Kongreya Star çalakiyên xwe yên derbarê qonaxa duyem a Berxwedana Serdemê de dewam dike.
Kongreya Star çalakiyên xwe yên derbarê qonaxa duyem a Berxwedana Serdemê de dewam dike. Endama Koordînasyona Kongreya Star Fatma Lekto derbarê çalakiyên ku li dar dixin de axivî û got: “Em ê bi hêz û îradeya jinê Efrînê azad bikin.”
Fatma Lekto da zanîn ku wê xebatên Kongreya Star bi çalakiyên cur be cur bidome û got: “Bi hêz û îradeya jina Kurd ku 58 rojan li dijî hemû teknîkên pêşketî li ber xwe da Efrîn dîsa bê rizgarkirin. Em ê her dem çalakiyên xwe bidomînin. Em ê bi di çarçoveya pêggava “Serî hilde ji bo Efrînê” çalakiyên xwe bê navber berdewam bikin. Di çarçoveya pêngava ‘Serî hilde ji bo Efrînê’ wê kon were vegirtin û hemû jin wê bi rengên xwe yên cuda beşdarî çalakiya vegirtina kon bibin. Wê semîner bên lidarxistin û jinên ciwan wê meşek girseyî li dar bixin. Em bang li tevahî jinan dikin ku beşdarî van çalakiyan bibin.”…JINNEWS