Asya Weşûkanî
Weke ku têye dîtin di şerê Cîhanê yê siyemîn de jî êrîş li ser, jin û civakan têye kirin û careke din vîna wan; têye çewisandin. Û fikir, ruh û bedena wan têye dagir kirin û weke ku pir zelal têye dîtin bêka çawa, careke din hêzên cîhanê yên sereke û navendî di nava xwe de; cîhanê perçe dikin û li gorî; sudmendiya xwe dîzayîn dikin. Ew dewletên dirinde û desthilatdar li gorî serweriya xwe, diçine çêkirina nexşeriyeke nû. Ji xwe weke ku têye zanîn ev şerê cîhanê yê siyemîn di encama, çav sorî û xwe lihevdû rakişandinê dertêye holê de. Û di nava şer û gengeşeyên heyî de wê kîjan ji wan, bi serkeve û wê kî wenda bike. Ji xwe ji destpêka piroseya wan hêzên navendî a sedsalê de, hatiye diyar kirin ku wê kîjan hêz bi serkeve û kîjan wanda bike. Lê ji dervede diyar nine ji ber ku pîlan û pirosên wan, tevahî li piştperdê û kuwalîsên tarîde; têne bi rêk û pêk kirin.
Jin û civak jî derd û êşên wan şerên bê merhemet, dikişînin û gelek mirov dibin qurbana şerên cîhanî. Jin û di şexsê jinan de civak fatora van şerên mezin û dijwar didin. Weke ku têye zanîn her sal di encama şer û gengeşeyan de, bi hezaran mirov têne kuştin û nexasim jî di şerên cîhanê de. Bi milyonan mirov hatine qurbanî kirin û hîna jî qurban têne dayîn. Û weke ku têye dîtin ji destpêka şerê cîhanê yê siyemîn de, bi hezaran mirov li Xezaya Filistînê û li Suryeyê û bi taybet jî; li Sahilê Surî heyanî niha bi sedan mirov hatine kuştin û hîna jî, kuştin bi rengekîhovane berdewam dike. Û li kêleka wê kuştinê jî bi hezaran mirov koçber bûne û li kolanan hîna jî bê cih û warin. Mirov ji Xezayê bigire dest û heyanî Yemen, Suryeyê û bi taybet jî li Efrîn, Serêkaniyê, Girêsipî, Cerablus û îro jî li Minbij û perava Suriyeyê; bi hezaran hatine kober kirin û bêcihin.
Gerek were zanîn ku di encama her şer û gengeşeyê de, civak û bi taybet jî jin û zarok ji hêz dikevin û derûniya wan; pir xerab dibe. Û wiha li civakê tê ku wê bi dehê salan bi ser xwe ve neyên. Cardin jî gerek were zanîn ku hêza bi tenê ya ku ji şer û gengeşeyan, sud werdigre jî desthilatdarin. Naxwe civak tevahî jî dibe qurbana hêzên desthilatdar û serwer; ên tundrew û cîhadîst. Naxwe gerek civak di ferqa van mijarên sereke û jiyanî debe; ji bo ku mafê xwe yên xweparstinê pêkbînnin. Lê tekez gerek civak têkeve ferqa xwe de û li hemberî, pergala desthilatdar û navendî xwe birêxistin bike û xwe ji siyaseta wan a şerê taybet; rizgar bike. Cardin jî gerek were zanîn ku wê rizgar kirina ferd û civakê, bi fikir û felsefeya Rêber Apo were kirin. Gerek were zanîn ku xelasiya jin û civakê wê, bi rêbazê şoreşê pêkan bibe û ji derveyî şoreşê wê ti hêz ji derdê; gelan re nebe derman û çareserî.
Û cardin jî ez dibêjim tekez gerek were zanîn ku pêdiviya, civakê ya lezgîn bi xwe rêxistin kirinê heye. Ji zarokên heft salî heyanî temen mezinên heftêsalî, gerek xwe bi rêxistin bikin û dest bi tekoşîneke bê hempa bikin. Ti hêz bi qasî hêza gel sereke û navendî nine, di mijara şoreşê de û nexasim ku Rêber Apo di mijara şoreşê de; wiha nirxandiye û gotiye ku li kêleka şerê gerîla yê şoreşgerî gerek şerê gelê şoreşgerî jî were kirin. Û gerek gel jî were bi rêxistin kirin û me tevahiyan jî dît bêka çawa, gelê Kurd tevî gelê Ereb û gelên din ên Suryeyê di Bakur û Rojhilatê welat de; tevan mil bi mil, li ser bendava Tişrînê (Bendava Şehîdan) bi dengê, pir bilind gotin em şerê gelê şoreşgerî li ser vê bendavê îlan dikin. Û berxwedana gel û tekoşîna wan sed roj derbas kiriye û hîna jî, bi wê ezmê û berxwedanê berdewam dikin.
