Agahî ji welatiyên sivîl ên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê yên li navenda Efrîn û gundewarên wê ve tên revandin nayê girtin.
Dewleta Tirk û çeteyên wê heta niha li Efrînê bi sedan welatiyên sivîl revandine. Li bermaberî hinek kesên tên revandin fîdeye dixwazin û ji hinekan jî ti agahî nehatiye girtin.
Çeteyên ku hema bêje her roj bi hincetên cuda li navenda Efrîn û gundewarên wê dikevin malan welatiyan direvînin herî dawî li gundê Dargirê yê girêdayî navçeya Mabata a Efrînê welatiyên sivîl ên bi navê Xelîl Mûstefa Yusîf, Bezat Mihemed Silêman, Lewendê Cewdet Elîko, Newroz Eshed Mistefa revandin.
Heta niha ti agahî ji Ehmet Mihemmed Elîko û Cemaldîn Omer Elîk ê ji heman gundî çeteyan bi mehan e revandibûn nayê girtin.
Ji gundê Xeyleka yê navçeya Bilbilê Ehmed Hisên Elî 2 meh in ji aliyê çeteyan ve hatiye revandin. Tevî hemû hewldanên malbata Elî ti agahî nehatiye girtin. Hisên Elî beriya niha jî ji aliyê çeteyan ve hatibû revandin, piştî ku malbatê rêjeyek zêde pere da hatibû berdan. Piştî ku Elî hate berdan bi qasî 20 rojan û şûnde dîsa ji aliyê çeteyan ve hate revandin.
LI ŞÊRAWA 22 KES REVANDIN
Hat ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li navçeya Şêrawa ya Efrînê 22 welatî revandin û îşkence li wan kir.
Hat ragihandin ku çeteyan ji gundê Endarê yê navçeya Şêrawa koma çeteyan a bi navê Hemzat, 6 welatî revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.
Hat gotin welatî dema ku dihatin revandin, bi awayekî hovane dihatin îşkencekirin.
Dîsa hat ragihandin ku ji gundê Birc Heyderê yê yê Şêrawa çeteyên girêdayî artêşa Tirk ên bi navê Feyleq El-Şam 16 welatî ji gund revandin û birin cihekî ne diyar.