Xeyalên Erdoğan ên Sûriyê bi dawî dibin , heqîqet jî ji bo wî gelek dilsoje.
Li gorî her kesekî wate û xeyala bihara Ereban cuda bû. Di xayala Erdogan de ji Misrê, Tunisê, Lîbya, Sûriyê hetanî tixûbê Tirkiyê pekhatina desthilatdariya destbirakên wî xeta Îxwanî Muslîm hebû.
Di serî de li Misrê dawî li xeyalên Erdogan hat. Dûre li dewletên din xeyalên wî yek bi yek têk çûn. Herî dawî hemû xeyal bi Sûriyê ve girêdayî man. Ji ber hebûna civaka Kurd û mabestên hişmendiya Osmanîyan a dagirker ji bo Erdogan Sûriyê ji hemû dewletên din cuda û girîngtir bû.
Ji bo ku statukoya qirker a heyî berdewam bike û civaka Kurd nebe xwediyê maf û statuyê hewcebû rêveberiya nû ya ku were ser kar bi Erdogan ve girêdayî bûya. Ev ji bo Erdogan xala jêneger bû. Lewre hemû hêz û derfetên dewleta Tirk hatin bikaranîn. Hiqûq, exlaq, nirx û pîvanên gerdûnî hemû hatin binpêkirin.
Li gel bi hezaran tir cebilxane, ji tirkên Ûygûr, Kazalkîstan, Azerbeycanê hetanî Tirkiyê, ji hemû dewletên Ereb ên rojhilata navîn û ji hemû dewletên cîhanê bi deh hezaran çete tevî malbatê wan ve biser Tirkiyê re derbasî Sûriyê kirin.
Di xayala Erdogan de bi destê wan çeteyan têkbirina Esad hebû, avakirina desthilatdariyeke bi xwe ve girêdayî û bi destê wê desthilatdariyê qirkirina civaka Kurd hebû. Di heman demê de di xeyala Erdogan de bajarê Îdlîbê jî dinavde li bakûrê Sûriyê guhertina demografiya Sûriyê hebû.
Ji serok dewletê Sûriyê re 6 meh temen diyar dikir. Piştî têkçûna Esad wê li Sûriyê destbirakê Erdogan Îxwanî Mislim bibûna desthilatdar û di bin desthilatdariya wan de li mizgefta Emeviya ya li Şamê xayala nimêjê înê habû.
Di mitînga xwe ya Erzeromê de mizgînî dida karsazên înşaatê yên mezin û di digot ji bo avakirina Sûriya nû amade bin. Di xayala Erdogan de bidestxistina milyar dolaran hebû.
Pişta xwe da tifaqên xwe yên sed salan yên endamên NATO’yê, li Astanayê bi dewleta Rûs û Îranê re rûnişt. Hewla da tifaqa xwe ya bi Rûs û Îranê re weke şantaj li dijber Emerîka û NATO’yê bikar bîne û nakokiyên navbera Emerîka û Rûs kûrtir bike û ji wê nakokiyê sûdê werbigre. Bi saya van nakokiyan di xayala Erdogan de bidestxistina armancên xweyên kirêt hebû.
Lê rewşa ku li Îdlîbê weke heqîqet derketiye holê nîşan dide ku êdî dawî li xeyalên Erdogan tê û bi pêvajoya heqîqeta dilsoj re rûbirû ye.
Niha hevkarên Erdogan Rûs û Îran ji Erdogan re dibêjin “Fermo, çeteyên ku te anîne Sûriyê bi destê xwe ji Îblîbê derxe, heke tu dernexî emê derxin”. Çîn jî dixwaze tevilê operasyona derxistina çeteyan bibe û tirkên Ûygûr ên ku Erdogan anîne wir hemûyan li wêderê tune bike da ku carek din venegerin Çînê. Rûs jî dixwaze Çeçen û yên Qafkasî hemûyan li wêderê tune bike. Lewre derxistina bi operasyonê tê wateya mirina hemû çeteyên aligirên Erdogan. Derxistina wan a bi destê Erdogan jî ne pêkan e. Ji bo derketinê û teslîm bûnê hinek ji wan wê edî goh nedin Erdogan. Soza Erdogan jî ji çeteyan re ewe ku hetanî dawiyê wan biparêz e. Lewre operasyona Rûs, îran û Çînê ya Îdlîbê di heman demê de tê wateya şerê dijber Tirkiyê. Hasilî kelam li Îdlîbê pêvajoyeke gelek dijwar û xeternak li benda Erdogan e.Ji bo Erdogan ya herî dijwar ewe ku têkoşîn û berdêla ewqasî giran a ku heft salê daye bê hemdê wî ji serkeftina Esad re xizmet kiriye û erdnîgariya dawîn a di destê çeteyan de bi destê xwe radestê Esad bike.Têkçûna xeyalên leşkerî bi xwe re têkçûna xeyalên aborî jî tîne. Ji ber ku desthilatdariya Esad û Civakên Sûriyê di rûxandina Sûriyê de Erdogan û hikûmeta wî berpirsiyar dibînin nepêkane di avakirina Sûriyê de jî cih bigre. Ji niha ve Rûsya, Îran û Çîn ew pasta ya ji 500 milyar dolarî pêk tê li xwe û şirîkên xwe parve kirine. Xeyala Erdogan a milyar dolaran jî têk çû. Piştî şerê 7 salan encamên ku derketine û derdikevin holê nîşan didin ku li Sûriyê yê ku herî mezin winda dike û yê ku her mezin têk diçe Erdogan e.Di armanca Erdogan de tasfiyekirina civaka Kurd û Esad hebû. Piştî şerê heft salan yên ku li ser lîngan mane tenê ew her dû ne.
Mihemed ŞAHÎN