Jinên kantona Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne, kiryarên dagirkeriya Tirk yên li hemberî jinan şermezar kirin û bang li rêxistinên jinan û hiqûqnasan kirin ku helwestê nîşan bidin û rê li ber kiryarên wan bigirin.
Artêşa Tirk a dagirker kiryarên xwe yên nemirovî li dijî sivîlên Efrînê didomîne. Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve artêşa Tirk bi dehan jin revandine û destdirêjî kirine. Her wiha ji bo serbestberdana jinên revandî fidyeyê dixwazin.
Di 22’yê Tebaxê de videoyek di nav malperên medya civakî de hate belavkirin. Jinek bi navê Isra Yûsif Xelîl a 19 salî di videoyê de axivîbû û gotibû ku ew zewicî ye û bi darê zorê û gefa çekan, ji aliyê fermendarê Lîwaya Sultan Silêman El-Şah ê bi navê Ebû Emşe yê girêdayî çeteyên dagirkeriya Tirk e, rastî destdirêjiyê hatiye.
Her wiha di 23’yê Tebaxê de koma çete ya bi navê Firqet El-Sultan Murad a girêdayî artêşa Tirk keça bi navê Ayşe Abdulnasir a 20 salî ji taxa El-Mehmûdiye revandibû û piştî wê Ayşe li hemberî 5 milyon lîreyên Sûriyê serbest berdan.
Girêdayî mijara kiryarên dagirkeriya Tirk ya li dijî jinên Efrînê de welatiya bi navê Fatme Xelîl wiha got: “Artêşa Tirk a dagirker rojane sivîlan direvîne û dikuje. Kiryarên artêşa Tirk ji zîhniyeta qirêjî ya Erdogan tê. Divê dewletên ku mafên mirovan diparêzin rê li ber van kiryaran bigirin.”
Welatiya bi navê Canda Silêman destnîşan kir ku Efrîn ji herêmên herî ewle û aram bû. Lê piştî kiryarên artêşa Tirk Efrîn veguherî herêma ku herî zêde rastî terorê tê.
Welatiya bi navê Hûriye Mihemed diyar kir ku kiryarên artêşa Tirk li Efrînê hemû pîvanên mirovî binpê kirin. Çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk rojane bi dehan sivîlan direvînin û dikujin. Her wiha Hûriyeyê destnîşan kir ku armanc ji van binpêkirinan, şikandina vîna gelan e…ANHA