Friday, May 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hêviyên gelên Sûriyê li ku man

17/08/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Li Girê Sipî  pişta dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ şikest
Share on FacebookShare on Twitter

Em dîsa qale şoreşa ku çiroska wê li Deraa yê pêket û li tevahiya Sûriyê belav bû bikin û ji wê rojê heta îro kî ma kî çû, kê firot kê kirî, kî bi serket kî bi bin ket û kî jî li ortê ma.
Rêjîma desthilat ya Sûriyê ku bi hişmendiya dewlet-netewe mezin bûye û bi faşîzma li ser gel meşand rê li ber vê wêraniya li Sûriyê vekir û bû sedema 400 hezar kes jiyana xwe ji dest bide û bi sed hezaran kes jî koçber û penaber bibe.
Berpirsyariya van komkujî û wêraniyê di sêrî de rêjîm e, ji ber ku ew desthilat bû li vî welatî. Hemû sermaye û hêz di destê wê de bû. Dîsa di cîhanê de tevî ku ewqas binpêkirin û kuştin kirin jî di serî de neteweyên yekbûyî û gelek dewlet rewatiyê didin rêjîmê.
Erê em behse rêjîma sûrî dikin ku aliyekî vê meselê ye, lê dewleta tirk jî ne kêmî wê destê wê di xwîna gelê Sûriyê de heye û ji ber van komkujî û kuştinan de berpirse. Di destpêka şoreşê de dewleta tirk di bin nave desteka ji bo muxalîfetê komên çekdar avakirin. Şerê navxweyî gur kir û hêdî hêdî rê li ber şerekî berfireh vekir. Piştre DAIŞ û çeteyên biyanî li gel xwe bi rêxistin kirin û ew derbasî herêmên ku ji destê rêjîmê hatibûn derxistin kirin. Bi hezaran çeteyên biyanî di kampên li gel xwe vekiribûn de perwerde kirin û ew derbasî deverên rizgarkirî kirin.
Ji ber rêxistinbûna şoreşgerên ku li dijî rêjîmê serî rakiribûn ne xurt bû, ew ketin bin tesîra dewleta tirk û yek ser tabei wan û çeteyên wan bûn.
Pişt çend salan ji şer û pevçûnên bi vî rengî û avakirina komeke çete û guhertina navê komeke din, êdî rastî derketin hole û encama “şoreşa” ku desteka xwe ji tirkiyê digirt û xwe dispart hêzên derve derket holê. Ew jî parastina rêjîmê û bi hêzkirina wê bû.
Şerê ku qewimî de dewleta tirk herêm bi herêm di encama bazariyên ku bi Rûsiya re kirin radestî rêjîmê kirin, gelê Sûrî yê ku ji bo azadiya xwe rabûbû ser piyan li van bajaran bi destê tirkiyê hate firotin.
Dewleta tirk ji Xutaya Şamê komên çekdar yên ku girêdayî xwe kiribûn bi gefa ku hûn li gorî min tevnegerin ez ê çekan û alîkariyê li ser we bibirim, ew ji herêmê ber bi deverên bakurê Sûriyê yên dagirkirî ve veguhestandin. Li Deraayê, li Hemayê û Hûmsê û hwd li bajarên Sûriyê rewşa veguhestinadina van koman û malbatên wan wiha bû û ew hemû anîn gel xwe( deverên dagirkirî).
Ev kom û malbatên wan ji van deveran veguhestandin idlib û efrînê. Bi deh hezaran kes anîn idlibê.
Lê herî dawî Idlib jî xist bazariyê û ger gotin di cih de be ew jî firot. rayedarên Tirk niha dibêjin çete li wirin. Ê ma wê kê bixapînin. ma ew çete çawa hatin wir û kê ew avakirin ew li ber çava ye.
Gelê Sûriyê çawa bi neviyên osmaniyan xapiyan û baweriya xwe bi dijminê bav û kalan anîn ew jî cihê pirsê ye. Tevî ku ewqas car hişyarî ji aliyên rayedarên bakurê Sûriyê ve ji bo rastiya dewleta tikr ku li ser gelên Sûriyê bazariyê dike hatin kirin. Lê êdî her tişt derket hole. Tenê şoreşger û şoreş di bakurê Sûriyê de parastî ma û li ser xeta bi destxistina mafê gelên Sûriyêriya xwe domand.
Şoreşa rasteqîn û projeya demokratîk kirina Sûriyê li rojavayê kurdistanê destpêkir û niha li bakurê Sûriyê di rêça xwe de dimeşe.Dewleta tirk ji bo têkbirina şoreşê li vir jî her roj gefan dixwe, lê li vir rêxistinbûyîn û proje heye.

Mihemed SEYDÎ

Post Views: 39
ShareTweetPin

Herî Dawî

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê
NÛÇE

Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê

08/05/2025
Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin
POLÎTÎKA

Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.