Friday, June 13, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Efrînê sûcên şer

30/08/2018
in Uncategorized
A A
Li Efrînê sûcên şer
Share on FacebookShare on Twitter

Erdnîgariya Efrînê nava gelên Sûriyê de wek sembola aştî û hezkirinê dihate naskirin û herêmeke xweşik bû ku dilê mirovan pê geş dibû. Lê îro hatiye dagirkirin û bûye cihê tirs, kuştin û talanê.
Di meha destpêkê ya êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî Efrînê de 232 welatiyên sivîl, di nav de 35 zarok û 29 jin, şehîd bûn, 668 sivîl jî ku di nava wan de 90 zarok û 100 jin hene jî birîndar bûn.
Di meha duyemîn a êrîşan de hejmara qurbaniyên sivîl gihişte 300’î û hezar û 200 kes jî birîndar. Hejmara kesên ku piştî dagirkeriyê şehîd bûne ne diyar e, hinek derdorên têkildar guman dikin ku di pêvajoya şerê 58 rojan de zêdetirî 500 sivilî ji wan 51 jin jiyana xwe ji dest dane û 5 hezar jî birîndar bûne.
Li dijî êrîşan şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) berxwedaneke qehremanî nîşan dan, gel li dora şervanan bûne yek. Di meha destpêkê de şervanan derbên giran li artêşa Tirk û çeteyan dan, zêdetirî 4 hezar leşker û çete hatin kuştin.
Binpêkirinên Tirkiyê û çeteyên wê ji rojên destpêka êrîşê de destpêkirin. Dema çeteyan gundê Qestel Cindo dagir kir, gefa kuştinê li welatiyên Êzidî dikirin, digotin an hûn ê bibin misilman an em ê we bikujin.
Di nava şer de çeteyan dîlên şer dikuştin û destdirêjiya cenazeyan dikirin, mîna destdirêjiya li ser cenazeyê şehîd Barîn Kobanê.
Piştî ku artêşa Tirk û çeteyên wê Efrîn dagirkirin, rewş li Efrînê bi tevahî hate guhertin, kiryarên rojane yên li dijî mafên mirovan, dizî, talan, kuştin revandin ketin rojeva cîhanê. Ewlehî li Efrînê nema.
Parêzer û hevserokê rêxistina mafên mirovan Mihemed Cemîl dibêje “Tiştên ku li Efrînê dibin ên mîna girtin, revandin, dizî û talanê sûcên şer in, li ber çavên cîhanê pêk tên. Dagirkeriya Tirk hemû pîvan û zagonên navneteweyî binpê kirin.
“Em roniya rojê nabînin, ez û keçikên xwe yên biçûk tenê li malê rûdinin, em newêrin derkevin.” Ev gotinên jineke Êzidî ne ku li Efrînê rûdine, li Efrînê dijî lê nizane çi li derve dibe, bi rêya telefonê bi hin xizmên xwe re diaxive û dibêje “Eger hêviya me bi rizgarkirina Efrînê bişikê, em ê ji bajêr derkevin.”

ZÊDEYÎ HEZAR Û 500 KES HATINE REVANDIN

Di rewşa heyî de, li Efrînê ewlekarî pir xirab e, li herêmê bi dehan saziyên ewlekarî û îstixbaratê hene, lê herêm di navbera komên çete de hatiye parvekirin, her komek li herêma xwe diziyê dike û pereyan kom dike. Jixwe artêşa Tirk van karên diziyê bi rê ve dibe. Ji 20`ê meha Adarê heta 1`ê meha Tebaxê li Efrînê nêzî 300 traktor û 218 erebe hatine dizîn, her wiha bi hezaran motor û jeneratorên elektrîkê, alavên kargehên zeytûnê, kel û pelên malan û dikanan hatine dizîn.
Di nava 4 mehên desrbasbûyî de hezar û 500 kes hatine revandin û girtin û ji bo berdana wan pere ji malbatên wan hatiye xwestin. Heta niha der barê rewşa 450 girtiyan de agahî tune ye, her wiha 15 sivîl hatine kuştin, ji wan 4 kes Êzidî ne.
Gundên Êzidiyan hatin dizîn û talankirin, di serî de gundê Qestel Cindo hate talankirin û welatî ji gund hatin derxistin. Li gorî daneyên Yekitiya Êzidiyên Efrînê heta niha nêzî 50 welatiyên Êzidî ji gundên Qîbarê, Qestel Cindo, Baflûr, Qitmê, Feqîra û Basûfan hatine revandin. Her wiha dagirkeriya Tirkan cihên pîroz û sembolên olî yên Êzidiyan jî hilweşandin.
Dewleta Tirk û çeteyên wê niha hewl didin bi darê zorê welatiyên Êzidî bikin misilman…ANHA

Post Views: 46
ShareTweetPin

Herî Dawî

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
NÛÇE

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 
CIVAK Û JIYAN

Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 

11/06/2025
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
JIN

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.