Friday, June 13, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê dengbêj reseniya kilaman xera nekin

29/08/2018
in Uncategorized
A A
Divê dengbêj reseniya kilaman xera nekin
Share on FacebookShare on Twitter

Dengbêj Evdilezîzê Koçer got, “Divê em têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê bi klamên xwe bikin belge.” Û bang li civata dengbêjan kir ku reseniya berheman xera nekin.
Dengbêjî weke wêjeya devkî ya dîroka Kurdan tê dîtin. Dengbêj Evdilezîzê Koçer diyar kir ku dengbêjî ji bo wî gelekî hêja ye û got, “Piraniya mirovên niha ji tehma vê yekê bêpar in. Mehrûm dibînin, ji ber ku her klameke dengbêjan dîrok e, dîroka me ye. Bi dengbêjiyê re gelek bûyerên û kesayetên girîng ên gelê Kurd, mîna; Geliyê Zîlan, Şêx Seîd Efendî, Xalis Begê Cibrî tên nasandin. Dengbêjî eşq e, şer e, berxwedan e, dîrok e, wêje ye û gelek tişt e.”
Dengbêj Koçer got, “Di dema zarokatiyê de radyoya me timî li ser frekansa Radyoya Erîvanê bû. Bi kêf û kelecaneke mezin me lê guhdarî dikir. Her ku dengê dengbêjekê/î jê dihat, em li dora radyoyê diciviyan. Wê wextê ez 15 salî bûm. Piştî ku teyp û kaset derketin, me êdî kaset ji xwe re peyda kirin. Qîmeta dengbêjan wê demê zêde bû. Eger li malekê dengbêj hebûya, ew mal vala nedima… Klamên wê wextê hatin afirandin her tim tên gotin. Dengbêjên niha mîna wê wextê nikarin berheman biafirînin.”
Koçer got, “Ez bawerim, her Kurdek dema ji dil li dengbêjekî guhdarî bike, wê bikeve bin bandora klaman. Ji ber ku ev huner bi taybetî hunera Kurdan e. Wê di her stranekê de parçeyek ji xwe bibîne, ya jî xwe di nava klamê de bibîne. Bi vê wesîleyê Meryem Xan, Kawis Axa, Mihemed Arîf Cizrewî, Hesen Cizrewî û gelek dengbêjên nemir bandor li min kirin. Tevî van, ez klamên Keremê Malazgirî, Hiseyno Mûşî û gelek dengbêjên din dibêjim. Zêdeyî sed klaman dibêjim.”
Koçer bi bîr xist ku di çanda Kurdewar de dema ku li gundekî ya jî cihekî din mirovek dimir an jî dihate kuştin, bi mehan şîn dihate girêdan, klam li ser dihate gotin û wiha dewam kir: “Niha jî pêwîstiya me bi gelek klamên dengbêjiyê heye. Divê em têkoşîna xwe ya azadiyê bi klamên xwe bikin belge. Divê em hilberînin. Mesela li ser Kobanê di nava mehekê ya jî du mehan de klamek nikare bê afirandin. Bê afirandin jî wê kêm be, ne kûr be. Bi dîtina min, niha derfetên me zêdetir in ji bo afirandinê.”
Dengbêj Koçer anî ziman, dengbêjî hunerek e ku jidayikbûnê dest pê dike û got, “Bêguman niha gelek mirovên me yên dildarê dengbêjiyê hene, gelek ciwanên me hene ku dixwazin xwe di vî warî de perwerde bikin. Tevî astengiyên sîstemê jî, saziyên me yên çandê û malên me yên dengbêjiyê hene ku dikarin perwerde û destekê bidin van mirovên me.”
Di dawiya axaftina xwe de dengbêj Evdilezîzê Koçer bang li civata dengbêjan kir û ji wan xwest ku reseniya klamên ku distirên xera nekin. Koçer got, “Eger reseniya gotinên klaman bê guhertin, wê wextê wê dîroka me jî bê guhertin. Ev yek heqaret û xiyaneteke mezin e li dijî gel.”..MA

Post Views: 39
ShareTweetPin

Herî Dawî

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
NÛÇE

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 
CIVAK Û JIYAN

Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 

11/06/2025
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
JIN

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.