Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo Rojava…Wê Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê were destpêkirin

21/04/2025
in NÛÇE
A A
Ji bo Rojava…Wê Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê were destpêkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Duseldorfê ya duyemîn wê di 23’ê Nîsanê de bi beşdariya 40 fîlm û kurtefîlmên cihêreng li ser asta Kurdistanê bi dirêjahiya 5 rojan were destpêkirin. Îsal ji bo piştgiriya Şoreşa Rojava wê ev festîval bê lidarxistin û sê fîlmên ku Bavê Teyar tê de beşdar bûbû, werin pêşandan.

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê di roja 23’ê Nîsanê de dest pê dike, Fîlm wê li Almaniya, bi taybet li sînemayên Ufa Palast û Metropolê yên Dusseldorfê bên nîşandan.

Festîvala Fîlmên Kurdî ahengeke çandî ye, tê de fîlm û kurtefîlmên kurdî tên nîşandan. Îsal jî bi armanca pêşxistina qada hunerî ji fîlmên kurdî û hem jî parastina çand û hunera sînemaya kurdî duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî wê were lidarxistin.

Di festîval wê 40 fîlmên dirêj û kurtefîlman ji hemû parçeyên Kurdistanê werin pêşandan. Piraniya fîlman kurdî ne, hin ji wan hatine wergerandin û hin ji wan jî bi gelek zimana wê werin pêşandan, weke fîlmên bi zimanê erebî, îngilîzî, hollandî û fransî.

Îsal ev fastîval ji bo piştgiriya Şoreşa Rojava were lidarxistin herwiha wê fîlmên Hat Nehat, Xweş Xeber û Kurmê Darê bên pêşandan, hêjayî bibîrxistinê ye ku ev her sê fîlm jî Şehîd Bavê Teyar tê de beşdar bûbû.

Di heman demê de wê hejmareke gelek ji fîlm û kurtefîlm bên pêşkêşkirin, weke ‘Eine Brücke Nach Rojava’ yê Ekrem Heydo, ew 66 deqîqe ye, ‘Beriya Şevê’ 60 deqîqe ye û derhênerê wê Alî Kemal Çinar e. Di heman demê de wê gelek kurtefîlm bên pêşandin ji wan ê bi navê ‘Ziman’ e dirêjahiya wê 8 deqîqe ye. Hem jî wê kurtefîlmê bi navê ‘Gate’, ‘Goran’ û ‘Zaro Zemar’ bên pêşandan.

Wê gelek hunermend, şanoger, lîstikvan, rewşenbîr û kesên din li ser asta Kurdistanê tevlî Festîvala Fîlmên Kurdî bibin.

Festîval wê bi fîlmê “The Virgin and Child” were destpêkirin. Fîlmê 80 deqîqe ye û wê di saet 8’ê şevê de li sînemaya Ufa Palastê bê nîşandan. Ev fîlm behsa çîroka kesayeta bi navê Avesta ya Êzidî dike ku ji lepên DAIŞ’ê rizgar bûye.

Wê li ser asta 5 rojan ev festîval bê domandin, herî dawî wê Merasîma xelatdayînê ya Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê di 27’ê de piştî pêşandana fîlman û belavkirina xelatan wê bi dawî bibe. Xelatên bi navê ‘Xelata Jîna Emînî’, ‘Xelata Fîlman a Mafê Mirovan’, Xelata Xelîl Dag a Sînemaya Berxwedêr’ û ‘Xelata Fîlman a Yilmaz Guney’ bên pêşkêşkirin. Wê her xelatek ji her çar xelatan ji parçeyekî Kuridstanê re bê dayîn.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.