Navenda Nûçeyan
Xebatkarên medyaya Kurd ji tevahiya Kurdistanê ku li Ewropayê xebatê dimeşînin, piştî civînekê Kolektifa Medyakarên Kurdistan Ewropayê dan avakirin. Tê de jî biryar hat girtin ku divê rojnamevanên Kurdistanê di çarçoveta rêxistinbûneke azad de werin ba hev û ev rêxistin rol û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.
Rojnamevanên Kurd ku li ser banga zêdetirî 70 xeebatkarên medyayê yên ji welatên cuda ên Ewropayê li bajarê Aalst ê Belçîkayê hatin gel hev, nîqaşa rêxistinekî ku wê ji serdama nû re bibe bersiv, kirin û Kolektifa Medyakarên Kurdistan li Ewropayê dan avakirin.
Hevdîtina ku piştgiriya piraniya aliyên girîng ên medyaya Kurd wergirt, 19’ê Nîsanê dest pê kir. Civîn du rojan dewam kir û bi temamî zimanê Kurdî bû. Di civînê de rewşa medyaya Kurd, pêvajoya siyasî ya heyî û rola medyaya Kurd hate nîqaşkirin.
Bi taybetî hat pêşniyarkirin ku medyaya Kurd di serdema medya dijîtal de xwe li gorî şert û mercên nû saz bike û hate destnîşankirin ku pêwîstî bi rêxistinbûnên medyayê ya xurtir heye.
Hate diyarkirin ku rola medyayê ne tenê teşhîrkirin e, di deman demê de veguhertin û avakirin e.
Di civînê de îşaret bi tecrube û sazîbûna jinan ku di qada medyaya Kurd de bi dest xistine, hate kirin.
Di dema nîqaşan de rojnamevan Gulîstan Îke pêşniyar kir ku ji bo belavkirina tecrubeyên Kurdan akademiyeke medyayê ya online were avakirin. Gulîtan Îke di heman demê de dest nîşan kir ku ji bo mayîndekirina tecrubeyên çapemeniya Kurd, girîngî bi veguherandina belgeyê nivîskî heye û wiha got: “Divê em ji rewşa xwedubarekirinê, derkevin. Medya ji civakê dûr ketiye, ev pirsgirêkeke cidî ye. Hesasiyetên li hemberî pirsgirêkên civakî lewaz bûne. Medya li gel teşhîrkirinê divê rola xwe di avakirina civakî û guhertina zihniyetê de bilîze.”
Di civînê de bi taybetî weşanên zayendperest a saziyekî medyayê ya Başûrê Kurdistanê ku teşwîqî pir hevserî dike, hate rexnekirin.
Di roja dawiya civînê de nêrîn û pêşniyarên ji bo çawaniya avakirina rêxistinbûnekê, hat gritin. Di nîqaşên roja duyemîn de ku zêdetirî 40 xebatkarên medyayê tevlî bûbûn, awayên rêxistinbûnê yên weke Komale, Tor, Federasyon, Kolektîf, Yekîtî û Însîyatîf hatin nirxandin û hat nîqaşkirin bê ka navend li ku derê be.
Hate destnîşankirin ku avaniya were avakirin divê têkiliya xwe bi rêxistinên çapemeniyê ya navneteweyî re pêş bixe. Bi nêrînên hevpar biryar hate girtin ku ev avanî di statuya komelelyê de be û navenda vê jî bibe Burkselê.
Di nava navên hatin pêşniyarkirin de Kolektifa Medyakarên Kurdistan li Ewropayê bi piraniya dengan hate qebûlkirin. Navê komaleyê bi Kurdî hat tomarkirin.
Ji bo di statuya komaleyê de xebatê kolektîf were meşandin, komîteyekî ku ji 11 kesan pêk tê hat pêşniyarkirin û di encama dengdanê de hat qebûlkirin. Lê 9 kesên ku ji 4 jin û 5 mêran pêk tê, ji bo komîteyê hatin diyarkirin, piştre hatin erkdarkirin ku di nava xwe de 2 kesên din jî tevlî komîteyê bikin. Komîteya ku hat avakirin ji bo organîzekirina konferansekî mezin a ji bo avakirina komaleyê û ragihandina wê hatin erkdarkirin.
Danzane
Danezana civînê ya di encama nîqaş û pêşniyaran de wiha ye; “Kurd bi salan in ji bo azadiya xwe têdikoşin. Di vê têkoşînê de bêguman bandorekî mezin a medyaya Kurd çêbûye. Kurd ji avakirina Rojanemvaya Kurdistanê ve heta niha, di têkoşîn û xebata qada medyayê de hem berdêlên giran dane û hem jî destkeftiyên mezin bi dest xistine. Îro li seranserê cîhanê bi dehan kanalên televîzyonê yên Kurdî, bi sedan rojnname û kovar hene. Di heman demê de li gorî serdema me, Kurd û Kurdistanî cihê xwe di torên medyaya dijîtal de girtine. Li gel van geşedanan hin rêxistinên me yên medyayê li çar parçeyên Kurdistanê xebatên xwe didomînin. Salên borî ji bo rêxistinbûna li derveyî welat bi taybetî li Ewropayê hin xebat hatine kirin. Lê mixabin ev kêmaniya li Ewropayê heta îro nehatiye derbaskirin.
Hem ji bo pirsgirêkên rêxistinbûnê û hem jî pirsgirêkên taybet ên xebatkarên medyaya Kurdistanê, nûnerên rêxistin û saziyên medyaya Kurdistanê di 19 û 20’ê Nîsanê de li bajarê Aalst ê Belçîkayê li hev civiyan.
Di vê konferansê de rewşa heyî ya Kurd û erdnîgariya Kurdistanê, medya û rojnamevaniya Kurdî bi awayekî berfireh hate nîqaşkirin. Gelek rexne û pêşniyarên girîng hatin kirin. Di encamê de hemû beşdaran bi nêrîna hevpar biryar dan ku divê rojnamevanên Kurdistanê di çarçoveta rêxistinbûneke azad de werin ba hev û ev rêxistin rol û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.
Di vê çarçoveyê de di civîna 19 û 20’ê Nîsanê de ev biryar û pêşniyar hatin girtin:
-Biryar hat girtin ku ji bo rêxistinbûnê komaleyekî qanûnî were avakirin; wê navenda komeleyê bibe Brukselê û endam ji hemû welatên Ewropayê werin qebûlkirin.
– Navê komaleyê bi piraniya dengan weke “Kolektifa Medyakarên Kurdistan li Ewropayê” hat hilbijartin.
– Biryar hat girtin ku komîteyekî ku ji 11 kesan pêk tê ji bo rêvebirina karên komaleyê were avakirin.
-Ji bo rêveberiya komîteyê; Amed Dicle, Gulistan Çiya İke, Hidayet Îbrahim, Diyar Ezîz Şerîf, Roni Eylem, Niyaz Abdullah, Rojda Delal, Mahir Üzmez, Maxime Demiralp hatin hilbijartin.
-Komîteya hatî hilbijartin xwedî însiyatîf e û dikarin 2 kesên din jî beşdarî Komîteya Rêveberiyê bikin.
-Komîteya Rêveberiyê heta konferansa damezrandinê ku herî dereng wê di payîza 2025’an de were lidarxistin, xwedî însiyatîf e ku li gotî nîqaş û biryarên Konferansa Aalstê karan bi rê ve bibin. (ANF)