Gulçîn Xoşmêr
Jiyana partiyê bi ked û tekoşînê hatiye vê rojê û keda, Rêberê netewî Rêber Apo derketiye lutkeya fedekarî û cangoriya; neteweyetî û îro jî ew neteweyetî jî bihûrand û gerdunî kir. Weke ku têye zanîn bi pêşengtiya Rêber Abdullah Ocalan, tekoşîna gelê Kurd roj bi roj ruhê fedayîbûnê dewlemendtir kir. Şehîdên qehreman û lehengên çiyayî sozdan, Rêber Apo ku wê heyanî, hinasa xwe ya dawiyê tekoşîn bikin û ji bo ku nekevin destê; neyar û xayînan de bombeyên xwe teqandin û gihaştin kerwanê pekrewanên Kurdistanê. Qehremanên weke dilwêrek û canfeda Arîn Mîrkan, Rêvan Kobanê, Avesta Xabûr û Barîn Kobanê ku hevaltî û sozdariya xwe bi Rêber Apo re dane diyar kirin û bi çelengî gihaştin şehadetê û ala serkeftinê bilind kirin. Wan ciwanên delal û çav belek bi xwîna xwe, xaka pîroz avdan û ji gelê Kurd re bûn mûm û fener; ji bo ku riya civaka Kurd ronahî bikin û wan bigihîne serkeftinê.
Mêrxasên çiyayî û bişengên berbangên şefeqa rojên bi ronahî, xwe xemilandin bi çek û rextan û derketin meydanan. Wan çelengan xwîna xwe li ser xaka pîroz rijand û bûn, ferîşteyên bihişta baqî û pêşengên gelan. Qehremanên Kurdistanê dengê xwe bilind kirin û gotin, em fedayê gelê xwene û ji bo parastina gel û welat ketin cenga; giran û gotin emê canê xwe jî ji bo we feda bikin. Ew ciwanên dilêr, jin û mêrên çeleng ketin ser şerê, giran û gotin ku em ji Rêber, gel û welatê xwe re fedayî û çavreşin. Çelengên welatê rojê gotin ku jiyana herî bedew û rast, jiyana ku Rêber Apo ji gelê Kurdistanê re hilbijartiye û ew jî; jiyana wekhev û azad e. Rêber Apo bi felsefe û zanista xwe ya kûr gelê Kurd tevî, jin û ciwanên wan perwerde kirin û xwest ku; wan derxîne ronahiyê û bike xwedî vîn û nasname. Yekpare bûn û demokrasî bi wan da naskirin. Weke ku her kesî dît çawa gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê, Sûriyê zend û bendê xwe hildan û li kêleka şervanên xwe; ketin cenga giran de.
Rêber Apo ji destpêka tekoşîna xwe de û heyanî roja me ya îro, her hewilda ku gelê Kurd şiyar bike û rake ser piyan ji bo ku di; çarçoveva şerê gelê şoreşgerî de bibin xwedî ezmûn û warê, xwe biparêzin. Her ji wan re riya rast û çûna serkeftinê, da diyar kirin û got: Min ji biniya sifrê de dest bi şoreşê kir û tenê hevaltiya me ya rast hebû. Gelê Kurd bi van şirove û nirxandinên, Rêber Apo xwe naskir û li vîna xwe xwedî derketin, heyanî bûn partî û artêş. Weke ku tê zanîn Rêber Apo tekoşîneke pir mezin da, ji bo ku gelê Kurd ê ku ji hêz ketibû bi rêxistin; bike û baweriya wan bi wan bîne. Îro jî tê dîtin ka çawa tekoşîna Rêber Apo, berhem dide û nêzî serkeftinê dibe. Rêber Apo her got ku bi rêbazê perwerdê û zanebûnê, wê şoreş pêşbikeve û serkeftinê dest bixe, her çiqasî xelkên Kurd qet bawer ne dikirin ku wê rojekê, şoreşa Kurdiustanê wiha serkerftinêqezenc bike.
Û ger ku îro qala pêşengtiya gelê Kurd ji gelên Rojhilata Navîn re, têye kirin ev jî berhema keda Rêber Apo ye 50 salî bûye û hîna jî ew tekoşîna bê hempa berdewam e. Ji xwe Rêber Apo di peyama xwe ya çareseriya, demokratîk de ku di 27 ê heyva sibatê de daye diyar kirin ku; ez ji her wexê zêdetir bi serkeftinê bawerim û ez ê tekez tekoşîna xwe bi ser bixim. Rêber Apo zanista jinê ya bi navê Jineolojî, pêşxist û diyarî jinan kir ji bo ku pirsgirêkê jin û civakê; hevpar çareser bike û her mijara azadiya jinê, di rojevê de hişt û kedeke pir mezin da. Rêber Apo baweriyeke pir mezin dida jinan û her digot ku, her kes tekoşînê berde jî tekez wê jin tekoşînê bernede; ji ber ku qedera jinê bi serketina şoreşê re girêdayîye û bawerî dida, jinan ku wê di xeta şehîdan de îsrar bikin. Û Rêber Apo di fikarên xwe de rast bû. Jinan gelekî li berxwedan û neketin xeta şaş û tesfiyekaran de û li berxwedan, ji derveyî hin kesayetên lawaz û xasok; ku ji mêran re bibûn karîkator.
