Berdevka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hisên diyar kir ku ne tenê gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn tevahî gelên cîhanê ji fikrên Ocalan sûd digrin û got; “Divê em xwedî li Ocalan derkevin û li hemberî tecrîdê bêdeng nemînin.”
Berdevka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hisên li ser fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkên gelan û tecrîda girankirî ya li hemberî Ocalan axivî û diyar kir ku Ocalan girtîgeh vegerandiye dibistan û pirtûkxaneyeke çareseriya pirsgirêka Kurd.
Tara wiha got; “Komploya navdewletî ya ku 15`ê Sibata 1999`an li dijî Ocalan pêk hat, ji bo bêdengkirina dengê Kurd û ji holê rakirina Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Lê, welatên ku di vê komployê de cih girtin bi taybet jî Tirkiye texmîn nedikir ku wê gelê Kurd evqas bi hêz bibe. Ocalan girtîgeh vegerand dibistan û pirtûkxaneya çareseriya pirsgirêka Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn.”
GEL ÇARESERIYÊ DI OCALAN DE DIBÎNIN
Tara Hisên diyar kir ku roj roj bi Tevgera Azadiya Kurdistanê mezin bû û wiha dewam kir; “Ji ber vê çendê Tevgera Azadixwaz a gelê Kurd her roj mezintir bû, bi hêztir bû. Bû şoreşek enternasyonal. Ne tenê gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn tevahî gelê cîhanê ji fikrên Ocalan sûd digrin û çareseriya pirsgirêkên xwe di fikrê Ocalan de dibînin.”
EM XWEDÎ LI OCALAN DERKEVIN
Tara Hisên bal kişand li ser tecrîda li ser Ocalan pêk tê û wiha pêde çû; “Tecrîdkirina Ocalan û rênedayîna hevdîtinên bi Ocalan re binpekirina mafê mirovan e. Ji ber vê çendê dewleta Tirk, rêxistinên mafê mirovan û CPT ji rewşa û jiyana Ocalan berpirs in. Ocalan ne şexseke, rêberê gelekî ye, filozof û rêberekî fikrî yê ku xwedî projeyên çareseriya pirsgirêkên gelan e. Mînaka vê jî Rojavayê Kurdistanê ye. Çareseriya niha li Rojavayê Kurdistanê berhemê fikrê Ocalan e. Ji ber vê çendê divê em xwedî li Ocalan derbikevin.”
Berdevka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hisên da zanîn ku fikrên Ocalan di nava gel de ye û got; “Ocalan fizikî di girtîgehê de ye, lê fikrê Ocalan di nava gel de ye û gel ji bo xwe kiriye bingeh. Desthilat bi derxistina krîzan û şer xistina nava ol û nijadan temenê xwe dirêj dikin. Êdî dema azadkirina Ocalan hatiye. Divê tevahî gelê Kurd, gelên azadixwaz û demokrat xwedî li Ocalan derbikevin. Ji bo azadiya Ocalan çalakiyên hîn berfirehtir bên lidarxistin. Nabe kesekî xwe Kurd hesab bike, kesekî xwe azadixwaz û demokrat bibîne li beramberî vê tecrîdê bêdeng be.”…ROJNEWS