Friday, June 13, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çîroka wêneyek ji Sinê

30/08/2018
in Uncategorized
A A
Çîroka wêneyek ji Sinê
Share on FacebookShare on Twitter

Di dawiya salên 70ê de, dijberê rejîma Pehlewî, li derveyê Îranê bi rêxistin dibûn. Kesek ku herî zêde behsa wî dibû, Ayetullah Xumeynî bû. Li Parîsê dijiya.
Piştî ku Ayetullah Xumeynî bi têkoşîn û xebata hemû gelên Îranê, di sala 1979an dawî li desthilatdariya şahên Îranê anî, ji paytexta Firansê ji Parîsê vegeriya Îranê. Bi damezrandina komara Îslamê, di hemû waran de bû serdestê çarenûsa hemû gelên Iranê.
Ayetullah Xumeynî bi navê îslamê, hêdî-hêdî berevajî daxwazên gelên Iranê ku li benda reform û azadiyên siyasî-cîvakî bûn, dîktatoriya xwe îlan kir.
Xûmeynî 19ê Tebaxa sala 1979an de li dijî Kurdan cihad îlan kir. Ji wê demê ve li Kurdistan êrîşan destpêkir. Bi hezaran kujer şandin Kurdistan. Gelek kes hatin girtin anjî qetilkirin. EWROJ…
Di destpêka şoreşê de li her deverên Îranê êrîşî mixalifan kirin. Li Kurdistan jî êrîş destpêkiri bûn. 27ê Tebaxa 1979an saet derdorê 17. 00an li bajarê Sînê; 11 Kurd li nêzikî balefirxaneya Sînê, dest û çavên wan girêdayî hatin rêzkirin. Eskerên rejîma Îranê yê ku li hemberî wan rêzbibûn, dest bi gullebaranê kirin. Ew roj li wêderê ev 11 kes hatin qetilkirin:
Ihsan Nahîd, Nasir Selîmî, Şehriyar Nahîd, Cemîl Yexçalî, Ebdûllah Fûladî, Muzaffer , iyazmend, Sînîs Menehçerhrî, Esqer Mubaserî, Muzzafer Ehmî, Îsa Pîrolî û Eta Zendî
Di meha Tebaxê de, di rojnameya Îranê ya bi navê “Îtîlat” de fotografek hat belav kirin. Fotografê wan 11 kesên ku hatibûn gullebaran kirin.
11 Kurdên ji bajarê Sînê, li balefirxaneya Sanandac bi fermana Halhali ku wek “Celadê Şoreşê” dihat binavkirin ve hatibûn qetilkirin.
Di wan kêliyan de rojnamevanek, bi navê Cihangir Razmi ev fotograf kişandibû û di rojnameya Îtîlat de weşandibû.
Ev yek jî di Îranê de înfîal çêkir. Li herderî li vî kesê ku ev fotograf kişandibû di geriyan. Xûmeynî bi daxwaznameyek orjînalê fotografan dixwest. Lê Cihangir Razmi derbasî Ewropa bibû jî. 6 qere fotograf kişandi bû. Ev fotograf di medya cihanê de belav bûn. Nezikî 2 hezar rojname û kovarî de ev fotograf hat weşandin. Mixalifên rejîma Îranê jî ev fotograf bi afîş û pankartan zêdekirin, li her deverên Îranê belav kirin. Li ser vê yekê di derheq Cihangir Razmi de fermana kuştinê derket. Cihangîr ji bo ewlekariyê li derveyî Îranê bû û navê Mazdek bikardanî.
Rojnameya Îngilîz a navdar, Wall Strêt Journal jî wê demê di manşeta xwe de cih dabû vî fotografî. Li ser vê yekê, di sala 1980an de Mazdek xelata Pulitzer girt. Xelat 10 Hezar Euro bû. Lê xwediyê xelatê dernediket holê. Mazdek ji bo ewlekariyê li vî xelatî xwedî dernediket. Sal derbasbûn di sala 2007an de serî li saziya Pulitzer da û xelata xwe girt.
Komkujiyek bi vî rengî jî li bajarê Seqiz pêkhat. 20 Kurd ji ber çalakiyên li dijî rejîmê lidarxistin bûn, hatin darizandin û di encam de hatin gullebarankirin.
ÎROJ…
Piştî şerên Îran û Iraqê, Kurdistan kete bin destê desthilatdariya dewleta Komara Islamî. Ji aliyê rejîma Komara Islamî ve, bi hezaran Kurd hatin kuştin û bi hezaran jî bi darê zorê di girtîgehan de hatin îdam kirin.
Li Îranê çalakvanên siyasî û kesên azadîxwaz ji sedemên raman û fikrên xwe têne girtin. Van kesan bi şêweyên formalîte mehkeme dikin û dawiyê de jî ger ew xwe teslîm nekin û nameyên poşmaniyê ji rêber û desthilatdaran re nenivîsin, têne îdam kirin. Îro jî li zîndanên Îranê girtiyên siyasî yên kurd ji ber fikr û ramanên xwe bi îdamê têne tehdît kirin. Di sala 1979an de dihatin gulebarankirin, lê îrojî têne îdam kirin. Ewroj ji vê komkujiyêre bi tenê kesek bi navê Cihangir Razmi şahidî kir. Îroj ji kom kujiyan re hemû mirovahî şahidî dike. Ewroj Cihangir Razmi bêtirs- bicesaret helwestek nîşanda. Îroj hemû mirovahî herçiqas bibe şahid jî, lê di lnav helwestek bêdengiyê de nin.

Farûk SAKIK

Post Views: 42
ShareTweetPin

Herî Dawî

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
NÛÇE

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 
CIVAK Û JIYAN

Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 

11/06/2025
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
JIN

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.