Cîger Efrîn
Kanê pêngava “JI RÊBER APO RE AZADÎ, JI PIRSGIRÊKA KURD RE ÇARESERΓ li ku derê asê ma, an jî asê hate kirin?
Rêber Apo daxuyaniyekê dîrokî da û banga “AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK“ kir. Lê em dizanin ku, di 10.10.2023’an de ji hêla Tevgera Azadîyê ve pêngavek bi armanca azadîya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêga Kurd hatibû dest pê kirin. Mixabin çawa hate gotin bi Rêber Apo re hevdîtin têne kirin, ew pêngava dîrokî ji rojevê hate xistin. Halbûkî ne Rêber Apo azad bûye û ne jî pirsgirêka Kurd çareser bûye.
Jixwe kêmasîya me Kurdan ya dîrokî û ya herî girîng jî em pir zû sist dibin û ji rastîyên jîyanê yên şênber dûr dikevin. Rêber Apo pir vekirî dibêje;“min tu peymanek bi dewletê re îmze nekiriye û ne jî bi devkî tu soz hatine dayîn“. Angu li holê heqîqetek heye ew jî pêngava kampanya gerdûnî hêj pêk nehatî ye.
Ji hêla din ve jî Rêber Apo xewstibû ku PKK’ê kongreya xwe li darbixe. Dewlet Bahçelî jî ew daxwaz kiribû. Lê em dibînin ku hêj jî bi ser gerîlayên Modernîteya Demokratîk de çekên qedexekirî têne bikaranîn û her roj jî dron û firokên dewleta Tirk ya dagirker çîyayên me bombebaran dike. Heta êrîşên xwe li ser Rojava jî kêm nekirine. Heger ji dil dixwestin PKK’ê kongreya xwe li dar bixe, gelo ne divîyabû operasyonên dagirkerîyê li ser gerîla bidana seknandin? Ma ne divîyabû rê ji Rêber Apo re vekirana ku, bikaribe kongreyê kom bike û biryara fesixkirina PKK’ê bistîne? Ma ne pêwîstbû ku, rê vekira ku rojnamevan biçin cem Rêber Apo û Rêber Apo bikaribe dîtinên xwe bi raya giştî re ragihandaba û gelek pirsên din. Lê ji wan kiryarên dewleta Tirk pir baş tê fêmkirin ku di gotinên xwe de ne ji dil in! Her wiha rêveberên Tevgera Azadîyê dîyar kirin ku ew ji dilin û bi ragihandina agirbestê ji dilbûna xwe jî vekirî peyitandin.
Wekî din li ser rikokiya DYA û têkçûna xwe li Hember berxwedana şervanên QSD û ypj’ê mecbûr ma ku di pratîkê de agirbestê li ser bendava Şehîdan qebûl bike, ji raya giştî re ragihandina agirbestê qebûl nekir. Rast e, bi xwe sekinî, lê hewl dide ku, HTŞ’ê bidehifîne ser QSD û YPJ’ê. Bi wê armancê, duh di 7’ê Gulanê de li Minbicê seyareyeke HTŞ’ê tê de bûn teqandin ku, bêjin “QSD“ êrîş pêkanî û HTŞ’ê jî êrîş bike.
Bi kurtasî, li tu eniyên êrîş nesekinîne û her wiha jî Rêber Apo jî fîzîkî azad nebûye.
Ango kampanya ya; “JI RÊBER APO RE AZADÎ, JI PIRSGIRÊKA KURD RE ÇARESERΓ hêj negihaye armanca xwe. Di vir de pirs ev e; çima kampanya ji rojevê hate xistin?
Bi pêngavê re dîtinên Rêber Apo pir bi lez di nava gelan de belav dibû û gelek derdor jî bi felsefa rêber Apo ve dihatin girêdan. Bi taybetî jî jin û ciwan. Wê yekê dewleta Tirk ya dagirker û hêzên emperyal tengav dikir. Li gel wê heqîqetê jî Kurd û gelên herêmê jî hêdî hêdî didît ku, yekane rêya xelasîya wan felsefa Rêber Apo ye. Ji ciwanan heta anarşstan û tevgera femînîst yên Ewropa û Amerîka Latîn jî têgihan ku bîrdoziya Rêber Apo wê wan ji buhrana jîyanî ya ku dijîn xelas bike û ji bilî Rêber Apo jî tu kesayeteke din jî nikare çareserîyan biafirîne.
Belê, ji ber wê yekê gelek hêzan ji rêveberên dewleta Tirk ya dagirker xwestin ku, bi Rêber Apo re dest bi hevdîtinan bike û di serî de jî DYA dixwest. Divê ku em ji bîr nekin ku, hêza sereke ya ku Rêber Apo dîl da girtin û Ew radestî dewleta Tirk ya dagirker kir û ji destpêka şerê azadîyê ve herî pir piştgirî daye dewleta Tirk jî DYA ye.
Bi kurt û kurmancî tu sedemek li holê tune ye ku em wekî gelê Kurd kampanya ya; “JI RÊBER APO RE AZADÎ, JI PIRSGIRÊKA KURD RE ÇARESERΓ ji rojeva xwe derxin!
Ji lewra divê em wekî tevger û gelên herêmê û azadîxwazên cîhanê bi lez vegerin rojeva xwe ya esasî û bi hemû hêza xwe kampany ya; “JI RÊBER APO RE AZADÎ, JI PIRSGIRÊKA KURD RE ÇARESERΓ têxin rojeva xwe û raya giştî.
ancax em bi xurtkirina têkoşînê û rêxistinkirina gel û civakê dikarin kampanya bighînînin serkeftinê û destê Rêber Apo jî xurt bikin.
Raste, Rêber Apo berpirsyarîya banga xwe girt ser xwe. Lê ew nayê wê wateyê ku em xwe sist bikin û her tiştî bavêjin ser milê Rêber Apo. Avêtina berpirsyarîyê ser milê Rêber Apo ne axlaqîye û ne jî wijdaniye, û ji bilî reva ji rakirina berpirsyariyê jî ne tiştekî din e. Halbûkî xwestina azadîyê di serî de ragirina berpirsyarîyê û xwedî derketina li peywirên rojê ye. Heger em zû venegerin rojeva kampanyaya;“JI RÊBER APO RE AZADÎ, JI PIRSGIRÊKA KURD RE ÇARESERΓ, em ê mezin wenda bikin. Ji boyî ku şoreşa me ya gelan zûtirîn dem de bigihe armanca xwe divê em vegerin kampanya ya “JI RÊBER APO RE AZADÎ, JI PIRSGIRÊKA KURD RE ÇARESERΓ û bi hemû hêza xwe destên Rêber Apo jî bi wî rengî xurt bikin. Ji bilî bilindkirina asta têkoşînê rêyeke din li pêşiya me tune ye.