Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Huner îfadekirina nasnameyê ye’

20/04/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Huner îfadekirina nasnameyê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Wênesaz Şînda Îsa tekez kir ku huner ne tenê tecrûbeyeke, ew îfadekirina nasnameya wê ye û wiha got: “Huner ji bo min wesîleya fêmkirina jiyanê ye.”

Di Festîvala Wêje û Hunera Jin de gelek wênesazên jin bi tabloyên xwe festîval dewlemend kirin, 23 wênesazên jin beşdarî festîvalê bûn, di heman demê de 40 tabloyên bi rengên cuda hatin pêşkêşkirin.

Wênesaz Şînda Îsa ku bi temenê xwe 31 salî ye, cara yekemîn tevlî festîvala Wêje û Hunera Jinê dibe, lê berî niha di sala 2024`an de tecrûbeya wê di pêşengehên wênesaziyê de hebû. Vê salê Şînda Îsa du teblo hilbijratin, du tabloyên cuda bi hûrgûliyên wê yên xweşik, ku dema mirov lê meyze bike wê di kurahiya wan de gelek wateyan nas bike.

‘Jina bi hêz û birînên jiyanê’  

Wênesaz Şînda Îsa ku ji bajarê Qamişlo ye, di tabloya xwe ya yekemîn de Portreya bi rengên Zeytî hilbijart, tê de jina bi hêz, qehreman û xweşik temsîl kir, ku karîbû xwe bibîne li hemberî tarîtiya di hundirê xwe de û wiha ji rojnameya me re got: “Neynika di hundirê tabloya min de ne cam e, lê ew giyanê jinê yê paqij û pak temsîl dike, birînên li ser destên wê pirsgirêk, êş û zehmetiyên ku di jiyana wê de derbas bûne; nîşan dide.”

Wênesaz Şînda Îsa tekez kir ku ev jin têk neçû, lê bi çavê rehmê li xwe nêrî û karîbû birînên xwe tedawî bike û wiha anî ziman: “Ew jineke bi hêz e weke kozika ku veghurî pepûleyek xweşik, ji xwe pepûle di hunerê de sembola guhertinê, veghuertin û vejînê ye.” Şînda Îsa zelal kir ku xeleka li ser porê jinê di tabloyê de dewlemendiya giyanê wê temsîl dike û destkeftiyên hundirîn ku xwe bi xwe çêkir îfade dike.

Hinar.. sembola ola Yarasanî

Di tabloya duyemîn de wênsaz Şînda Îsa derbasî cîhana sembolîzma olî û çandî dibe, îlhama xebata xwe ji raporekê girtiye ku behsa Hinarê di ola Yarasanî û hejmarek ji şaristaniyên kevnar dike; wiha got: “Ji hezarê salan ve heta roja îro Hinar fêkiyeke pîroz e li cem Yarasaniyan, di kombûnên olî de piştî pêkanîna rêûresmên taybet tê bikaranîn, ew nîşaneyeke ruhî kur nîşand dide.”

Şînda Îsa xwest vê pîroziyê derxe holê di riya danîna taceke zêrîn li ser fêkiya Hinarê û wiha got: “Hinar ne semboleke asayî bû, di şaristaniyên mîna Someriyan de, ji bo xwedawend Înana dihat pêşkêşkirin ji ber semboliya wê ya zayînê, herwiha li cem Aşûriyan pîroz bû, wekî din di mîtokojiya Yûnanî û Romanî de hate diyar kirin û di Çîna kevnar de, ola Cihu di Tewratê de hate diyar kirin, di heman demê de di hunera Xiristiyanî de di yek ji şîretan de hatiye gotin, ew weke vejîna jinûve û jiyana heta hetayê ye.” Şînda Îsa di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “tevlîbûna min ne tenê tecrûbeyeke hunerî ye, lê ew îfadeyeke rast ji bo nasnameya min e, huner ji bo min wesîleyeke ji bo naskirina jiyanê ye, di heman demê de ciheke ku jin karibe xwe ji nûve bibîne.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.