Farûk Sakik
Ev pêvajoya nû ku destpêkirî piştî bi Rêber apo re hevdîtina parlamenterê DEM Partî Omer Ocalan, derbasî qonaxeke nû bû.
Ji bo nirxandinek esas were kirin, heta ji Rêber Apo peyamek neyê zehmet e.
Axaftinên aliyê dewletê tên kirin, bi temamî ji bo amadekirina raya giştî ye. Ji bo hêza xwe ya siyasî biparêzin, hin argumanên ku Kurdan diêşînin bi kar tînin. Civaka Kurd ji van kiryaran pir aciz in. Ez bawerim piştî ku Rêber Apo tevlî pêvajoyê bibe wê nirxandinên ku îroj tên kirin tev vala derkevin. Armanca destpêkirina vê pêvajoyê her çiqas zelal nebe jî, dewleta Tirk di rewşeke xeter de ye ku Bahçelî ev maraton da destpêkirin. Di Şerê Sêyemîn ê cîhanê de guhertinên wê li Rojhilata Navîn werin çêkirin wê li ser dewleta Tirk bandoreke mezin çêke.
Nexşeya di dema ‘Peymana Sewrê’de ku we dîtibû, îhtîmaleke ji nû de were xêzkirin. Dewletên ku di şerê yekemîn ê cîhanê de bi cedwelan hatibûn xêzkirin, wê sînorên wan ev car bi xetên gaz û petrolê werin xêzkirin. Sînorên dewleta Tirk ên îro, wek sînorên Lubnan, Urdun, Sûrî û Iraqê di wê serdemê de hatibûn destnîşankirin. Di vî şerê îroj de, di operasyona Îsraîl dayî destpêkirin de, Tirkiye jî wê para xwe bigire. Ev yek ji aliyê Erdogan ve hatibû îtirafkirin. Ji bo pêşî girtina vê bahoza Îsraîlê ya nêz dibe, rûpelên dîroka xwe ji nû de vekirin. Di nav van rûpelan de, rastî Kurdan hatin.
Di şerê Milazgirê de ji çolên Asya Navîn hatibûn û ketibûn Anatoliya. Ka dibêjin deriyê Anatoliya li Milazgirê vebûn. 10 hezar şervanên Kurd ku erdnîgariya vê herêmê baş dizanibûn di şer de ji Tirkan re rêbertî kirin. Ya duyem hevkariya Kurd û Tirkan di şerê Çaldiranê de bû. Şerê Çaldiranê an jî Şerê Ebexê, di 23’yê Tebaxa 1514’an de pêk hat û bi serkeftineke Împaratoriya Osmanî li ser Împeratoriya Sefewî bi dawî bû. Kurd û Tirk sedsalan bi hev re jiyan.
Ya sisiyan, di şerê îstiklalê de hevkariya Kurd û Tirkan çêbû. Di serdema Şerê Yekemîn ê Cîhanê de bi Sewrê, ji împaratoriya Osmanî ji wan re parçeyek biçûk mabû û derdorên wan jî hatibû dagirkirin. Bi hevkariya Kurdan ev sînorên xwe yên îro parast.
Di dîrokê de rastî van her sê hevkariya Kurd û Tirkan hatibûn. Lê ev car wisa hêsan nebû. Kurd di Rojhilata Navîn de xwedî hêzek mezin in. Ev şerê em bahs dikin di nav sînorên Kurdan de derbas dibin.
Li Başûr herêmêke azad heye. Li Rojava sîstema rêveberiya xweser roj bi roj sîstema xwe dide qebûlkirin. Li Bakur xwedî siyasetek demokratîk e ku hevsengiyên îqtîdaran diguhêrîne. Li Rojhilat jî di paşerojê de heger li Îranê şer belav bibe Kurd jî bi hêza xwe ya mezin wê dakevin qada şer. Gelek alî di şerê Îranê de dixwazin Kurd li kêleka wan cîh bigirin.
Em hêza Kurdan a eskerî jî li aliyek dihêlin. Tirkan dema ji nav rûpelên dîrokê derketin, xwestin bi Kurdan re hevkariya çaran bidin destpêkirin. Di sala 1919’an de Kurd birêxistin nebûn. Serekên eşîr û malbatan li ser navê Kurdan biryar didan. Zû dihatin xapandin. Îro pêşeng-rêber-serok-lîderê Kurdan Abdullah Ocalan heye. Bi komplo û bi tecrîdan nikaribûn pêşî li têkoşîna wî ya doza Kurdan re bigirin. Îroj wa li ber deriyê wî ne û ji wî alîkarî dixwazin. Li gor em geşedan û axaftinên rojane dinêrin lihevkirinek heye. Herkes baş dizane Rêber Apo mafê Kurdan wê baş biparêz e. Wisa hevkariya çaremîn a Kurd û Tirkan wê wek argumanên Bahçelî bi kar tîne dest pê neke. Evcar ji bo gelên heremê ji vî şerî zêde êşê nebînin nexşeriya Abdullah Ocalan wê bikeve dewrê.