Dilyar Cizîrî
Di demekê de Şerê di navbera Israîl û Hemas û Huzib El-Ah a Lubnanê de derketiye asta herî jor, di heman demê de Îsraîl û Îranê gefan li hev dixwin û bi fûziyan êrişî hev dikin, tirsa gelek aliyan zêde bû ye. Dewleta Tirk yek ji wan aliyên ketine nava tirs û fikaran. Hesabê rewşeke nû ya Rojhilata Navîn dikin.
Tişta tirsa rayedarên Tirkiyê zêde dikin siyasetên hikûmeta AKP/MHP’yê ya derve ye. Di çend salên dawî de derek nema û dewleta Tirk destê xwe dirêjî wê nekiriye. Ji Sûriyê bigre heta Iraq, lîbiya û heta Efrîqiya şaxên xwe di aliyê leşkerî de dirêj kirine. Wan wiha xeyal dikirin ku piştî 2015’an bi ruxandina pêvajoya Aşîtiyê re ew xwedî hêzeke mezin in, bi taybet balafirên wan ên bê mirov pêşketine, ew ê karibin di tevahî herêmê de serweriya xwe feriz bikin. Wan wiha texmîn dikirin, wê bi wan balafiran karibin tevgera azadiyê li Bakur û Başûrê Kurdistanê tune bikin. Li Rojava jî wê karibin serweriya xwe li ser her derê feriz bikin. Wiha bi fikara hindirê wan wê saxlem bibe, destê xwe avêtin her derê.
Şerê xwe yê li dijî herêmên Parastinê yên Medya jî derxistin asta herî jor, hemû cûreyên çekên qedexe yên NATO’yê bikar anîn. Çend êrişên tunekirinê dan meşadnin. Di encam de hemû êrişên wan têk diçûn. Yê serxistin bi dest dixist gêrîlayên tevgera azadiya Kurdistanê bûn. Ev serxistin di Newroza 2024’an de bi mizgîniya tevgerê ya derbarê xistina balafirên bê mirov ên dewleta Tirk re derket asta herî jor.
Di wê daxuyaniyê de Fermandarê Biryargeha Navendî ya NPG’ê Murat Keraylan got bi destxistina çeka nû ya li dijî balafirên bê mirov wê berê têkoşîna azadiyê bide aliyekî din. Tişta niha tê jiyankirin, gotina Fermandariya NPG’ê isbat dike.
Çend sal in tevî hevkariya PDK’ê û bikaranîna hemû cûreyên çekên pêşketî li Başûr nikarîbûn gavan bavêjin. Li Bakur encamên hilbijartinên şaredariyan li ber çavên her kesî bû. Li Rojava û Şengalê jî em dibînin tevî êrişên wan rêveberî di nava hemû şert û mercan de bi rê ve diçin.
Çalakiya li Enqerê ku bi destê qehremanên fedayî yên HPG’ê ve hate kirin, têkçûyînên dewleta Tirk ku me rêz kirin zêde kirin. Çalakî li Enqere û li dijî kargeha herî mezin a çêkirina balafirên bê mirov pêk hat. Ew kargeh yek ji navendên herî bi ewle yên dewleta Tirk in. Derbaskirina wê navendê tê wateya têkçûyîna sîstema ewlekarî ya dewletê.
Tişta balkêş çalakî di demekê de Erdogan li Civîna Birêke amade bû, pêk hat. Di heman demê de di wê rojê de piştî 44 mehan rê hate dayîn Rêber Abdulah Ocalan hevdîtina malbatê pêk bîne. Piştî çalakiya Fedayî ya Enqerê ku di dilê dewletê de bû, dewleta Tirk êrişeke hovane li dijî Rojava pêk anî. Cihên xizmetguzarî, navendên sotemenî û her cihekî sivîl bombebaran û topbaran kirin. Bi rastî êrişên wan zirareke mezin pêk anîn, lê her ew êrişên xwe zêdetir dikin, nas bikin ku ew lawaz bûne. Ev hîn zêdetir wê di demên pêş de diyartir bibe.