Saturday, June 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li dijî tecrîdê divê em dengê xwe bilind bikin

30/08/2018
in Uncategorized
A A
Li dijî tecrîdê divê em dengê xwe bilind bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî bal kişande ser tecrîda li Imraliyê û diyar kir ku tecrîdê hemû welat dorpêç kiriye, Temellî bang kir ku her kes 1’ê Îlonê li dijî tecrîdê rabe ser piyan û biherike qadan.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî qedexekirina hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, hilbijartinên herêmî û 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê nirxand.

Temellî got: “Me bi civînên ku piştî hilbijartina 24’ê Hezîranê çêkirin dest bi xebatên hilbijartina herêmî kirin. Van rojan jî me xebatên xwe zêdetir kirine.” Temellî, bilêv kir ku ew hilbijartinên herêmî tenê wek hilbijartinên herêmî nabînin, û got: “Armanca me ew e ku em vî welatî ji erdnîgariya qeyûma xelas bikin û rêveberiyê têxin destê gel.”

Temellî wiha dewam kir, “Pergala seroktiyê, ne li gor kîmyaya çanda dîroka Tirkiyê û jiyana bi hev re ya gelan e. Di navbera gel û rêveberiyê de rageşiyeke zêde heye. Di vê rageşiyê de nikarin bi rê ve bibin. her ku AKP’ê di vê yekê de israr dike em ber bi rûxandineke mezin ve diçin. Ji bo ev yek bi dawî bibe, divê gel xwedî li vîna xwe derkeve û tev li rêveberiyê bibe. Gel bi hilbijartinên herêmî dikarin li hemberî vê bisekinin.”

Temellî, ji bo mîtîngên 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku wê li Amed û Stenbolê li dar bixin bang li herkesî kir û got: “Her sal mîtîngên aştiyê tên lidarxistin. Em ê jî di van mîtîngan de cih bigirin. Ji bo dawî li rejîma otorîter bê, ji bo aştiyê em hemû jin û kedkaran, Tirk, Kurd, Çerkez, Ereb û herkesî di 1’ê Îlonê de vedixwînin qadên aştiyê.”

AŞTÎ TÊ TECRÎDKIRIN

Temellî, bi bîr xist ku kesên wê werin qadan, wê bibin dengê girtiyên siyasî û girtiyên nexweş û ji bo dawî li tecrîdê were wê dengê xwe bilind bikin. Temellî got: “Tecrdîkirina Birêz Ocalan tê wateya tecrîdkirin çareserî û aştiyê. Divê Tirkiye hay ji vê yekê hebe û li gor vê tev bigere. Tenê ne gelê Kurd divê hemû gel li gor vê hesasiyetê tev bigerin. Divê tu kes nehêle welat bişewite û bibêje “em naxwazin zarokên me bimirin, em naxwazin welatê me bişewite, naxwazin daristanên me bişewitin û naxwazin canên me bimirin.” Divê em rê li ber vê desthilatdara ku xwe bi şer xweyî dike bigirin.”…MA

Post Views: 41
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)
NÛÇE

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)

14/06/2025
Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike
CIVAK Û JIYAN

Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike

14/06/2025
‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’

14/06/2025
Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
NÛÇE

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.