Farûk SAKIK
Li Kurdistanê şer hebû. Têkoşîna azadiya Kurdistanê roj bi roj bi pêş diket. Li dijî vê têkoşînê Dewleta Tirk jî konseptek dabû destpêkirin. Di salên 90’î de navê vê konseptê revandin, binçavkirin
û kuştin bû. Bi Vedat Aydin dest pê kirin. Piştî Vedat Aydin li kesek din digeriyan, ku bi vê kuştinê di nav civaka kurdan de tirs û xofê biafirînin. Û 14 meh piştî Vedat Aydin ev nav tespît kiribûn. Mûsa Anter.
Her sal li Amedê mihrîcanek dihat organîzekirin. Gelek nivîskar û hunermend jî tevlî vê mîhrîcanê dibûn. Şaredariya Amedê di sala 1992an de, Mûsa Anter jî vexwendibûn mihrîcanê. Wê biçûya û li wê derê pirtûkên xwe îmze bikira.
Bi balafirek derbasî Meletiyê bû. Ji Meletiyê jî di heman şevê de derbasî Amedê bû. Piştî ku li Amedê li Otêlek bi cih bû, ew tîma ku ji bo qetilkirina wî hatiye avakirin, ket nav hewldanan. Ji aliyek ve her roj diçûn otêlê ew dişopandin û ji aliyek ve ji bo kuştina wî plan çêdikirin.
EWROJ….
Di destpêkê de dixwestin li otêlê wî qetil bikin. Lê ev firsend nedîtin. Ji ber vê yekê planek nû çêkirin. Hogir xistin dewrê. Hemîdê Şirnexî jî hebû. Her du ji partiyê veqetiyabûn. Xwe spartibûn PDK’ê û PDK wan radestî Tirkiyeyê kiribû. Hogir agahî girt, Apê Mûsa li Amedê li Otêlek bi cih bûye. Mustefa Denîz û Yeşîl bi hev re bûn.Yeşîl du planek bû ku Apê Mûsa ji otêlê derxîne.
Ev plana nû jî ev bû; her wekî ku hin îtirafkar in ji nav PKK’ê baz dane û cardin dixwazin herin nav PKK’ê û ji Mûsa Anter alîkarî û navbenkariyê dixwazin. Dema ev daxwaz gihîşt Mûsa Anter bi
kêfxweşî qebûl kir. Apê Mûsa nizanibû ku Hogir bi JÎTEM’ê re dixebite. Lê vê yekê ji derdora xwe ji her kesî veşart.
Hemîd hat Otêlê. Ji Apê Mûsa re got, “Hogir dixwaze bi te re hevdîtinek pêk bîne û li malekê li benda te ye.” Bawerî tîne û bi rê dikevin.
20’ê Îlonê êvarê wî ji otêlê girtin û bi taksiyekê bi rê ketin. Di destpêkê de ew birin taxa Seyrantepe. Lê demek şûnde Apê Mûsa ket nav şikan û ev yek ji aliyê tetîkkêş ve jî hat zanîn. Li hemberî vê yekê, ji wesayitê peya bûn û meşiyan. Çend metre şûnde ji nişka ve vegeriyan û Apê Mûsa gulebaran kirin.
Piştî ku kujer baz da, kesek çû ser cenazeyê Apê Mûsa û wî ji porê wî yê spî nas kir. Pirs kir; Apê Mûsa tu li vê derê çi dikî? Apê Musa jî got; min rakin nexweşxaneyê. Ev gotinên wî yên dawî bûn.
15 deqîqe piştî êrîşê jiyana xwe ji dest da.
Îtirafkar Abdulkadîr Aygan, waha behsa wê rojê dikir; “Piştre me dît ku dem derbas dibe lê tu kes nayê û naçe. Hogir got, em herin cem Yeşîl wan. Em di nav zeviyan de meşiyan çûn cem Yeşîl û ji nişka ve me dît ku deng bi çekan ket. Yeşîl di bêtêla polîsan de guhdar kir û got, bûyerek qewimiye lê em nizanin çi ye. Piştre em li wesayita wî siwar bûn û di ber cihê bûyerê de derbas bûn çûn avahiya JÎTEM’ê. Hemît hat û got, ew tişt temam e. Hogir got tu çima li benda me nemayî? Got ku dema em hatin Seyrantepe ji me ket nav gumanan. Li gor digot, min ew peya kir û ez li pêş ew jî li dû min di kolanê de meşiyan. Piştre vedigere wî qetil dike” Cenazeyê wî dora rojê ji aliyê dewletê ve hat revandin û birin li gundê wî veşartin. Destûr nedan ku merasima cenaze çêbibe.
ÎROJ…
Musa Anter ne tenê rojnamevanekî kurd bû, ew di heman demê de ji bo kurdan sembola doza Kurdistanê bû. Ji bo vê yekê piştî qetilkirina wî jî kurd ji bo xwedîderketina mîrasa wî ketin nav hewldanan. Li ser nave wî gelek tişt hatin lidarxistin. Her sal xelatên çapemeniyê hatin dayin. Şano hatin çêkirin. Nave wî li parkan kirin. Di gelek mijaran de wek Sembola Aştiyê hat nîşandan. Her sal di salvegera qetilkirina wî de ji aliyê kurdan ve li ser gora wî tê bîranîn. Axaftinên wî, nivîsên wî îro jî di têkoşîna kurdan de cihek girîng digirin.