerîlla û mizdana nerxên şoreşê ji bo çibû?
Her mirov bi qasê demek kurt an jî dijê dijê û dure bixwaze û nexwazê wê dawî li temenê wê-wî bê. Girîng ewe ku di vê dema kurt an dirêj de, mirov çi dadirxe ji bo paşerojan.
Gotinekê kal û pîrên me heye gelek bi menekê kure, tê gotin. “tu çûyî derek an welatekê, ger mirovê wêderê korbin divê tu jî çavek xwe derbixî” ez ji vê hevokê usa têdighêjim, mirov alîgir an mîlitan an ji dildarê hezekê şoreşker be û bi dehan sala din av wê rexistinêde bijî, dive gelek tiştan ji xwere bistîne. Lê hinek kes hene û nav jî hunermed, siyasetmedararin, tu lê dinêrî deh, bîst an sî sal wekê ker û lal û koran maye din ava me de.
Ere ev kesana usane û ger ez dibînim hevalê li jor bêtir û pirtirê min dibnin. Dibînin lê hîç dest nadin heta wan kesan bi salan li ser destan û tim di revebiriyanda dêhêlin. Gelo ev ne nakokiyek kure?
Kesekê bîst, sî sal di qada ku têde kar dike em bên huner, ger li du xwe xebatek ber çavan, berhemen ji bo paşerojan an şagirtek nahêle tu çava bi salan ji ve kese memnunî? Wê deme ev kesên popîlîst hîç suçtar nini, pirsgirek tarzen tê meşandine.
Mabesta min divir da, em li jor sekinîne û tim rexne li bin dikin, lê ney ji bîrkirin ku ên ku jêr dide meşandin jore.
Gelek Ciwan henê û ez nezda dinasim, di konservatuarê Ewrupa da dixwînin, doktora dikin, ev kesana ditirsin ku bên gel me. Ji ber ku kesên zana û têgihişti nikarin derfetên jiyanê bi dest xin li gel ev kesên bîst û sî salane xwe bi cîh kirine de.
Mînak ev deh sal tê gotin koroyek netewî bête darxistin, gelo li ber veya kelem çiyê? Çima naye avakirin? Kî an kê nahêle?
Divê em deriyê xwe ji tu kesên ku bixwaze ji bo gel, huner an şoreşê kar bikere negrin, lê divê em nehêlin tu kes jî bibe kelem ji ên dixwazin bên gel me re.