Yekitî û xwişk û biratiya gelan xwe li bendava şehîdan da, nîşandan û îsbat kir û tevahî cîhanê jî şahidiya wê kir. Û vîna gelan da îsbat kirin ku gerek hêviya xwe bi ti hêzên derve re nedin, girêdan û bi hêza xwe ya zatî li berxwebidin û xwe biparêzin. Û careke din hate diyar kirin ku gelên Bakur û Rojhilatê Suryeyê hêviya xwe, bi xwe anîne û careke din, baweriya xwe bi ti hêzên cuda re; nedin girêdan û hêza bingehîn ew bi xwe ne. Gerek were zanîn ku şoreş bi gelan çêdibe û navê şoreşa karkiran, ji şerê gelan re têye gotin û gelê Kurd jî tevî gelên cîran xwe bi rêxistin kir û xwedî li; destkeftiyên şoreşê derketin û bi canê xwe parastin. Weke ku têye zanîn heyanî niha bi dehan welatparêz, hunermend, xebatkar û rojnamevan; li ser wê bendava zalim şehîd ketin û li keda qehreman û tekoşeran xwedî derketin.
Weke ku têye dîtin pergalên desthilatdar û tundrew, bi rêbaz û kiryarên xwe yên susret wiha li gelan kirine ku bibêjin em hew dixwazin divê cîhana; weke dojehê de jiyan bikin û mirinê hêvî dikin û dibêjin: Mirin ji rewşa heyî re xweştire û li şûna jiyanê mirinê pesend dikin. Û dema ku civak dikevin nava şer û gengeşeyan de, herî zêde jî jin û zarok ziyanê ji wan şeran; dibînin û hêzên êrîşkar wan weke xenîmeta şer digirine dest û wan; mijokdar dikin û tînin rewşa perîşaniyê. Û weke ku têye zanîn piştî her şer û gengeşeyan ji hêla desthilatdaran ve, hejmara şehîd û birîndaran têye zelal kirin û derbasî, qeydên fermî dibin. Lê mixabin ti kes pirs nake û nabêje gelo çi hate serê jin û zarokan û çiqas ji, wan hatin kuştin û çend ji wan bi destdirêjiyê re rû bi rû man. Yan jî nabêjin gelo çi hate serê wan jinên hêsîr û ji bo serbest berdana wan, ti hewildanan jî nakin.
Di nerîna min de bûyerên herî susret jî ewe ku mirov bêxwedî, bimîne û weke nasname wenda bin û tişta herî xerab jî ewe ku jin, zarok, felc û kale mêr û pîre jin; neyên pirsîn û ji nedîtîve werin. Û tişta herî xerabtir jî ewe ku piştî şer weke mirovên, ziyan dîtne neyên hesab kirin û nekevin qeydên fermî de. Di nerînamin de hovitiya herî xeternak jî ewe ku, wendahiyên wiha ji nedîtîve werin. Û ez li vir pirseke wiha dikim û dibêjim gelo mirov dikare navê çi li wan qurbaniyan bike û wê çawa, hejmara wan têkeve qeydên dewletê yên fermî de? Û gelo wê kîjan hêz berpirsiyariya wan bigire ser şanê xwes? Tekez gerek were zanîn ku em di cîhaneke bê maf û edalet de, jiyan dikin. Û careke din jî em dibêjin gelo pîvanên mirovahîyê çine û çima qala heq û huquqê têye kirin?
Gelo çoma pirsên wiha nayên pirsîn? Yan jî ew hêzên êrîşkar ji hesab dayînê ditirsin, naxwe çoma nayê? Gelo li kuye mirovahî û heq û huquq çima tenê, li ser qaxez dimîne? Di nerîna min de gerek mirovahî hew bêye xapandin û gerek neyê, gotin ku hêviya me mexine û hêviya herî rast jî; ewe ku civak bi xwe bawerbe û mafê xwe bi destê xwe, qezenc bike. Û gerek were zanîn ku maf û mafdarî ji neyaran, qet nayê hêvî kirin û bi tekoşîn û kedê têne qezenc kirin. Û gerek were zanîn ku sedema bangewaziya Rêber Apo a ku, di 27 sibatê de hate ragihandin mebesta xwe ya bingehîn jî; ewe ku civaka mirovahî ji şer û tundiyê were rizgar kirin û bangewaziya Rêber Apo ewe ku civaka, mirovahiyê ji tarîtî û zulmê xelas bike. Û weke ku em bi çavê ser xwe dibînin ku rojane, bi sedan mirovên bêgane (Bêguneh) têne kuştin û dibin; qubaniyên tundî û şeraseta mirovê çete û terqiyayî.
