Sunday, June 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tecrîda li ser Ocalan nebuya îro kaos jî tunebû

30/08/2018
in Uncategorized
A A
Tecrîda li ser Ocalan nebuya  îro kaos jî tunebû
Share on FacebookShare on Twitter

Parlamentera berê ya Wanê Tugba Hezer bi wesîleya 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê balkişand ser Rola Abdullah Ocalan a di aştiyê de û wiha got: “Ger şert û mercên azadiya Birêz Ocalan pêk bihata îro me yê behsa dîktatoriya faşîst a bi DAIŞ’ê re pêk hatiye, gelê ku hatiye xizankirin û rejîma yek kesî nekira.”
‘Di 11’ê îlona 2016’an de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re birayê wî Mihemed Ocalan hevdîtin pêk anî û piştî wê tu hevdîtin nehat kirin. Tecrîda li ser Ocalan ev du sale bi awayekî girankirî didome. Parêzeran di vê pêvajoyê de 783 carî serlêdana hevdîtinê kir. Lê bi hincetên ‘koster xerabeye’ ‘muxalefeta hewayê’ hat astengkirin. Parlamentera berê ya HDP’ê Tugba Hezer ku li Ewropayê xebatên xwe didomîne bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê axivî û diyar kir ku tecrîsa li ser Abdullah Ocalan tenê ji ser Tirkiyê nikare bê şîrovekirin û wiha got: “Wisa şîrovekirin kêm dimîne. Piştî komploya navneteweyî pergala Îmraliyê ya ketiye jiyanê, bi awayekî sîstematîk li hemberî Kurdan û hêzên demokrasiyê pêk hatiye. Abdullah Ocalan ji bo hemû gelên Tirkiyê formulek aştiya mayînde û demokrasiyê pêşniyar kiriye. Tevî tecrîd û polîtîkayên îmhayê ev bi kedek mezin pêş xist. Lê aştiyek mayînde û demokrasî berovajî kîmyaya netewdewletek zayendperest, netewperset û mîlîtarîst e.”
Tugbayê di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku li Tirkiyê gotina aştiyê sûc, ya şer jî wek pesn tê nîşandan û wiha dewam kir: “Sedemên vê jî divê di pergala Îmraliyê de bê lêgerîn. Ji ber ku aştî, demokrasî, azadî û edelet li Îmraliyê hat tecrîdkirin. Faşîzma Erdogan ev ji civaka Tirkiyê veşart. Tirkiye niha krîza herî mezin a aborî, siyasî û civakî a dîrokî dijî.
Tugbayê balkişand ser tecrîd û kaosa tê jiyîn û wiha pêde çû: “Ger şertên azadiya Birêz Ocalan pêk bihata, me yê îro behsa dîktatoriya faşîst ya bi DAIŞ’ê re derket holê, bajarên talankirî, qetilkirina jin, zarok û ciwanan, girtina parlamenteran, hevşaredaran, siyasetmedar û rojnamegeran nekira. Wê ji girtîgehan tabut derneketibana. Wê li Dêrsîmê daristan nehata şewitandin. Wê li hember Dayikên Şemiyê êrîş pêk nehata. Ger bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bihata kirin wê Tirkiye ne di kaosê de bûya.”
Tugbayê balkişand ser çalakiyên li ber CPT ya li Ewropayê û grevên birçîbûnê û daxuyakirin ku CPT di mijara tecrîda li ser Abdullah Ocalan de mîsyona xwe nayne cih û çawa ku komploya li hember Ocalan karekterekê wê yê navneteweyî heye, divê tecrîd jî wisa bê dîtin. Tubayê di dawî de wiha got: “Li hemberî tecrîdê li Ewropayê kurd û dostên wan gelek çalakî pêk anîn û van çalakiyan deng da. Li Ewropayê li ber CPT çalakiyên girseyî derbarê tecrîdê de hatin kirin. Bi CPT re gelek hevdîtin hatin kirin. Lê pêşketinek çênebû. Divê em hemû sazî berpirsyariya xwe bînin cih û têkoşînek mezin danîn holê.”…JINNEWS

Post Views: 141
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)
NÛÇE

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)

14/06/2025
Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike
CIVAK Û JIYAN

Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike

14/06/2025
‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’

14/06/2025
Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
NÛÇE

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.