Welatiyên Hesekê ji ber nebaşbûna nan gazincan dikin. Aliyên têkildar jî sedema vê pirsgirêkê dispêrin nebaşbûna ard. Rêveberiya Aborî jî hewl dide pirsgirêkê çareser bike.
Di demên dawîn de li bajarê Hesekê tevî ku 33 firin xizmeta şêniyên bajêr dikin, lê şênî di peydekirina nan de zehmetiyan dibînin.
Jina ku nan li taxa Kelasê belav dike Fetûma Şêxmûs destnîşan kir ku miqdarê nan pir kêm e, nanê ku ji wan re tê ne yê xwarinê ye, ne baş e û ev yek dihêle ku kesên nan belav dikin tu sûdê ji belavkirina nan nebînin, ji ber ku welatî wî nanê nebaş ku piraniya wî şewitiye, nakirrin û ji ber vê yekê jî welatî gazincan dikin.
Fetûma diyar kir ku wê bi xwe gazincên welatiyan ji komîteyên zimhêrê û ya zabîtê yên şaredariyê re biriye û heta niha tu bersiv ji wan re nehatiye dayîn.
Di nava gazincên welatiyan de ku nanê ji firinên siyahî dikirin pir buha ye, her rebteyek nan li firina mezin bi 100 lîreyên Sûrî tê firotin lê li firina siyahî bi 200 lîreyî ye.
Her wiha dayika Ehmed a ji taxa Til Hecer xwest nanê baş ji wan re were peydekirin.
Dayika Farûq destnîşan kir ku nanê firnên mezin nayên xwarin ji ber wê neçar dimînin ku nan ji firinên taybet bikirin.
Di çarçoveya gazinên welatiyan de yek ji rêveberên Firina 8’ê Adarê Hisên Mihemed diyar kir ku ew di rojê de 18 saetan kar dikin, nan ji ber ard ne baş e, gelek caran ardê kevn ji wan re tê şandin, her wiha rêjeya genimê ter di ard de kêm e.
Desteya Aborî ya Kantona Hesekê di demên dawîn de Komîteya Firinan ji bo ku karê wan bişopîne, pirsgirêkên wan çareser bike û gazinên welatiyan pêk bîne, ava kir.
Yek ji rêveberên Komîteya Firinan Şefîq Silêman destnîşan kir ku ew bi hêzên Ewlekariya Bendavan ên girêdayî hêzên Ewlekariya Hundirîn re di nava têkliyê de ne da ku ardên sexte û nebaş derbasî bajêr nebe. Silêman diyar kir ji ber ku komîteya wan nû ye û têkiliya wan bi aliyên peywendîdar re kêm e, welatî gazincan dikin.
Silêman destnîşan kir ku piştî komîteyên xwe di nava komîn û meclisan de bi rêxistin bikin wê li gazincên welatiyan guhdar bikin, wê vê pirsgirêkê çaraser bikin…ANHA