Di vê derbarê de Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, dibêje ku dawiya serdema şer û tundiyê hatiye û gerek tevahî cîhan li hemberî; şer û tundiyê raweste û xwe di vî warî de pir baş bi rêk û pêk bike. Û weke ku em şahidiyê dikin Rêber Apo di nava tekoşîn û hewildanên, pir xurt deye û gotiye ku ji her demê zêdetir; ez bi hêvîme û tekoşîn dikim. Naxwe gerek em jî xwedî hêviyên pir mezin bin û tekoşîna me jî, ji dil û can be û em serkeftinê armanc bigirin. Û cardin jî Rêber Apo dibêje ku ez ji her wextê zêdetir ji çareseriyê re, hazirim û nexşeya rê jî daye nîşandan. Û weke ku têye zanîn tevahî cîhan jî îro di nava şer û gengeşeyan, deye û rojane bi sedan mirov têne kuştin. Û ruhê mirovahîyê têye qetil kirin.
Ji xwe hewildanên hêzên sermayedar ên gilobal ketine, nava hewildanên ku hêzên tundrew û çeteyên cîhjadîst; bikin serwerên cîhanê û wan ji xwe re weke amûr bikar bînin. Ji xwe weke ku me li jor jî daye diyar kirin, di şer û gengeşeyan de ziyanê dibînin û têne kole kirin jî jin û zarokin. Û ji bo xelasiya wan em hazirin ku canê xwe jî feda bikin. Ji xwe gelek caran jî jinan dikin weke wesîleya lihevhatin û aşîtiyê, ku ew jî cureke din a qurbanî kirinê ye. Û di demên pefçûn û şerên eşîran de jî gelek caran keçên ciwan, dikin berdêla çareser kirina pirsgirêk û nakokiyên xwe yên hundirîn. Û ji bo ku du eşîr li hevdû werin û dijminatiya xwe; bi dawî bikin jinan ji xwe re dikin qurbanî. Lê qet pirs nakin gelo wê rewşa wê keça ku weke bûk diçe nava malbateke ku dijminê wan bûye. Û ji xwe ji keçê pirs jî nakin û nabêjin; gelo te qebûle yan jî na û biryara zewaca wê didin. Û ji her du hêlan re jî giringe ku mêr li hevdû werin û dijminatiya xwe, bi dawî bikin lê wê çi were serê jinê û wê jiyana wê; çawa bibe qet ji wan re ne giringe û hema biryar didin.
Bi rastî dema ku mirov li ser van mijaran, dihizire gelekî matmayî di mîne û wê demê his dike bêka jin çawa; di rewşeke zor û zehmet de jiyan dike. Ez carnan jî wiha dihizirim û dibêjim: Gelo dayik û dapîrkên me heyanî niha jiyaneke, wiha zor û zehmet çawa tehemûl kirine û mirov li şûna wan; jinan hêrs dibe û têye rewşa ku qirêzê derbas bike, niha tişta li vir girin ewe ku mirov hevdû his bike û dest bi tekoşînê bike. Û cardin jî ez dibêjim em weke jin xwedî şenseke pir, mezinin ku rêberekî weke Rêber Apo ji mere derket û em şiyar kirin. Rêber Apo pergala sitemkar a mêrê desthilatdar pir zelal danî holê û got ku, hun jin gerek bi xwe rastiyê bibînin û dîroka xwe bi xwe; binivisînin û xwe bikin yek û bi rêxistin bikin. Û cardin jî Rêber Apo got ku ger ku hun xwe azad nekin wê ti kes, we azad neke û em kirin artêş û partî.
Û gerek em jî weke jin xwe bikin yek û pir baş û bi zanebûn, xwe bi rêk û pêk bikin û li keda Rêber Apo û tekoşîna wî a 52 salan xwedî derkevin. Cardin gerek em weke jin qîmetê keda fermandar û şervanên qehreman, ên ku şer kirin û canê xwe ji bo azadiya jin û civakê feda kirin pir baş zanibin û tekoşîna wan bibin serkeftinê. Û cardin jî em bi hurmet û minetdarî rêheval û fermandarên xwe, bibîrtînin û sozdariya xwe ji wan re nû dikin û dibêjin: Hun pêşeng û rêzanên mene û dibin raya we de, heyanî serkrftinê emê tekoşîn bikin. Rêber Apo 52 salin ku ji bo aşîtiyeke mayendî û çareseriyeke demokratîk, têdikoşe û 26 salin ku li zindana Îmraliyê; ji bo mirovahiyê li wekhevî, edalet û azadiyê digere û îro jî ketiye nava hewildanên pir mezin ku pirsgirêkên gelan çareser bike.
Em jî weke jin, ciwan û tevahî gelên azadî xwaz em fikir û pirosa Rêber Apo; a wekhevî, aşîtî û çareseriya civaka; demokratîk pesend dikin û emê bi tyevahî hêza xwe beşdarî, pêvajoyê bibin heyanî ku peradîgma Rêber Apo a civaka demokratîk û konfederal li ser bingeha azadiya jinê pêkan bikin. Bijî Rêber APO. Bijî yekitî û xwişk û biratiya gelan. Jin jiyan azad.