Sîpan Şînda
Di dîroka mirovahiyê de hinek cih û war hene ku ji bo mirovahiyê gelek girîng in, ji ber ku mirovahî li wan cihan kemilîye û çand, zanist, huner û hemî tiștên girêdayî şahristaniyê ji li wan cihan hatîne peyda kirin û dîroka mirovahiyê jî bi saya serê wan cihan hatiye zanîn.
Yek ji van cihan jî warê qedîm, warê verêj, warê bereketê, warê ku sererd û einerdê wê tijî zêr, neft û hemû cureyên mehdenan Kurdistan e. Warê biratiyê, warê, xweşbînîyê, warê bihev re jiyanê, warê parve kirinê, warê dostaniyê, warê tirbêtiyê, warê netew, çand, olên cihê ye Kurdistan. Warê payîzokan e, yê serêliyan e, yê heyranokan e, warê bendên bi şevan xilas nedibîn e, warê çîr û çîvanan e, warê evînê ye Kurdistan. Erê warê evînê ye Kurdistan. Warê Mem û Zînê, Dewrêș û Edûlê, Sînan û Sakînê ye. Lê îro? Belê îro bûye warê bișavtinê, tinekirinê, qetil û xwînê, qirkirinê… Mixabin, ev welatê cihê biratiyê, dostanîyê, tirbêtîyê, kirîvtiyê, hev re jiyanê… ev sed sal in tê talan kirin, wêran kirin, qir kirin. Ev sed sal in qetil û xwîn ji vî welatî xilas nebûye. Dagirkeran her tiștên xweș û baș, her tiștên sebra mirovan pê dihat, her tiştên çavên mirovî pê vedibî, dilê mirovî pê geş dibû, giyanê mirovî pê mest û rihet dibû li vî warî qir kirin.
Belê her çend Kurdistan dergûşa mirovahiyê bû jî, lê hema bêje îro çi şûnwar ji wan netew, ol û çandên kevnar yên li vê xaka pîroz nemane. Ji ber ku ji destpêka sedsala bîstan û pêve bi awayekî sîstematîk dest bi qirkirina hindik netew û olên cuda hate kirin. Mînak Ermenî, Asûrî, Suryanî, Keldanî, Aramî, Cihû ji van netewên li Kurdistanê dijiyan bûn. Di fermana filehan (weke xeyrî muslim dihatin binav kirin!) ya di sala 1915 an de, êdî ev netew bi awayekî sîstematîk ji cih û warên xwe hatin dûrxistin. Bi taybetî ji Ermenî û Cihû bi awayekî sistematîk hatin koçber kirin û ji cih û warên xwe hatin derxistin. Jixwe netewên weke Keldanî, Asûrî, Sûryanî û Aramî hindik mabûn, di fermana 1915’an de hema bêje qira van netewên henê anîn. Piştî ku pişta wan hate şikandin, hemû hatin koçber kirin yan jî qirkirin, paşê jî dor gihabû Kurdan. Jixwe Kurdên Êzidî jî para xwe ji fermana 1915’an standîbûn û ew jî tar û mar kiribûn. Eve sed sal in ev pergal li Kurdan dide û li ber xwe dide ku Kurdan jî weke van netewên din lê bike û ji halê rake, yan jî bide koçber kirin. Lê belê ji ber ku hejmara Kurdan zêde bû û Kurdan liberxwe jî dan, nekarîn bigihên armanca xwe. Lê mixabin di warê bişaftina çandî, zimanî, mejî, giyanî de gihane armanca xwe. Ne çi netew, ne çi çand, ne jî çi olên cuda li dergûşa mirovahiyê de hêlane. Di landika mirovahiyê de êdî ne dengê loriyan tê, ne civatên bi tirbêt û kirîvan têne geradin, ne pîroz kirina cejnên olên cuda mane. Tenê xwîn û girî, qîr û hawar maye li dergûşa mirovahiyê de.
Her çend îro bextê xaka pîroz reş e û dewlemendiyên wê kêm jî bûne, lê hêvî nayêne qut kirin ku rojekê aştî û aramî bête vî warê pîroz.