Saturday, June 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêşangeha Şaristaniyên Mezopotamyayê vedibe

30/08/2018
in Uncategorized
A A
Pêşangeha Şaristaniyên Mezopotamyayê vedibe
Share on FacebookShare on Twitter

Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Elî Elaya ragihand ku di 1’ê Îlonê de pêşangeha El-Ensab (xizm) a şaristaniyên Mezopotamyayê di bin dirûşmeya “Biratiya gelan rastiyek e û ne dirûşmeyek e” de wê were vekirin.
Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Elî Elaya ragihand ku hevkarî bi komeleya El-Ensab a Zanistî ya qebîleyên Ereban û Partiya Sûriya Paşerojê re pêk hatiye da ku peywendiyê bi dewletên erebî û kesayetên dîrokî û çandî re bikin da ku bêne vexwendin û beşdarî çalakiyên pêşangeha El-Ensab a şaristaniyên Mezopotamyayê bêne kirin.
Armanca pêşangeha El-Ensab El-Erebiyê ew e ku şaristaniyên li ser axa Mezopotamyayê jiyane, bêne nasandin. Her wiha ji aşiqên çand û kevneşopiyê re xebatên dîrokî yên gelên herêmê zelal dike, bi taybetî bi riya nexşe, fikr û semîneran rêbaz û şêwazên ku hiştine ev şaristanî bibin xwedî girîngiyeke dîrokî ya mezin bêne gotûbêjkirin.
Di pêşangehê de wê nexşe û wêneyên hin kesayetên qebîle û eşîrên Ereb, Kurd, Suryan, Çerkez û Asûr bêne pêşandan.
Elaya diyar kir ku di pêşangehê de wêneyên hin kesayetên dîrokî ku xwedî bandor û roleke mezin di pêkanîna fikr û têkoşîna civakê de di hemû aliyan de bêne pêşandan, bi taybetî hin taybetmendî heta niha tên jiyîn ku çand û huner gelan nêzî hev dike û rola wan di aramiya fikrî û hişmendiya gelan de mezin bû.
Hêjayî gotinê ye piraniya şaristaniyên Mezopotamyayê ji ber şerên li herêmê rû dane hatine pişaftin. Herî dawî dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê ku gelek peyker û nexşeyên şaristaniyên mirovahiyê li herêmê dizîn û di bazarên Tirkiyê de hatin firotin…ANHA

Post Views: 41
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)
NÛÇE

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)

14/06/2025
Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike
CIVAK Û JIYAN

Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike

14/06/2025
‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’

14/06/2025
Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
NÛÇE

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.