Friday, June 13, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
in JIN
A A
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
Share on FacebookShare on Twitter

Asya Waşûkanî

Weke ku tê famkirin peyva civak ji kom yan jî, kombûnê tê û ev jî têye wateya ku em îro li civakbûnê; bardikin û weke ku tê zanîn Rêber Apo di hevdîtina xwe ya li gel bira û biraziyê xwe Muhemed û Omer de gotiye ku: “Gerek hun xebatên xwe yên sosyalîstbûnê de, xurtbin û gerek hun têkevin nava gel de” û ji wan re qala wateya; sosyalîstbûnê dike û dibêje têye wateya civak bûnê. Rêber Apo her kesayeteke sosyalîst bûye û qet bi tena xwe, ne dima û ji tenêbûnê direviya lê mixabin em jî weke netew; ji tenêbûn û tecrîda li ser Rêberê xwe hêrs û tengav dibin, lê hêzên komploger Rêberê me ji me dûrxist û bi tenê 26 salin li girava Îmraliyê radigirin. Ev jî cihê xembarî û êşê ye ji bo me weke jin û netew û em, lawazî û kêmaniyên xwe jî têde dibînin û ger bêye bîra we; Rêber Apo rexneyên xwe li gerîla û gel kir û got: Ên ku min anîn vir û îşaret bi girava Îmraliyê kir.

Em jî xwe lêhurbûn dikin û dikevin nava mûhasebeya xwe ya hundirîn û  rexnedayîna xwe didin, lê tekez rexnedayîn tenê têrê nake û gerek rexnedayîna me piratîkî be her wiha divê em tekoşîna xwe çend qat bikin ji bo ku em xwe bidin efûkirin û layiqî keda Rêber Apo derkevin. Dema ku em hewil didin li ser mijara jin û civakê, lêhurbûn bikin em bi gelek pirsgirêkên pir cidî re rûbirû tên û wiha li me tê ku em matmayî bimînin. Dema em civakê û jin digirin dest û lêkolîn dikin em dibînin ku civaka me gelekî hatiye xerab kirin û ji çand û exlaqê xwe dûr ketiye. Ji xwe jin û civak pir bi zanebûn ji siyasetê hatine durxistin û ji qedera wan a reş re hatine hiştin û qedera wan pergal bi xweye; ku her li ser wan pilan û pirojan çêdike. Hewil dide ku wan weke keriyê sewalan lê bike. Pergala desthilatdar a serdema fînas pere de hewildan têne kirin ku jin û civakê têxin zefta xwe de û weke amûr bi karbînin.

Pergal wiha li mirovan dike ku wan korfehmî bikin û cehaleta reş li ser wan ferz bike ji bo wan weke koleyan ji xwe re bikarbînin û desthilatdariya xwe berfirehtir bikin. Ji xwe yên ku li dijberî wan derkevin jî wê wan tune bikin. Weke ku têye zanîn pergala desthilatdar bi rêbazên cûda cûda hewil didin ku mirovan ji rêka rast derînin û weke moriyan bikar bînin û koleyên hemdemî çêbikin. Herî zêde jî ketine nava hewildana ku mirovan di hêla fikir û raman de zeft bike ji menfîeta desthilatdariya xwe de. Diyare ku wan rahibên xasok gelekî serê xwe li ser, koledarkirina jin û civakê westandine û niha jî em berhema xebata wan a siyasî dibînin. Ew fikarên xwe yên serwer kirina li ser hişê, mirovan û koledarkirina wan pir bi hostatî pêkanîne ku heyanî roja me ya niha jî berdewam dike.

Dema ku Rêber Apo qala koledarkirina hişê mirov dike û dibêje: Mirov ji hişê xwe de têye kolekirin. Naxwe bandora koledariyê li ser hişê mirov bibandortire, bi qasî kolekirina bedena mirov û ev jî tê wê wateyê ku baweriya kor mirovan koledar dike. Weke ku tê zanîn 5 hezar sal di ser pergala Zîgoratên Sumeran re derbas bûye û hîna jî weke ku îro hatiye jiyan kirin xwedî bandoreke pir xurte. Em jî niha qala azadiya mirov a fikir û ramanê dikin, ji ber ku Rêber Apo şîfra Rahibên Sumeran keşif kir û anternatîfê wê danî holê û got azadiya ku em qal dikin di hêla fikir û ramanê deye. Dema ku mirov hewil dide ku lêkolîn bike, li hemberî xwe baweriya hişk û qalibên wê yên serdema Sumeran dibîne.Ev jî tê wê wateyê ku qalibên zihnî ku civak îro jiyan dike jî sedema xwe ji kiryarê Rahibên Sumer ên wê demê digire.

Li gorî nêrîna min gerek jin û civak vegerin wê demê û hişmendiya, wan Rahibên Sumeran pir baş lêkolîn bikin û bi fikir û ramanên çaxdaş ên Rêber Apo li çareseriyê bigerin û bikin malê civakê. Weke ku tê zanîn Rêber Apo pirosa xwe ya civaka demokratîk, ekolojîk ya li ser bingeha azadiya jinê daniye holê û kiriye malê jin û civakê da ku pirsgirêkên xwe yên azadiyê çareser bikin. Rêber Apo 52 salin ku ji bo azadiya fikir û ramanê tekoşîn dike û her hewil dide ku bi jin û civakê bide famkirin ku îro û dîrok ji hevdû qut nînin. Hîn zelaltir got ku “Em di destpêka dîrokê û dîrok jî di roja me de veşartiye” û silogana xwe ya navdar bilind kir û got “Perwerde, perwerde û cardin jî perwerde”. Ev yek jî da ku jin û civaka Kurd bi rêbazê perwerdê serwext bibin û haj li rastiyên dîrokî hebin û xwe nasbikin. Ji ber ku jin û civaka Kurd gelekî bi şûnde mabûye û ji bo parastina xwe, her xwe li quntara çiyayên asê girtibûye û ev jî bûbû sedema ku weke netew gelekî li paş bimîne û haj li rastiya xwe nebe jî.

