Ji ber lehiya ku ji çiyayê Şengalê tê, rêya di navbera navçeya Til Koçber û navçeya Holê xira bûye û ajokar ji ber vê yekê zehmetiyan dibînin û xetere li ser jiyana wan çê dike.
Ji ber barana dawî ku biharê barî, rêya di navbera Til Koçer û Holê de xira bûye. Cihê ku xira bûye, bi dirêjahiya 433 metre ye. Ew rê herêma rojhilat û rojavayê Cizîrê bi hev ve girê dide. Ji ber wê jiyana ajokaran û kesên ku di wê derê re derbas dibin, dixe xetereyê.
Welatiyên ku di wê rêyê re derbas dibin bang li şaredariyan kirin ku vê pirsgirêkê çareser bikin, ji ber ku rê xira bûye û du erebe nikarin ji berhev re derbas bibin.
Ajokarê bi navê Îbrahîm El-Hemze diyar kir rê jiyana ajokaran dixe xetereyê. El-Hemze bang li aliyên pêwendîdar kir ku rewşa rê di ber çavan re derbas bikin û xetereya li ser jiyana ajokaran çareser bikin.
Miwefeq Salih El-Xelef ê ji gundê Xiwêtle El-Dişo da zanîn ku gelek ajokar guh nadin aliyên xirabûyî, ji ber wê xetere li ser jiyana wan zêde dibe û destnîşan kir ku pêwîst e ew rê di demeke nêz de were sererastkirin.
Di vê çarçoveyê de hevserokê Şaredariya Gel a Til Hemîs a girêdayî kantona Qamişlo Abdulrehman El-Hadî anî ziman ji bo ku cihên xirabûyî diyar bikin gelek caran çûn wê derê û destnîşan kir ku pêwîstiya wan bi kobriyan heye da ku di dema baran û lehiyê de, rê neyê girtin û çûn û hatin jî neyê astengkirin.
El-Hadî destnîşan kir ku ew amadekariyên sererastkirina rêyê di demeke nêz de bikin…ANHA