Hemza Sêvo/ Qamişlo
Cîhan îro dibe çavdêra şerê Pakistan û Hindistanê, ev yek ji ber hesabên kevnar û berjewendiyên îroyîn şer û ceng rûdide. Lê metirsiya mezin ew e ku şer ji asta mûşekan ber bi şerê nukleriyê ve biçe û jiyana 125 milyon kes bikeve xeteriyê
Ev 15 roj in ku xoyên şer li ser rûyê Pakistan û Hindê tên xuyakirin, bi taybet piştî 22’ê Nîsanê û êvara 6’ê Gulanê dema ku şerekî dualî çêbû.
Şerê Hind û Pakistanê yek ji şerên kevnar û domdar e, li nik van şerên ku li ser asta cîhanê ku tên rûdan dibe şerekî xeternak. Ev şer mîna şerê Ukranya û Rûsyayê, hem jî Filestîn û Israîlê û hwd ku ji ber desthilatdariyê û berjewendiyên netewdewletbûnê pêk tên.
Destpêka şerê xwînî
Di 22’ê Nîsanê de êrişeke xwînî li Keşmîrê, herêma Bahigam a ku dikeve bin serweriya Hindê de çêbû. Di encama wê êrişê de 26 kesên Hindosî hatin kuştin, Hindê komên ku Pakistanê piştgiriya wan dike mîna Cêş Mihemed û Leşker Teyba tewanbar kir. Lê Pakistanê ev yek derwand û diyar kir ku bi vê tewanê Hind dixwaze destwerdanê bike û şerekî bide rûdan. Lewma jî artêşa Hindê diyar kir ku wê di 6’ê Gulanê de, bi navê Sindûr opasiyonek dest pê kir, operasiyon bi rêya mûşekan û firokên cengê li ser 9 deverên ên Pakistanê, Camo û Keşmîr pêk hat. Di wê operasiyonê de 26 welatiyên Pakistanî hatin kuştin û nêzî 50 kes birîndar bûn, Pakistanê bersiva vê operasiyonê da û Artêşa Pakistanê tekez kir ku wê 5 firokên Hindê rûxandin, ev yek jî hişt ku şer li seranserî xeta hestiyar a şer bidome. Lewma jî Wezareta Artêşa Pakistanê şerê bejahî û asîmanî li dijî Hindê ragihand.
Keşmîr sedema şer e
Keşmîr herêmeke çiyayî ye, dikeve navbera Hind, Pakistan û Çînê, cihê wê xwedî istratejiyeke girîng e. Lewma jî ji demeke mêj ve şer û pevçûn li ser vê herêmê tê domandin. Piştî parçekirina Hindê û şerê 1947’an ê di navbera Pakistan û Hindê de herêma Keşmîrê ya ku piraniya xelkên wê mislman in, li gorî Belgeya Tevlîbûnê, tevlî Hindê bû. Piştî rûdana sê şeran êdî ne Hind bi temamî serweriya Keşmîrê dike û ne jî Pakistan. Wekî tê zanî ji bo vê herêmê 3 şer û cengên mezin rûdane, yek di sala 1947’an de û yê duyem di sala 1965’an de û yê sêyem jî di sala 1999’an de. Di roja îro de piştî van geşedanên dawîn û êrişên ku hatine destpêkirin jî, sedema sereke Keşmîr e, hem jî olî ye.
Dîroka şerê Pakistan û Hindê
Di sala 1947’an de yekem car ku şer di navbera Hind û Pakistanê de rûda, şer piştî ku Hind hat dabeşkirin, rûda. Di navbera wan de şer salekê domand, di sala 1948’an de bi destwerdana Netewên Yekbûyî şer rawestiya. Lê di sala 1965’an dîsa şer rûda, wê demê Pakistanê êrişî Keşmîrê kir bi taybet beşa ku Hind kontrola wê dike û Hindê jî berteka êrişê da, şer 17 rojan domand. Di encama wî şerî de li gorî amarên wê demê bi hezaran ji hêla herdu artêşan hatin kuştin. Lê bi Peymana Teşqendê ya 1966’an hat ferzkirin ku divê Pakistanê artêşa xwe ji wan deverên kiribûn bin serweriya xwe, vekişîne. Di sala 1971’ê de jî şerê sêyem di navbera herdu dewletan pêk hat, ev şer piştî piştgiriya Hindê ji bo serxwebûna civaka Bingalî ji Pakistan çêbûbû, dest pêkir. Di encamê de Komara Bingladiş di Adara 1971’ê de hat damezrandin. Di sala 1999’an de şerekî din bi navê Karjîl di navbera Bakistan û Hindê de çêbû, Karjîl jî herêmeke girêdayî Keşmîr e. Di encama wî şerî de nêzî hezar leşker ji herdu aliyan ve hatin kuştin, paşê Pakistan ji sînorê xeta êrişan a ku derbas kiribû, vekişiya. Bi dirêjahiya sala 2000’î heya sala 2025’an jî êriş û bersivdayîn ji milê Pakistanê û Hindê ve çêdibûn.
Xeteriya şerê Pakistan û Hindê
Rûdana şerekî wiha di navbera du dewletên mezin, dê ne tenê xeteriyekê ji bo Hind û Pakistanê bîne, lê belê wê bandoreke mezin li ser asta herêmî û cîhanê bi xwe re bîne. Rojnameya Astinada da zanîn ku Artêşa Hindê bi hejmara leşkerên xwe û hêza aborî, hem jî bi teknîka xwe tê naskirin, li aliyekî din jî hêza çekên nukleriyê ya Pakistanê mezin navdar e. Heman jêderê destnîşan kir ku lêkolîneke akademîk eşkere kir ku eger şerê nukleriyê di şer de were pêkanîn, jiyana 125 miliyon kesên sivîl dikeve xeteriya têkçûnê. Eger ev yek pêk were, dê çandiniya cîhanî derbasî kirîzên curbecur bibe û wê rewşa avhewaya cîhanî bi neyînî bê guhertin.