Rêber Apo bi fikir û felsefa xwe ya hemdemî her hewilda ku wê tewriya ku dibêje: Mirovên Kurd xwedî dûvikin perçe bike. Ji bo ku xelkên Kurd xwe di serî de ji wê têgîn û tewriyê rizgar bikin û weke hebûn baweriya xwe bi xwe bînin û çalak bibin. Gerek jin û civaka Kurd her lêkolînên pir, berfireh li ser destpêka dîrokê û rola jinê lêkolîn bikin û rastiyên heyî; weke xeleka yekemîn fambikin û xwe di paradîgma Rêber Apo de, kûr bikin û bigihînin rastiyên dîrokî ji bo ku rast jiyan bikin. Ji xwe Rêber Apo li ser têgîn û têgehan mijarake berfireh a perwerdê daniye pêşiya jin û civakê ji bo ku haj li rastiyan hebin, rastî û ne rastiyan ji hevdû cûda bikin. Hew bêne xapandin û cardin jî di mijara têgeh û têgînan de hîna jî qinyata civakê nehatiye kirin ku ew gotinên kevnar ên ji serdema Sumeran de mane û hişê mirovan tevlî hev kirine.

Pêwîste jin û civak herî zêde li hemberî wan peyv û gotinên şaş û xeternak derkevin û berevajî wê rastiyan bînin ser ziman û serwerê jiyanê bikin. Ji xwe Rêber Apo dibêje ku Rahibên Sumeran xweda, çêkirin û birin esmanan û xwe jî li ser rûyê zemîn dane serwerkirin û niha jî em wê zorahiyê dikişînin û tengav dibin. Ji xwe hişê mirov tiştekî wiha ye ku dema bawer dike, pir zû nayê guhertin û niha jî em bi baweriyeke wiha reş û tarî re rûbirû ne. Em hew dizanin bê ka wê çawa hişmendiya me ya, koledarî û baweriya kor, were guhertin û çawa civak çaxdaş bibe. Ji xwe Rêber Apo rê û rêbaz pir zelal daniye holê û gotiye ku ji bo em şerê hişmendiya kevnar û desthilatdar bikin tekez gerek em xwe ji bandora wê hişmendiyê derbixin û fikir û ramanên xwe ronahî bikin, bi silogana fikir, zikir, çalakî ji dil û can beşdar bibin û xwedî rêgezên azad bin û tekoşîna xwe berdewamî bikin û tu engelan li pêşiya xwe nasnekin.

Weke ku têye zanîn di mijara azadiya jin û civakê de, gelek zor û zehmetî têne kişandin. Ji ber ku fikrên koledariyê dinava hişê mirovan de, hêlîna xwe çêkiriye û baweriya kor mejiyê mirovan jî reş û tarî kiriye. Pergala mêrperest û desthilatdar di jiyana civakê de qalibên, pir cemidî dane avakirin û ji mirovan re wiha dane qinyatkirin ku xweda hene û hûn jî weke koleyên wan xwedan (Ebdê xweda ne) hatine çêkirin, ji bo ku hûn jî xizmeta wan xwedayan bikin. Hûn jî weke mirov gerek xwe bi wan xwedayên, hêzdar xwe bidin qebûlkirin û wiha wan fêrî koledariyê dikin û hişmendî wiha têye teşegirtin. Gelek navên mezin û metirsîdar li xwedayên xwe kirin û xwe weke Rahib, li ser jin û civakê dan serwekirin. Navê xwedayan wiha hate teyisandin ku dema mirov wan bi nav dike dilerize. Weke (Qadir, muqtedir, cebar û hwd) navên bi heybet û tirsok.

Ji ber vê têye gotin ku jin û civaka Kurd deyndarên Rêber Apo ne û gerek bi hemû jiyana xwe jê re wefadar bin û têkoşîn bikin. Ji ber ku Rêber Apo di serî de di nava civaka Kurd e, derket û têkoşîn kir û gelekî bi şens û sud bûye ku xwedî Rêberekî weke Rêber Abdullah Ocalan bûye. Niha jî wexte ku gelê Kurd li her devera Kurdistanê û her ciyê ku Kurd lê hene bi yekpareyî têkoşîn bikin û Rêber Apo ji tecrîda heyî rizgar bkin. Bi taybet jî jinên Kurd ên ku Rêber Apo cîhan ji bo wan girt hemberî xwe û têkoşîn kir. Dem jî hatiye ku ew jî deynê xwe bidin û têkoşîna xwe bi encam bikin û pêşengtiya civakê bikin. Bijî Rêber Apo. Bijî yekîtiya xwîşk û biratiya gelan. Jin Jiyan Azadî.

 

Post Views: 20
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 
CIVAK Û JIYAN

Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 

11/06/2025
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
JIN

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E
HAJMARA PDF

RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.