Tora piştgiriya jinên siyasî daxwaz ji jinên siyasetmedar û çalakvan dike bi gefan ji qada siyasî gav şûnde ne avêjin. Ji aliyên peywendîdar jî daxwaz kir ku kesên navên jinan reş dikin bi tundî ceza bikin.
Li salona Otêl Şîraton a bajarê Hewlêr Tora Piştgiriya Jinên Siyasî ku ji nûnera jinên di nav Tevgera goran, YNK, PDK, Yekgirtûya Îslamî û Hizba Komunîst pêk tê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Daxuyaniya ku hatî amadekirin ji aliyê endama Tora Piştgiriya Jinên Siyasî Sakîne Şêxanî ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Herêma Kurdistanê ber bi du hilbijartinên giring ve diçe. Ew jî hilbijartinên parlamento ku biryare dawiya meha Îlonê de pêk were. Hilbijartina din jî ya encûmena parêzgehane. Ew jî tê payîn dawiya îsal de pêk were. Nav reşkirina jinên çalakvanên di qada siyasî û civakî de, bûye gavek din a diziya nava civakê. Bi rêya dîmen û wêneyên nebaş ku li ser torên civakî tên belavkirin ev tê kirin. Ev jî yek ji astengiyên serekî yên li pêşiya karkirina jinane.
Weke jin em daxwaz ji welatiyên Herêma Kurdistanê dikin dijî vê hewldana reşkirinê rawestin. Di heman demê de ji hemû dezgeh û aliyên peywendîdar daxwaz dikin kesên van karan dijî jinan dikin cezayên giran lê bibirin.
Daxwaz ji jinên siyasetmedar û çalakvan dikin li hemberî van gevan ji qada siyasî gav şûnde neavêjin.”…ROJNEWS