Saturday, June 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tecrîd sedema hemû krîzan e

30/08/2018
in Uncategorized
A A
Tecrîd sedema hemû krîzan e
Share on FacebookShare on Twitter

Hevseroka DBP’a Amedê Naşîde Toprak diyar kir ku ji bo mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê amadekariyên wan didomin û diyar kir ku tecrîd sedema hemû krîzan e û ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe, şewata daristanan bisekine û balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş divê her kes tevlî mîtîngê bibe.

Li Amedê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bi dirûşma ‘Aştî nikare bê tecrîdkirin’ saet di 16.00’an de li Qada Îstasyonê wê mîtîngek pêk bê. Amadekariyên mîtîngê bê navber didomin. Hevseroka DBP’a Amedê Naşîde Toprak diyar kir ku ji bo mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi rojan berê dest bi amadekariyan kirine û got mijara esas a mîtîngê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Naşîdeyê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku polîtîkayên tecrîdê sedema herî mezin a bûyeran e û wiha got: “Şewata daristanan a li Kurdistanê, neberdana girtiyên nexweş, kuştinên jinan, êrîşên zayendî ên li dijî zarokan ji ber bandora tecrîda Îmraliyê pêk tên.

AŞITÎ NIKARE BÊ TECRÎD KIRIN

Naşîdeyê anî ziman ku Tirkiye niha kaosê dijî û wiha dewam kir: “Di alî aborî, civakî û siyasî de têkçûn tên jiyîn. Tecrîd sedema her cureyê bûyera xerab e. Heta tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bidome wê bûyerên wisa karaset bidomin. Em ê di 1’ê îlonê de li Amedê bi dirûşma ‘Aştî nikare bê tecrîdkirin’ li qada bin. Yekane daxwaza me ev e ku demildest tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî be.

Naşîdeyê balkişand ser şewata daristanan a li Kurdistanê û got ev şewat ji aliyê dewletê bi zanebûn pêk tên û balkişand ser şewata daristanan a ev 4 hefteye li Dêrsîmê didome û da zanîn ku di van şewtanan de gelek zindî telef bûne.

LI DIJÎ ZILMÊ 1’Ê ÎLONÊ

Naşîdeyê her wiha êrîşa li hemberî Dayikên Şemiyê jî bi bîr xist û destnîşan kir ku wê li dijî êrîş, zilm û zextê di 1’ê îlonê de li qadan bin. Naşîdeyê bang li hemû kesî kir ku li dijî zilmê di 1’ê Îlonê  saet di 16.00’an de li Qada Îtasyonê bin û da zanîn ku 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji bo wan xwedî wateyek girîng e û ji bo aştiyek mayînde jî rakirina tecrîdê şert e…JINNEWS

Post Views: 41
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)
NÛÇE

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)

14/06/2025
Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike
CIVAK Û JIYAN

Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike

14/06/2025
‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’

14/06/2025
Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
NÛÇE

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.