Farûk Sakik
Tirk di sala 1071’an de, bi hevkariya Kurdan a şerê Milazgirê, ketin Anatoliya û împaratoriya xwe vakirin. Di sala 1919-1922’an bi şerê rizgariyê(kurtukuş) de bi hevkariya Kurda, komara Tirkiyê ya îro avakirin. Û îro dîsa dixwazin sînorên xwe(neo-osmanî) dorfireh bikin. Di pêşengtiya Erdogan de dixwazin sîstemek Îslamî avabikin. Erdogan dema di sala 2002’an de bû desthilatdar, di salên destpêka îktîdara xwe de, li gor Yekîtiya Ewrûpa û Amerîka ango hêzên ku ew anîbûn desthilatdariyê tevgeriya. Piştî demek roj bi roj sîstem guhert û li gor îdeolojiya xwe ya ‘Mîllî Goruş’ siyasetek pêşvexist.
Li Tirkiyê di civakê de guhertinên mezin çêbûn. Li Tirkiyê hin bajar anjî taxên mezin her wek bi sîstema şerîatê dijîn çêbûn. Lê Erdogan ev mîsyona xwe hên jî temam nekiriye. Ev sistem bi demê re wê li Tirkiyê bibe îktîdar. Li pêşiya wê hin asteng hebûn û diviyabû ku van astengiya ji holê rakira. Di destpêkê de dewleta-kûr an jî eskerî tasfiyekir. Dewletek-Kûr a li gorî xwe dîzayinkir. Ji bo pêşîgirtina midaxleyên hindurîn, hevalê xwe yê cîwantiyê, yê rêxistina “Mîllî Goruş” Îbrahîm Kalin, li îstixbaratê-MÎT bi cîh kir. Ji bo ku pêşîgirtina midaxleyên ji derve de wê werin jî, Hakan Fîdan(zilamê îstixbaratên derva) kir wezîrê karê derve.
Bi demê re dît hin tişt wek ku wî plankiriye birêve naçin. Di demek waha de dît ku bi siyaseta demokratîk ku Kurd jêre pêşengtî dike, desthilatdarî ji dest wan diçe(encamên hilbijartinên 31 Adarê). Bi têkçûna desthilatdariyê re wê were darizandin. Ya duduyan; Îsraîl li Rojhilata-Navîn ji nû de dîzayin dike û hebûna Tirkiyê tê wateya, Îrana duyemîn. Tirsa ku ewê Îsraîl berê xwe bide Tirkiyê li Erdogan peyda bûye. Dema ku Tirkiyê ev rastî dîtin, îroj pêdivî bi hevkariya Kurdan ya sêyem, wek hevkariya şerê Milazgir û şerê Rizgariyê dibîne.
Dema vê pêvajoyê dide destpêkirin bi nave PKK’ê tevgerek azadiyê derdikebe pêş wan. Di herdû serdemên berê de Kurd hatibû xapandin. Lê îroj xapandin li dera han, hêzeke ku ewê li ser navê Kurdan biryar bide heye. Di rojevê de mijara pêvajoyek nû tê kirin. Herkes ji 1’ê Cotmehê destpêdike. Herkes navekê nû lê dike. Pêvajoyek nû, pêvajoya aştiyê, çareseriya pirsgirêka Kurd, yekîtiya netewî û hwd. Mijar bi doza Kurdistan ve girêdayiye. Aşitî be, çareserî be her tişt bi PKK’ê ve girêdayiye.
Herkes çekdanîn an jî tasfîyekirina PKK’ê diaxive. Her wek her tişt destpêkiriye û li pêşiya wan bi tenê PKK’ê astengî ye. Lê hewldanên PKK û Rêber Apo yên çareseriyê û aşitiyê ji bîr dikin. Ji bo vê yekê divê berevajî bêçekirina PKK’ê, çareserkirina doza PKK’ê destpê bikin. Doza PKK’ê hên jî dewam dike. PKK’ê kiryarên sed salî ku dijî Kurdan hatibûn destpêkirin, komkujiyên ku hatibûn kirin, tunekirin û asîmlasyona Kurdan ji bona ku bide seknandin derketibû holê. Di vê têkoşînê de gelek bedelên mezin jî da. Gelek tişt bidestxistin. Îroj ji bo van destkeftiyan biparêze hebûna xwe didomîne. PKK’ê ev çend sale şer jî nakê ango li dijî dewletên dagirker operasyonan pêknaynê. Di pozisyona parastina xwe û Kurdistanê de ye. Dewleta Tirk dema pêngavekê bi vî rengî dide destpêkirin, tunekirina PKK’ê hedef digire. Divê Kurd neyên vê leyistikê û bi tenê bawerî bi biryarên tevgera azadiya Kurdistanê PKK’ê bînin. Ji bilî vê yekê axaftinên têne kirin hemû fîşene. Riya çareseriya pirsgirêkan di çareseriya doza PKK’ê de ye.