Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Hisên El-Elî anî ziman Tirkiye a ku destekê dide çeteyên El-Nusrayê, di nava krîzeke kûr de ye. El-Elî destnîşan kir ku aloziya Sûriyê bi danûstandinên Sûrî-Sûrî dikare çareser dibe.
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Hisên El-Elî pêşketinên dawîn, rewşa Îdlibê û hevdîtinên rayedarên MSD‘ê bi rêjîma Sûriyê re nirxand.
El Elî di destpêka axaftina xwe de rewşa Îdlibê nirxand û diyar kir ku Tirkiye di nava krîzeke kûr de ye û destnîşan kir ku heta niha Tirkiyê bi Rûsya û rêjîma Sûriyê re lihevkirineke cidî nekirine. El Elî wiha got, “Lê gotûbêj li ser hebûna çeteyên Cebhet E-Nusrayê hene. Her kes dizane ku Tirkiyê 10 roj wext ji Rûsyayê xwestiye da ku bi Cebhet El-Nusrayê re diyalogan bike ku dawî li vê pirsgirêkê were. Lihevkirineke navdewletî li ser tunekirina hemû komên çekdar heye.”
El Elî li ser rola Îranê ya di mijara Îdlibê de jî wiha axivî, “Îran hemû hewl dide ku rola rêjîmê di herêmê de xurt bike lê ev yek wê ne pêkan be. Di vî alî de dê nakokiyên Îranê û Tirkiyê derkevin. Heke di navbera rêjîm û Cebhet El-Nusrayê de derkeve wê têkiliyên Tirkiyê û Îranê xirabtir bibin.”
El Elî wiha dewam kir, “Rêjîm amadekariyan dike da ku êrîşî Idlibê bike, hebûna terorîstan wekî Cebhet El-Nusra dike hincet. Rêjîm hewl dide çeteyan li Idlibê tune bike da ku rêya Heleb û Beravê, Heleb û Şamê veke û xwe wekî parêzvana Sûriyê nîşan bide.”
El Elî li ser planên Rûsya û Tirkiyê yên li Sûriyê jî ev tişt anî ziman, “Tirkiye, Îran û Rûsya; her yek armancên xwe yên cuda hene, Tirkiye berjewendiyên xwe di herêmê de dibîne, li ser vê yekê komên çete kom dike û li hemberî projeya demokratîk a Rojava û Bakurê Sûriyê bi kar tîne. Îran jî ku hevalbendeke rêjîmê ye, hewl dide bi hemû rêbazan rola rêjîmê li herêmê xurt bike. Bêyî Rûsyayê ne mimkun e ku guhertin li herêmê werin kirin.”
Hisên El Elî diyaloga çareseriya aloziyê ya di navbera MSD û rêjîmê de jî nirxand û wiha got, “Divê hêzên navdewletî û rêjîma Sûriyê jî danûstandinan pêk bîne da ku dawî li terora li herêmê were. Diyalog di navbera MSD û rêjîma Sûriyê de têne kirin, lê heya niha tişteke cidî pêk nehatiye. Diyalogên her du aliyan ji bo çareserkirina aloziyê gaveke pir girîng e, divê rêveberiyên Bakurê Sûriyê vê biryara xwe bide. Her wiha destûra ku were dayîn jî divê mafê hemû pêkhateyan mîsoger bike. Aloziya Sûriyê wê bi diyalogên Sûrî-Sûrî çareser bibe…ANHA