Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rê nadin hilbijartin û demokrasî bimeşe!

23/10/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Derektina dewleta Tirk, çareseriya aloziya Sûriyayê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Ev demeke hilbijartinên dema şeşan a perlementoya Başûrê Kurdistanê di rojeva tevahî gelê kurd  û bi taybet xelkên Başûrê Kurdistanê de ye. Roja 20’ê vê mehê hilbijartin hatin lidarxistin. Beriya hilbijartinan di gelek nirxandin û şîroveyan de hêviya guhertineke cidî ya di herêmê de tune bû.

Di atmosfera beriya hilbijartinan de Serokê YNK’ê Bafil Celal Telebanî xwest li hember PDK’ê hewldaneke mezin nîşan bide. Heta radeyekê di kombûyîn, mîting û bernameyên xwe yên hilbijartinê de di hin mijaran de rastî anîn ziman. Bi taybet di warê hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk de.

Lê carek din jî diyar bû ku PDK’ê û hevkarên xwe dewleta Tirk wê rê nedin YNK’ê û partiyên din. Wê bi hemû hêza xwe ne hêlin di parlemenê de guhertin  çêbibe. Ev di hejmara dengan de jî diyar bû. Li gorî raporên li ser hin ragihandinên Başûrê Kurdistanê hatin weşandin, PDK’ê di hilbijartinan de, gelek binpêkirin, sextekarî û derqanûnî wekî din kirine.

Berê jî malbata Barzanî ku hemû kursiyên bilind ên rêveberiya herêmê li hev parvekirine,tu rol ji parlemantoyê re ne hiştibin, nêrîna min piştî hilbijartinan jî wê hewl bidin bi riya hevgirtin û anîna komên kêm li kêleka xwe kursiyên xwe biparêzin. Ji niha jî ve diyar dike wê ev hilbijartin tu guhertineke cidî bi xwe re neyne.

Bi taybet di vê demê de ku PDK’ê ji berê zêdetir Başûrê Kurdistanê ji artêşa Tirk û istxbaratê wê re vekiriye. Dagirkeriya xwe bi riya barageh û Artêşa xwe berfireh kiriye. Li ber vê tenê jî nesekinîn, bi hêza xwe ya leşkerî û istixbaratî piştevaniya dewleta Tirk dike. Wan jî wiha barê herî giran ê şerê Artêşa Tirk li dijî gêrîlayên tevgera azadiyê rakirine. Ji ber wê jî PDK’ê wê tu carî rê nede bi riya demokrasî û hilbijartinan guhertineke cidî di sîstema Başûrê Kurdistanê de pêk were. Dewleta Tirk jî herî kêm di vê demê de wê bi hemû riyan derfetê nede guhertinek cidî di herêmê de pêk were. Lê heger mirov li encamên hatine aşkerekirin, temaşe bike, PDK’ê ku di sala 2018’an de 45 kursiyên parlemanê bi dest xistibû, li gorî encamên heta niha negihandiye 40 parlamenteran. YNK’ê tu zêdebûnek mezin bi dest nexistiye. Tevgera Nifşin Nû ku xwediyên 8 kursiyan bû, hejmara parlamterên xwe zêde kirine.

Di vir de pêwistî pê heye Rêveberiya YNK’ê li xwe vegere, çima di van hilbijartinan de nikarîbû encamên zêdetir bi dest bixîne. Diyare rêveberiya YNK’ê di çarçoveya xwe de ma, nikarîbû hîn zêdetir di nava civakê de bandor çêbike. Ev jî niha barê YNK’ê û partiyên din ên li dijî rewşa heyî ya herêmê ne, girantir dike. Di vê demê de pêwistiya gelê Başûr bi bilokek bi hêz a hevgirtî heye.

Ancax di rewşa heyî de ew biloka yekgirtî karibe li dijî siyasetên PDK’ê û hevkariya wan bi dewleta Tirk re rol bilîze. Ji bo ew yek pêk neyê PDK’ê û dewleta Tirk bê navber di nava tevgerê de ne. wê rê nedin bi awayekî demokratîk guhertinek cidî pêk were.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.