Rêber Apo bi roj û mehan jinên tekoşer perwerde kirin û ji pêşveçûn û rastiya wan bawer kir, her wiha bi wan re mijûl bû û kedeke bê hempa da û her baldar bû ku jin bi fen û futên mêran, neyên xapandin û ew şiyar dikirin. Dema ku Rêber Apo ked ji bo hin kesan dabaya û encam, negirta gelekî hêrs dibû û li ber keda xwe diket. Dema ku Rêber Apo namên xwedawend Zîlan girte, destê xwe bi rojan ders li ser da û ji keçan re; got ku Zîlan şervana salekê bû lê hun dibînin bêka bersiveke, çawa da dijmin û xayînan. Di dawiyê de jî got ku Zîlan fermandara meye û em jî, dibin ala wê de dimeşin û emê bi rêbazê fermandara xwe serkeftinê qezenc bikin. Û rêbazê xwedawend Zîlan ê serkeftinê pesend kir û got ku, fermandarê herî xurt nikarî weke Zîlanê textîkên wiha nû; çêbike û encamên wiha xurt derxîne holê de û got ku Zîlan xeta me ya partîbûnê ye. Û li ser van bingehan şêre jinên canfeda û wêrek, berê xwe dane şoreşê û sozdan Rêber Apo ku xeta Zîlanê; bi şopînin û serkeftinê qezenc bikin.
Jinên resen û xwedawend ên weke Nînhursak û Îştaran, ji sozdariya xwe re wefadar man û heyanî kêliya; jiyana xwe ya dawiyê weke Bêrîtanan li berxwedan û herî dawiyê, xwe ji serê zinaran avêtin geliyan û gotin ku; li şûna ku em xwe radestî xayînan bikin emê dawiyê li jiyana xwe bînin. Qehreman Bêrîtan pir baş dizanî ku wê bi helwest û berxwedana, xwe bibe xwedawenda şer û jiyanê. Û weke ku têye zanîn şêre jinên weke Sarayan li zindana, Amedê serî li hemberî faşîst û zailman rakir û weke Candark ji berxwedana xwe qet bes nekir ûne zîvirî. Di şoreşa Kurdistanê de gelek jinên canfeda û mêrxasên, çiyayî weke Babekê Xuremî û Besê û Zerîfeyan; serê xwe ji dijminan re dananîn û bi serbilindî çûne, goristanê ji bo ku ji kedxwar û faşîstan re bibe hisret. Em weke Kurd xwedî dijminên wiha faşîst û bê rehimin ku mirovên, herî nêzî xwe ji bo desthilatdariyê dardadikin. Gerek were zanîn ku em Kurd heyanî ku em dîroka xwe nasnekin, emê nikaribin roja xwe jî fambikin û xwe rizgar bikin.
Em weke netew her bi komkujiyan re rû bi rû hatine, hiştin û her tiştê me hatiye înkar kirin û hîna jî komkujî û înkar berdewam dike. Her me çiqasî ji hevalê xwe re kar û xebat kiribe jî, lê mixabin di dawiyê de jî li me xiyanet kirine û hewildane ku me weke netew têkbibin. Lê gerek were zanîn ku gazinc ji dijminan nayê kirin û tekez, gerek em şiyar bin û li xwe xwedî derkevin û xwe ji rewşa; heyî rizgar bikin û dev ji safbûn û dilpakiya xwe berdin. Em ji zana bêtir zana bûn çima îro pare par, bi heval û dost û al bûn çima îro sitemkar. Ez bawerim ku mebesta min têye famkirin û min, pêdivî dît ku ez kilama Şehrîbana Kurdî ji were; bibêjim û bînim bîra we bêka Kurd di dîrokê de çawa bûn. Ji ber ku gelê Kurd resen û navdar bûn di dîrokê de, lê mixabin weke ku îro jî têye dîtin em li ser xaka xwe sitemkarin û bê cih û warin. Ez weke tak her hewil didim ku Rêber Apo fambikim û tiştîn, ku dibêje ez jî bibêjim û pêkbînim.
Ji bo ku em weke jin bi xwe bawerbin Rêber Apo kedeke, pir mezin daye û hîna jî di wê tekoşînê de îsrar dike û dibêje: Ez bawerim ku ez ê tekoşîna xwe ya ji bo çareseriya, demokratîk bi serxînim û her çiqasî neyar neyê çareseriyê; jî lê dawiya her şerekî aşîtî û lihevhatine. Ez jî weke ku Rêber Apo gotiye ji çareseriya demokratîk, bawer dikim û ji keda Rêber Apo bawerdikim û dibêjim; tekez wê keda Rêber Apo vala neçe û dawiyê jî wê bi serkeftinê tacîdar bibe. Bijî Rêber Apo. Bijî yekitî û xuşk û biratiya gelan. Jin jiyan azadî.






