Nehîr pale
Nêrandina civaka zayendperest û rêbazên wê dibin sedema qewmandina gelek pirsgirêkên civakî yên giran. Mînak malbatên ku kurên wan tine ne û tenê keçên wan hene di civaka zayendperest de mîna ku nîvço ne û ji malbatên dîtir kêmtirin, li wan tê nêrandin. Şerekî taybet ê dijwar li ser wan tê meşandin û dikevin bin rehmeta civakê de. Dayîk û keçên xwe wê her tim ji derdora xwe bitirsin û di encama wê de berê xwe bidin rêbazên ku hîn zêdetir bibin esîrê zayendperestiyê.
Dayîkeke 5 keçên wê hene, piştî ku bajarê wan hatiye dagirkirin di navbera wê û hevjînê wê de gelek pirsgirêk derketine. Mêr li ser hevjîna xwe zewiciye û berpirsyartiya keçên xwe ranake. Dayîk jî di hemû şert û mercan de ji pirsgirêkên malbata xwe re nebûye hêza çareseriyê. Civakê ew dayîk xistine rewşeke ku her tim hîs bike keçên wê bûne bela serê wê. Ji ber vê yekê keça xwe ya mezin di temenekî biçûk de dide zewcandin, a pişt wê jî hîna nebûye 16 salî wê dizewicîne. Keça wê ya mezin ku hîna zaroke rastî tûndiyê tê. Ji ber tûndiya zêde zarok ji ber diçin û ew xwe dide berdan. Niha civak dîsa zextê li dayîka wê dike ku wê careke dîtir bide zewcandin. Hîna temenê wê 19 salî ye wê du caran bizewcîn in. Ev yek jî di bin navê starê de tê kirin.
Civaka zayendperest dibe sedema ku keç û jinên ciwan wenda bibin û wan dixin bin barekî giran de. Bi zewacê tu pirsgirêk nayên çareser kirin, di têkiliya jin û mêr de pirsgirkên zîhnî û piskolojîk hene, dayîk dizanin ku mêr çawa nêzî hevjînên xwe dibin, dîse jî çareseriya pirsgirkên xwe di zewacê de dibîn in.
Dayîk çima dighîje asta ku keçên xwe bela bibîne? Çima hewl dide xwe ji wan xilas bike û hîna zarok in wan dizewicîne? Dayîkên ku xwe dixin vê rewşê de ne mumkine ku jiyana xwe rehet derbas bikin, ji ber wê her tim êş dikşînin û wijdanê wan ne rehet e. Ji ber ew bi xwe dibin sedema keçên wan di buyerên giran re derbas bibin.
Ji civakê kesek rehmetê li jinê nake û bi taybet jineke ku wê û hevjînê xwe dev ji hevdû berdabin êdî di çavên civaka zayendperest de kêm tê dîtin. Gelo wê kesek rêz bide wê, yan jî mîna mirovan nêzî wê bibin? Ew di nava civakê de nayên qebûlkirin û her kes zextê li wan dike ku serî tewandin çarenûsa xwe bibîn in. Malbat yê wê du caran, sê caran û çar caran bizewcîne, ya girîng xwe jê xilas bikin û serê wan rehet bibe. Dayîk dibêjin em keçên xwe bizewicînin û serê xwe rehet bikin. Ew difikirin ku eger keçên xwe bizewicînin ew ê ji gotinên xelkê xilas bibin. Piştî ku keçên xwe di temenekî biçûk de dizewicînin, li pey hevdû pirsgirêk bi wan re derdikev in. Ji xwe bi rêbazên zayendperest pirsgirkên di navbera jin û mêr de tucarî çareser nabin.