Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
in NÛÇE
A A
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Vîyan/Qamişlo

8’ê Gulana 2025’an li ser nirxandinên konferansa Yekrêzî û yekhelwesta Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê hatibû lidarxistin, komxebatek hat meşandin. Bi tevlîbûna endamên partiyen siyasî yên Kurdî, rewşenbîr û welatîyan bi şêwaza pirs û bersiv heta derengî komxebat berdewam kir.

Komxebata rezgirtin li ser giyanê şoreşa Kurdistanê destpêkir. Rêveberê kom xebatê Welîd Çolî, axaftvanên komxebatê Feysel Yusif Endamê rêveberîya ENKS, Sema Begdaş Endama Meclîsa PYD’ê, û Dr. Sadedîn Mele siyasetmedar, Midas Ezîzî Endamê Desteya rêvebir ya partiya Pêşverû ya demoqrat Kurdistana Sûrîyê weke axaftvan tevli bûn.

Di axaftina destpêkê ji aliyê Endamê Desteya rêvebir yê ENKS Feysel Yûsif ve hat kirin û wiha got: “Ev konferans bi pistgriya Hevpeymana dewletên navnetewî yên weke DYA û Fransa û her wiha Fermandarê QSD brêz Mazlum Ebdî, partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê pêkhat. Di heman demê de pêşeng û rêveber, welatparêzên kurdistanî derket holê. Em weke siyasetmedar û aliyên Kurdî nakokî û pirsgirêkên xwe hemû dan alîyekê me ev kongre lidarxist.”

Welîd Çolî pirsa duyemîn girêdayi rola pêşengên Kurdî li Dr.Sadredin Mele hat kirin û wiha hat bersivandin: “Ev Hevpeymana ku di navbera Ehmed Şera û Mazlum Ebdî de hat îmze kirin, hemû girêdayî têkoşîna gel û xebatên Kurdistanî pêkhatin. Ev pêşketinên Kurdistanî divîyabû nûner û rêveberên Kurdan bibin yek..”

Piştre di aliyê rêveberê komxebatê pirs Endama Meclîsa giştî ya PYD’ê Sema Begdaş hat kirin û wiha hat gotin: “Ev xwesteka me hemûyan bû ku Kurd û Kurdistan hemû bibin yek. Me ev yekbuyîn parçeyê Kurdistanê yê piçûk li Rojavayê Kurdistanê bidin destpêkirin. Li Başûrê Kurdistanê kêm zêde modeleke rêveberiyê heye, li Bakurê Kurdistanê jî, bi pêşengiya Rêberê gelan Rêber Apo pêvajoyek hat destpêkirin. Ev dîroka 26’ê Nîsanê li Rojavayê Kurdistanê dê bibe rojekê dîrokî. Ev bi têkoşîna salan pêkhat. Berê kesê kurd ne di pejirand, lê îro bê Kurdan biryarekê nikarin bigirin. Pêvajoya ku li Sûriyê dimeşe, dê bandora xwe li hemû Rojhilata Navîn bike.”

Piştre pirsa ku dê pêvajoya yekîtiyê çawa bimeşe? Sekreterê Partîya Pêşverû ya demoqrat Kurdistana Sûrîyê Midas Ezîzî hat pirsîn û wiha got: “Me ger ev xebatên yekitiyi berê pêk bi anî ba, em ê gehistiban qonaxekê pir cuda. Lê mixabin me nedikarî em xwe bikin yek û nakokiyên xwe yên siyasî bihurînin. Lê piştî demekê komxebat û hewildanên pêşeng û rêberên kurdan me dîyarîya hem hemû beşên Kurdistanê ji aliyê yekrêzîya kurdan de hev bicivin. Em spasiya hemû aliyên ku tevlî konferansê bûne dikin.”

Di dawiyê de komxebat pirsên beşdarvanan ji bona mevanan hat pirsîn bi dawî bû.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.